1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. BUO-DER, dest bi perwerdehiya ziman dikin
BUO-DER, dest bi perwerdehiya ziman dikin,buo,der,dest,bi,perwerdehiya,ziman,dikin

BUO-DER, dest bi perwerdehiya ziman dikin

A+ A-

11:20 27.02.2014 1 / 6 ÊLIH (DÎHA) - Komeleya Xwendekarên Zaningeha Êlihê (BUO-DER), li komeleyê dest bi perwerdeya zimanê kurdî kir.

Komeleya Xwedekarên Zaningeha Êlihê ya Azad (BUO-DER), li komeleya xwe care yekem dest bi perwerdeya zimanê kurdî kirin. Di roja ewil de bi tevlibûna Parlementera BDP’ê ya Êlihê Ayla Akat Ata, mamosteyên KURDÎ-DER’ê ya Êlihê û bi dahan xwedekar perwerdeya zimanê kurdî bûn. Perwerdeya ziman li komeleya BUO-DER’ê re hat lidarxistin û bi tavahiya xwendekarên ku tevlî perwardeya zimanê kurdî bûne 40 kesin. Di perwerdeya ziman de Parlementera BDP’ê ya Êlihê Ayla Akat Ata anî ziman ku perwerdeya zimanê kurdî pir giring e û got: "Ji ber ku bi politikayên asimilasyonê ciwanên kurd zimanê zikmakî hêdî hêdî ber tunebûnê ve diçe. Em dema ku li ciwanên kurd xwedî derketin û ji bo zimanê kurdî têkoşina wan dibinim pir bi hest dibim. Ji ber ku ziman bi alakaya ciwanan dimeş e. Ger hemû ciwan xwedî zimanê dayika xwe derkeve."

Xwendekarê zaningehê û endamê BUO-DER’ê M.Şerîf Kaya jî nerinên xwe anî ziman ku pewistiya zimanê kurdî di zaningehan de û bi taybetî ji bo ciwanan ewe ku bi salan e ciwanên kurd dibin politikayanê asimilasyonê ru bi ru manê û bi dayina perwerdehiyê dê bibin bersiva polîkayên pergalê.

(ho/mae )