‘Bê ziman parastin û siyaset ne mumkin e’
Endama Kordînasyona Yekîtiya Star Rûken Ehmed diyar kir ku di navbera ziman, siyaset, perwerde û parastinê de têkiliyeke zindî heye û bêyî zimanê siyasî û parastinê nabe
DICLE EHMED
KOBANÊ – Endama Kordînasyona Yekîtiya Star Rûken Ehmed diyar kir ku di navbera ziman, siyaset, perwerde û parastinê de têkiliyeke zindî heye û bêyî zimanê siyasî û parastinê nabe.
Girêdayî mijara girîngiya ziman û têkiliyan wê bi siyaset û perwerdeyê re Endama Kordînasyona Yekîtiya Star Rûken Ehemd ji ANHA’yê re axivî. Rûken Ehemd got ku di civaka xwezayî de her kes bi çand, ziman û têkiliyên di navbera wan de li ser hîmê wekhevî û rêzdariyê jiyan dikir.
Ehmed diyar kir ku ji ber têkiliyên xurt ên di nava civakê de siyaseteke durist dihate meşandin û tu kesî nedikarî vîna kesî têk bibe, lê bi derketina desthilatdarî û dewletê re hêzên desthilatdar dest danîn ser her tiştî.
Ehmed got: “Desthilatdariyê siyaset a ku pê civak dihate birêvebirin jî kir milkê xwe, her wiha hêmana parastinê ku wekî mafekî xwezayî yê mirovan tê naskirin ji civakê dizî û xist xizmeta berjewendiyên xwe. Bi vê yekê desthilatdariyê civak ji hemû tiştên wê qut kir û xwest ku vîna civaka kontrol bike. Li rex vê dest dirêjî çand û zimanên gelan kir û ew jê jî bêpar kirin. Desthilatdariyê ziman û çanda xwe kir bingeha her tiştî, şêwazekî cuda ji siyaset, parastin û çandê re danîn.”
El-Baas çand û zimanê xwe ferz kir
Rûken Ehmed diyar kir ku li Rojava û Sûriye Kurd, Ereb, Turkmen, Asûrî, Suryanî û hwd bi hev re li welatekî dijîn, lê tevî vê rengînbûyînê rêjîma El-Baas civak neçarî fêrbûna yek zimanî (Erebî) kir, hişt ku her kes dîrok û hişmendiya wê bixwîne. Ehmed got: “Dewletê bi van kiryarên xwe çand û zimanên hemû gelan heland û hemû xistin çarçoveyeke teng da ku karibe desthilatdariya xwe biparêze û hegomoniya xwe li ser civakê ferz bike. Rêjîma Sûriye bi pîlana Kembera Erebî (El-Hîzam El-Erebî) di navbera Kurd û Erebên herêmê de tevlîhevî derxit û herêm kir bin kontrola xwe.”
Em zimanê xwe biparêzin
Endama Kordînasyona Yekîtiya Star Rûken Ehmed dibêje ku pêwîste civak parastina xwe bike, ango nabe kesekî ku diziya wê bike, parastina wê bike. Wan bi hinceta parastinê çand, vîn û hêza civakê dizîn. Ji bo ku rola me di nava jiyanê de hebe divê em xwe birêxstin bikin, fêrî siyasetê bibin, dîrok û gelê xwe biparêzin. Kesên ku nikarin parastina zimanê xwe bikin wê nikaribe ku parastina xwe, nasnameya xwe û çarenûsa xwe jî bikin. Tekez wê dawiya wan helandin be.”
Rûken Ehmed bal kişand ser mafên gelan di siyasetê de û wiha got: “Ji mafê her gelî ye ku bi zimanê xwe siyasetê bike, fêr bibe û fêr bike. Divê her kes wekî ku xwe diparêze zimanê xwe jî biparêze. Em jî wekî gel ku dîrokeke me ya dirêj a tekoşîna ji bo azadiyê heye, ji mafê me ye ku em zimanê xwe derbasî meteryalên (metod) xwendinê bikin, lê nayê wateya ku em gelekî an jî zimanekî înkar bikin.”
‘Bêyî zimanê siyasî û parastinê nabe’
Ehmed got ku bi zimanê xwe mirov dikare xwe îfade bike, hestên xwe diyar bike, zimanê dayîkê nasnameya neteweya mirovane û çiqasî mirov zimanekî din fêr bû dê nikaribe wekî zimanê xwe yê dayîkê kesayeta xwe îfade bike û wiha dom kir: ” Di navbera ziman û siyasetê de têkiliya ruhî heye, bê ku tu zimanê xwe bizane, tê nikaribe siyasetê bike û tê nikaribe parastina gelê xwe bike, ji ber ku ziman û siyaset hevdû temam dikin.”
Ehmed bi van gotinan dirêjî da axaftina xwe: “Heger em nikaribin bi zimanê kurdî siyaseta xwe îfade bikin, em nikarin bibêjin ku em gel in. Em wê demê nikarin parstina xwe jî bikin. Heger me bi hemû rêbazan hewldanên xwe ne kirin, em fêrî zimanê xwe ne bûn, em wê demê doza xwe û hebûna xwe inkar dikin.”
Xwserî dê cûdabûnan tune bike
Ehmed her wiha bal kişand ser armanca rêveberiya xweseriya demokratîk a Rojava û got ku niha hin nakokî di navbera gelê kurd û ereb derdikevin û wiha pê de çû: “Ji ber siyasetên tevlihevî ku ji aliyê rêjîma Baas di herêmê de têne meşandin û di riya perwedekirina nifşên nû û hezkiria hevdidû, divê her pêkhateyek bê cûdahî fêrî zimanê xwe bibin û nabe aliyek zimanê xwe li ser aliyê din feriz bibe.”
Ehmed, da zanîn ku hemû gel û hemû ziman dikarin bi hevdûre bê pirsgirêk derkevin dikarin bi hevdû re jiyan bikin û axaftina xwe wiha domand: “Her mezhebek dikare parastina zimanê xwe bike, em dikarin Girê Spî wekî mînak bigirin dest, piştî ku hêzê YPG’ê herêma Girê Spî ji komên çete yên DAIŞ’ê rizgar kir, herêma rizgarkirî bû mînaka jiyana hevbeş a di navbera hemû pêkhetayan. Li Girê Spî ereb, kurd, ermen û tirkmen bi hev re jiyan dikin. Rêveberiya xweseriya demorkatîk kar ji bo avakirina jiyana demorkatîk û xizmeta hemû pêkhateyan kar û xebatên xwe di riya avakirina sazî û dezgehên xwe dimeşîne. Di herêmê de Mala Gel, saziyên din ên xizmetê bi beşdarbûna hemû pêkhateyan, her wiha meclîs hatin avakirin. Di herêmê de niha kar û xebatên vekirina dibistanan têne meşandin. Di dibistanan de dê her pêkhateyek bi zimanê xwe perwedeyê bibîne. Armanc ji wê yekê jî ew e ku nivşên heyî ji bendora siyasetên nijatperest ku li ser serê wan dihate meşandin xilas bikin.”
Ehmed ragihand ku Rêveberiya Xweseriya ya Rojava û Saziya Ziman bi hemû hêza xwe ji bo vekirina dibstan û peymangehên bi zimanê kurdî kar dimeşîne û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Derbaskirina zimanê kurdî ya dibistanên herêmê û xebatên dimeşîn in. Armanc ji vê yekê jî xebatên dibistanan asayî bibin û nifşên nû yên gelê kurd çanda xwe û zimanê xwe baş nas bike. Di heman demê de dê hemû ziman û nêrîn û çandên heyî jî bêne vejandin. Ji ber van sedemand sîstema perwedeya bi zimanê kurdî pir girînge.”
(he/ra)
ANHA