1. Hemû Nûçe

  2. Nirxandin

  3. ‘Bê çareseriya pirsgirêka Kurd nabe’
‘Bê çareseriya pirsgirêka Kurd nabe’,bê,çareseriya,pirsgirêka,kurd,nabe

‘Bê çareseriya pirsgirêka Kurd nabe’

Nirxandinên Endamê Konseya Rêveber a Koma Civakên Kurdistanê (KCK) Cemîl Bayik

A+ A-

Guhertinên li Rojava dê bandorê li parçeyên din bike

Endamê Konseya Rêveber a Koma Civakên Kurdistanê (KCK) Cemîl Bayik rewşa Rojavayê Kurdistanê û Sûriyeyê nirxand û got; “’Guhertineke bêyî çareseriya pirsgirêka Kurd dê tenê were wateya guherîna desilatdariyê. Ji ber vê yekê pozîsyona kurdan stratejîk e.” Bayik ragihand ku li Sûriyeyê bidestxistina mafên demokratîk û xwe bi xwe rêvebirina Kurdan, yanî bidest xistina çeperan dê bandorê li parçeyên din yên Kurdistanê jî bike.

Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik rewşa Sûriyeyê û têkildarî vê yekê plan, hesab û helwesta hikûmeta AKP’ê ji ANF û rojnameya Yenî Ozgur Polîtîkayê re nirxand. Bayik destnîşan kir ku li Sûriyeyê guhertin êdî xwe ferz dike û tiştê niha tê guftogokirin ewe ka li dewsa rejîma berê yeke xwedî karakterekî çawa were sazkirin . Bayik destnîşan kir ku li Sûriyeyê jî çareseriyeke mayînde têkildarî çareseriya pirsgirêka Kurd e û di guhertinê de rola kurdan diyarker e.

Bayik destnîşan kir ku li Sûriyeyê tenê bi guhertina desilatdariyê dê tiştek neyê guhertin û têkildarî mijarê wiha got: “Ne mumkun e ku li Sûriyeyê desilatdarî bi karakterê xwe yê kevin karibe li ser lingan bimîne. Neçarî divê Sûriye were guhertin. Bi desilatdariya blokên kevin Sûriye nikare li ser lingan bimîne. Tiştê niha tê guftûgo kirin ew e ka rejîma nû dê xwedî karakterekî çawa be. Di vê mijarê de pozisyona Kurdan stratejîk e. Li Sûriyeyê desilatdarî dê were guhertin lê dê rejîmeke çawa be; dê rejîmeke demokratîk be an li dewsa ya kevin blokên nû yên ne demokratîk werin dewsa wê? Ya girîng jî bersiva vê pirsê ye.“

‘Bê çareseriya pirsgirêka Kurd nabe’

Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik destnîşan kir ku guhertineke demokratîk a li Sûriyeyê bi çareserkirina pirsgirêka Kurd mumkun e û wiha berdewam kir: “Guhertineke bêyî çareseriya pirsgirêka Kurd dê tenê were wateya guherîna desilatdariyê. Ji ber vê yekê pozîsyona kurdan stratejîk e. Hebûna Kurdan a di têkoşîna demokratîk de, qebûlkirina mafên demokratîk û xwe bi xwe rêvebirina Kurdan dê were wateya xwe gihandina sîsetemeke piranî ya demokratîk a Sûriyeyê jî. Li Sûriyeyê ku Kurd mafê rêveberiya xwe ya demokratîk bidest bixin dê hemû hebûnên etnîkî û olî bigihin azadiya xwe.”

Bayik bal kişand ku di rewşeke berovajî vê yekê de tişta bi navê guhertinê tenê hatine ser desilatdariyê ya beşên nû ye bi navê demokrasiyê tu tişt pêk nayê.

‘Wê bandorê li parçeyên din jî bike’

Bayik ragihand ku li Sûriyeyê bidestxistina mafên demokratîk û xwe bi xwe rêvebirina Kurdan, yanî bidest xistina çeperan dê bandorê li parçeyên din yên Kurdistanê jî bike û wiha bi nirxandina xwe de çû: “Bi taybetî li Tirkiyeyê ku sînorê wê bi Sûriyeyê ve zêde ye dê ev destkeftî yekser bandorê bike. Heger 3 milyon Kurdên li Sûriyeyhe mafê rêveberiya xweser bi dest bixe, dê Tirkiye jî di warê maf dayina 20 milyon Kurdên di nava sînorê wê de dijîn bêzar û neçar bibe. Dê nema karibe daxwaza Xweseriya Demokratîk red bike.“

‘Hewldanê Tirkiyeyê li dij Kurdan e’

Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik destnîşan kir ku sedema cîhgirtina Tirkiyeyê ya di pêvajoya guherîna Sûriyeyê de ji bo astengkirina bidestxistina mafê Kurda ye û ji bo vê yekê jî pişta xwe daye rêxistina Birayên Misilman. Bayık ji bo helwesta Tirkiyeyê jî wiha got: “Tu têkiliya hewldanên Tirkiyeyê bi wicdan, mafê mirovan û demokratîk kirinê re tune ye. Ev tev demagojî ne. Ji xwe kes jê bawer jî nake. Herkes dizane ku hedefeke bi tenê ya Tirkiyeyê heye ew jî astengkirina Kurdan e. Ji bo Kurd sûdê wernegirin Tirkiye naxwaze li Sûriyeyê sîstemeke demokratîk were avakirin. Astengiya herî mezin a li pêşiya demokratîkbûna Sûriyeyê divê were zanîn ku Tirkiye ye. Ji ber vê yekê jî Tirkiye naxwaze maxalefeta Sûriyeyê karekter û taybetmendiyên demokratîk bidest bixe. Her wiha hêza ku plana Annan hêna di destpêkê de bê bandor kir jî Tirkiye ye.“

Xeteriyên li pêşiya Kurdan

Bayik têkildarî paşerojê û xetereyên li pêşiya Kurdan de jî nerînên xwe wisa formûle kirin: “Kurd hêza herî zindî û demokratîk in li Sûriyeyê. Herkes vê rastiyê dizane. Ya girîn ji bo Kurdan avakirina yekîtiyê ye. Heger yekîtî were avakirin di pêvajoya guherîna Sûriyeyê de dê nikaribin Kurdan li derve bihêlin. Ji xwe dewleta Tirk dixwaze Kurdan parçe bike û ji bo vê yekê jî hêza herî dînamîk PYD’ê tevî hin partiyên kurd û bi desteka hêzên derve dixwaze bê bandor bike. Ev helwesteke xeter e. Hêza ku herî zêde sûdê bide demokratîkbûna Sûriyeyê bêgûman Kurd in. Lewra divê Kurd neyên lîstikan û bi avakirina yekîtiya xwe ji vê derfeta dîrokî feydeyê bigirin mafê xwe bidest bixin.”

Di tevahiya havînê de berxwedan ANF12:43 / 03 Gulan 2012 Navenda Nûçeyan - Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik got; “Dê li hemberî polîtîkayên dewleta Tirk di temamiya havînê de berxwedaneke fedayî bê nîşandan”. Bayik krîza Gulen/Erdogan jî nirxand û got; “Jixwe rêxistineke sîxûrî ya cûda ya cemeeta Gulen heye” û diyar kir ku belgeyên vê yekê di destê KCK’ê de ne.

Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê di hevpeyvîna da ANF û rojnameya Yenî Ozgur Polîtîkayê de pêşketina çalakiyên civakî û zêdebûna tevgerên gerîlayan, gotûbêjên serokkomariyê yên li Tirkiyeyê û krîza li Sûriyeyê û bihara Kurdan nirxand.

Bayik bal kişand ser operasyonên leşkerî û giritnên li Tirkiye û Bakûrê Kurdistanê û got; “Operasyonên siyasî û leşkerî encamên berdewamkirina polîtîkayên tunekirina Tevgera Azadiya gelê Kurd e. Ji ber ku tu polîtîkayên dewleta Tirk ên ji bo çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd tune ye, dixwaze di qada siyasî de ezmûn û tecrubeyên hezaran salan a gelê Kurd tune bike.”

ÇEKÊN QEDEXEKIRÎ TÊN KARANÎN

Bayik got; “Di dîroka Tirkiyeyê tu carê ewqas girtinên siyasî pêk nehatine. Di dema derbeyan de jî tu carî, evqas mirov ji ber hincetên pûç û vala negirtine û neavêtine zîndanan. Dema di 12’ê Îlonê de mirovan diavêtin girtîgehan, wan jî li gorî xwe hin hincet nîşan dida. Lê niha tu hincetên wiha jî tune ne. ” û wiha domand; “Li hemberî van êrîşan Tevgera Azadiya Kurdan bi tu awayî teslîm nabe.”

Bayik destnîşan kir; “Ji aliyeke din ve dixwazin hêzên gerîlayan tune bikin” û ev lê zêde kir; “Hemû çekên qedexekirî tên karanîn. Gava çend gerîlayan li cihekê dibînin, bi deh hezaran leşker diçin ser wan. Gava ku li cihekê dibîne ku ew nikare berxwedana gerîlayan bişkîne, vê carê çekên qedexekirî bi kar tîne. Li holê tevgerek a perçiqandinê heye.”

Bayik ragihand ku şer di şert û mercên wekhev de nayê meşandin û diyar kir ku li hemberî vê yekê jî gerîla pala xwe dide gelê xwe û baweriya xwe, bi ruhê fedayî li hemberî operasyonên înkar û îmhayê yên dewleta Tirk li ber xwe dide.

GERÎLA HEZEKE FEDAYÎ YE

Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik diyar kir; “Gerîla bi tu awayî li hemberî vê yekê stûyê xwe xwar nake” û wiha pê de çû; “Jixwe hatiye piştrastkirin ku gerîlayan di van 30 salan de li hemberî tu zextan stûyê xwe xwar nekiriye. Gerîla hêzeke fedayî ye.” Bayik ragihand; “Divê tu kes li benda rawestandina berxwedana gerîlayan û çekdanên nebe.”

AKP JI ÇARESERBÛNÊ RIZGAR NABE

Cemîl Bayik got; “Dê li hemberî polîtîkayên dewleta Tirk di temamiya havînê de berxwedaneke fedayî bê nîşandan. Dê were nîşandan vîna gerîlayan bi tu awayî nikare were şkandin, û dê careke din were nîşandan ku gerîla hêza têkoşînê ye. Dewleta Tirk bi tu awayî nikare Tevgera Azadiya Gelê Kurd û gerîlayên wê çareser bike. Di dawiya dawî de ya ku weke hemû hikûmetên berê were çareserkirin hikûmeta AKP’ê ye. Heta hikûmta AKP’ê dest ji vê polîtîkaya xwe bernede, bi tu awayî nikare xwe ji çareserbûna li hembrî berxwedana gerîlayan rizgar bike.”

PIRSGIRÊKA MUXATABAN TUNE

Bayik bal kişand ser nîqaşên li Tirkiyeyên yên li ser mijara “muxatabtiya” pirsgirêka Kurd li Tirkiyeyê û got; “Li Bakûrê Kurdistanê tu pirsgirêkek a muxatabtiyê tune ye.” û wiha domand; “Ji sedî 90-95’ê kesên ku li Kurdistanê hebûna Kurdan, azadiya wê, nasnameya wê, perwerdehiya wê ya bi zimanê zikmakî girîng dibînin, alîgirên PKK’ê ne.”

Cemîl Bayik wiha domand; “Muxatab Rêber Apo ye, muxatab PKK ye. Ev yek zelal û aşkere ye. Rêber Apo jî, tevgera me jî, BDP’ê bi dehan caran ragihand ku evane muxatab in. Rêber Apo jî bi dehan car got ku di çareseriyê de tevgera me jî û BDP jî muxatab in. Bi tu awayî ne mimkun e ku vana ji ve veqetînin û bînin hemberî hev du. Rast e, BDP cûda ye, partiyeke demokratîk a siyasî ye, lê parçeyek ji muxatabtiyê ye. Ji ber ku cemawera (girse) Tevgera Azadiya Kurdan û ya Tevgera Siyasî ya Kurdan yek in. Ev rastî li holê ne û diyar e ka muxatab kî ye. Her yek ji van muxataban dikarin rolên diyar bileyîzin.”

DI NAVBERA GULEN Û ERDOGAN DE NAKOKIYÊN DÎROKÎ HENE

Bayik, nîqaşên der barê krîza navbera Cemaeta Gulen-Hikûmetê û hilbijartinên serokkomariyê de jî nirxandin kir û wiha got: “Di navbera AKP’ya ku pêşengiya wê Erdogan dike û cemaeta Gulen de nakokiyên dîrokî hene. Wekî tê zanîn di navbera cemeata Gulen û Erbakan rêberekî îslamparêz bû. Polîtîkayên wî zelal bûn û xwe ji hêzên rojavayî dûr dixist. Lê Gulen ji destpêkê heta niha bi Amerîkayê re di nava hevkariyê de ye. Di nava Komeleyên Tekoşîna Li Hemberî Komunîzmê de ku CÎA jî di nav de bû cih digirt. Di vê çarçoveyê de Fetullah Gulen cemaata xwe xistiye di bin xizmeta Amerîkayê de.”

AMERÎKA BI CEMEETÊ DEWLETÊ KONTROL DIKE

Bayik got, “Jixwe Amerîkayê piştgirî da Hikûmeta AKP’ê. Piştî erêkirina Amerîkayê cemaet jî bûye şirîkê hikûmetê. Bi vî awayî Amerîka bi destê cemaetê zêdetirê ketiye nava dewletê de. Cemaet dixwaze bi piştgiriya Amerîkayê zêdetirê dewletê bi dest bixe.” Bayik destnîşan kir ku Cemaeta Gulen, jî AKP jî hemû bi Amerîkayê re di nava hevkariyê de ne û wiha domand: “Amerîka di nava cemaeta Gulen de hêzên xwe bi cih kiriye. Li gor xwe eyar daye cemaetê. Bi vî şiklî bi destê cemaetê dewletê kontrol dike.”

BELGE HENE

Bayik, bilêv kir ku ev kontrolkirina dewletê dibe sedema gengeşiyê û wiha pê de çû: “Jixwe cemaet wekî rêxisitinek îstixbaratê ye. Wekî qadên din, di qada îstixbaratê de jî cemaet wekî dewletek alternatîf tevdigere. Belgeyên vê di destê Tevgera Azidiya Kurd de ne. Ji bilî walî û rayeradan bi taybet li Kurdistanê li her derê navendên şerê psîkolojîk û şerê taybet ava kiriye. Hemû agahî li van navendan berhev dibin û bi vî awayî li hemberî Tevgera Azadiya Kurd û hêzên muxalîf têkoşîn dikin. Biryarên li van navendan tên girtin, piştre wekî ferman pêşkeşî walî, qeymekam û rayedarên polîsan dikin. Her çiqas wekî talîmatên hikûmetê bên dîtin jî ev talîmat yên, vê dewleta peralel in. Gulen dixwaze MÎT’ê jî dest bixe û vê organîzasyona xwe bike fermî.”

Bayik ev tişt lê zêde kir: “Em dikarin bêjin ji bo Amerîka û Ewropa polîtîkayên xwe bi Tirkiyeyê re bidin qebûlkirin cemaeta Gulen bi kar tînin. Bi taybet Amerîka û Ewropa ji bo zêdetirê Tirkiyeyê girê bidin xwe dixwazin, hilbijartinên serokomartiyê bi kar bînin û Erdogan bikişînin ser xeta xwe.

Bayik têkildarî îdîayên AKP ji 12’ê Îlonê û 28’ê Sibatê hesap dixwaze de jî ev tişt gotin: “Herî zêde îslamparêzên siyasî ji 12’ê Îlonê sûd wergirtin. Her çiqas Kenan Evren bêje ‘me neheqî nekir yek ji çepê yek ji rastê me daliqand’ jî her kes dizane ku wan piştgirî da îslamparêzên siyasîl. “

Bayik, da zanîn ku îslamparêzên siyasî heta 28’ê Sibatê mezin bûne û wiha got: “Piştî 28’ê Sibatê pergal ji wan aciz bû. Dewletê xwest guhê wan bade û wan car din tevli pergalê bike. Loma gelek aliyên wan bibûn radîkal. Piştî vê eyardayînê ji xwe wek tê zanîn AKP derket holê û îro ev aliyên radîkal jî di nav de hemû aliyên îslamparêzên siyasî car din kişand nava pergalê. Dema tê gotin AKP behremê 12’ê Îlonê û 28’ê Sibatê ye tu xeletî tuneye, ev rast e. Hemû rastiyên dîrokî û siyasî vê dide nîşandan.”

Bayik, gotinên ‘Ji darbeyan hesap tê pirsîn, bi temamî demogojiyê lewma her roj bi dehan kes wekî demên derbeyê tên girtin. Bayik anî ziman ku di polîtîkayên li hemberî kurdan tê bikaranîn de tu guhertin çênebûne.

Tirkiye muhtacê Başûrê Kurdistanê ye ANF11:33 / 04 Gulan 2012 Behdînan - Endamê Konseya Rêber a KCK’ê Cemîl Bayik diyar kir ku kongreya neteweyî ya Kurdan dikare pêşniyara dewletbûna Başûrê Kurdistanê gotûbêj bike û ragihand ku ew ne li dijî îlankirina serxwebûna Başûrê Kurdistanê ne. Bayik destnîşan kir ku kongreyek bê PKK’ê tu wateya xwe tune ye û nirxandinên balkêş ên der barê têkiliyên Başûrê Kurdistan û Tirkiyeyê de kir. Bayik got; “Başûrê Kurdistanê ne muhtacê Tirkiyeyê ye. Tirkiye muhtacê Başûrê Kurdistanê ye… Ger bi milyaran dolarên ji Başûrê Kurdistanê diçin, biçûna cihek din, aboriya Tirkiyeyê xwe li ser lingan nedigirt.”

Endamê Konseya Rêveber a Koma Civakên Kurdistanê (KCK) Cemîl Bayik di beşa duwemîn a hevpeyvîna da ANF û rojnameya Yenî Ozgur Polîtîkayê de nirxandinên girîng ên der barê serdana Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ya li Tirkiyeyê, daxuyaniyên Serokwezîrê Tirk Recep Tayyîp Erdogan û kongreya Neteteweyî ya Kurdan de kir. Bayik destnîşan kir ku rojeva sereke ya hevdîtinên Barzanî yên li Tirkiyeyê Sûriye û mijarên PKK û krîza li Iraqê bûn.

‘TIRKIYE DIXWAZE BI RIYA PDK’Ê BANDORA PYD’Ê KÊM BIKE’

Endamê Konseya Rêveber ê KCK’ê Cemîl Bayik, diyar kir ku mijara herî girîng ya hevdîtina Serokê Herema Federal a Kurdistanê Mesûd Barzanî bûye Suriye û destnîşan kir ku di hevdîtinê de PKK û krîza Irakê jî hatiye nîqaşkirin. Bayik, got “Mijara hevdîtinê ya herî girîng bûye Sûriye” û wiha domand: “Her hal Tirkiyeyê ji bo ku PYD û kurdên li ser xeta Rêber Apo li Suriyeyê bi bandor nebe ji PDK’ê alîkarî xwestiye. Ji PDK’ê re pêşniyara ‘Em bi hevr e bandora PKK’ê bişkênin’ kiriye. Lewra bandora PYD’ê ya Rojavayê Kurdistanê dizanin. Hesabên ‘Gelo em dikarin bi rêya PDK’ê bandora PYD’ê bişkînin’ dikin. Em difikirin ku di hevdîtina Mesûd Barzanî ya Tirkiyeyê de ev mijar hatiye rojevê.”

Bayik, bi lêv kir ku nizanin di vê hevdîtinê de Barzanî û Tirkiye li hev kirine an na û wiha got: “Kurd li Suriyeyê dînamîka demokrasiyê ne. Li gorÎ wê helwesta wan bandor li pêşveçûnan dikin. Bawer dikim, ji ber vê Tirkiye bi destê Barzanî dixwaze kurdan bi Meclîsa Neteweyî ve girêbide. Em nizanin di vî warî de PDK’ê çi bersiv daye. Em dê vê di pratîkê de bibînin.”

‘HERÎ ZÊDE PDK, PKK’Ê NAS DIKE’

Bayik, da nîşandan ku mijarek din ya girîng a hevdîtinê rewşa PKK’ê bû û ev gotin lê zêde kir: “PDK, rêxistina ku PKK’ê herî baş nas dike ye. Mesûd Barzanî dizane nikare çekan bi PKK’ê bide berdan û gefan li PKK’ê bixwe. Tirkiye wê înat bike, PDK û Birêz Barzanî jî dê vê qebûl bike; lê ev nabe. Ev ji bo PDK’ê an jî partiyek kurd a din tê wateya xwe înkarkirinê. Ji ber vê em bawer nakin PYD û Tirkiye li ser vê yekê li hev hatibin. Ya rast divê ev nebe. Em difikirin tiştek wiha jî tune ye.”

Bayik, anî ziman ku mijarek din ya hevdîtinê jî krîza Iraqê û ev tişt gotin: “Krîza Iraqê tenê Başurê Kurdistanê eleqeder nake, Tirkiyeyê jî eleqeder dike. Tevlibûna kurdan ya şerê mezhebê gelek xeter e. Tevlibûna kurdan ya şerê mezhebê wê çand û feraseta kurdan ya demokratîk ji holê rake. Tirkiye hêj dixwaze Başurê Kurdistanê li hemberê Tevgera Azadiya Gelê kurd wekî amûrekî bi kar bîne. Dibêjin em di navbera PDK û PKK’ê de nakokî derxin. Bi destê PDK û YNK’ê tesîr li ser hin kurdên li Bakurê Kurdistanê bikim. Dixwazin di navbera kurdan de cudakariyê derxin.”

TIRKIYE MUHTACÊ BAŞÛRÊ KURDISTANÊ YE

Têkildarî têkiliyên Başûrê Kurdistan û Tirkiyeyê de ev tesbît kir: “Em bi zelalî vê yekê diyar bikin ku, Başurê Kurdistanê ne muhtacê Tirkiyeyê ye. Tirkiye muhtacê Başurê Kurdistanê ye. Ji ber vê gotinên PDK û YNK’ê ji bo Tirkiyeyê gelek girîng e. Tirikeye gelek girîngî dide piştgiriya PDK û YNK’ê. AKP dixwaze bi şerê taybet û psîkolojîk û her wiha bi hemû şêwazên cuda Tevgera Azadiya Kurd tasfiye bike. Dixwaze PDK û YNK’ê jî ji bo vê wekî amûrekî bi kar bîne. Di aliyê din de jî dibêje aboriya Tirkiyeyê baş e. Dahata ji Başurê Kurdistanê herî zêde tesîrê li ser vê başbûnê dike. Ger bi milyaran dolarên ji Başurê Kurdistanê tên biçe cihek din dê abortiya Tirkiyeyê xwe li ser lingan negire. Carnan MHP û hin derdorên din dibêjin bila ‘Xabûr were girtin’. Girtina Xabûrê tu bandorê li ser Başurê Kurdistanê nake; ger were girtin rewşa Tirkiyeyê wê ne baş be. Lewra Başurê Kurdistanê dikare tiştên ji Tirkiyeyê dikire, ji cihek din jî bikire. Her di mijara Sûriyeyê û ya Iraqê de ew piştgiriyê ji Başûr dixwazin. Lewma rewşa hêzên Başûr li hember Tirkiyeyê gelek baş e. Ji ber vê dikarin li hember Tirkiyeyê bêjin na û li ber xwe bidin.”

Bayik nîqaş û amadekariyên Kongreya Netewî ya di navbera kurdan de nirxand û wiha got: “Kongereya Netewî ya Kurd her tim bûye xeyala gelê kurd û rêxistinên siyasî ya kurd. Ji xwe rojeva kongreyê ne rojeveke nû ye. Rojeva dehan salan e.”

REWŞA SIYASÎ YEKITIYA KURDAN FERZ DIKE

Bayik da zanîn ku statukoyên berê li Rojhilata Navîn hilweşiyane û di pêvajoya ku statukyên nû dihatin avakirin de kurd bûn hêzeke mezin û vê yekê jî derfetên mezin afirandin û wiha pê de çû: “Ger ku têkobikoşin dê kurd jî li Rohilata Navîn bibin hêzeke mezin. Divê Kurdên Tirkiye, Îran, Iraq û Suriyeyê ji bo ku ji vê derfetên fêdeyê bigirin xwedî helwest bin. Dema ku mêtînger wisa tevbigerin kurdên ku bê statu mane çawa tevdigerin diyar e. Di dema nêz de Tirkiye, Îran, Suriye û Iraq têkiliyê wan xera bibin, jî dema mijara gotinê dibe pirsgirêka kurd dîsa hev û du dişopînin. Di hawireke wisa de hevsengiya nû ya siyasî tê avakirin û Rojhilata Navî ji nû ve teşe digire. Ji ber vê jî kurd encex dikare bi yekitî û hevpariyê bibin hêz. Sedemek din ya ku kongreya netewî kiriye pêwist ew e ku rewşa siyasî ye. Rewşa siyasî ya Rojhilata Navîn teqez yekitiya kurd ferz dike.”

Bayik diyar kir ku di vê demê de ger kurd nebin yek, rewşa îxanetê îfade dike û got îro nebe dê kengî bibe. Bayik axaftina xwe wiha berdewam kir: “Di vê pêvajoya ku Rojhilata Navîn ji nûve teşe digire de her kes dixwaze xwe bandor bike û bibin xwedî awentaj. Ji bo vê îtîfaq tên avakirin û xerakirin. Hemû polîtîkayên aktîf dişopîne. Ji ber vê jî gelo dibe ku kurd bê deng bimînin? Peywira herî girîng a kurdan divê kurd bibin yek û tevlî pêvajoyê bibin. Divê aktîf bib.”

Bayik di berdewamiya axaftina xwe de diyar kir ku kongreya ku PKK tê de cih negire, tu wateya wê tune ye û wiha got: “Me dikarîbûn kongreyek ku KDP û YNK tevlî nebin pêk bianiya. Lê ji ber ku îradeya hemû kurdan temsîl nedikir, ev kongre nedibû kongreyek neteweyî. Ji ber vê jî divê kongreyek ku hemû rêxistnên kurd tevli bibin pêk bihata. Di vê asta ku em hatinê de divê fikarên kurdan yên netew-demokratîk esas bên girtin.”

Bayik diyar kir ku bendewariyên ji kongreyê zêde ne û wiha got: “Nêzîkatiya me ev e; Kurd hêza herî demokratîk a Rojhilata Navîn e. Yên ku Îran demokratî kirine kurd in. Her wiha ji bo Iraq û Suriyeyê jî ev tê gotin. Yanî wekî esas em dibêjin ku em ewlehiya azadiyê û hebûna netewî ya kurdan di demokratîkbûna kurdan de dibînin.”

Bayik der barê kongreyê de bi kurtasî ev tişt gotin:

*Beriya her tiştî kongre dê di karekterê demokratîk de pêk were. Di serî de divê ew di nêzîkatiya demokratîk de be. Ev kongre dê îradeya demokratîk a gelê kurd esas bigire û demokratîkbûna civaka kurd esas bigire. Ji ber ku hêza civakê di demokratîkbûnê de derbas dibe.

*Belê paradîgmayeke me ya tevgerê ya dewletbûnê tune. Lê em ne li dijî nîqaşên îlankirina serbixwebûna Başûr in. Dibe ku hin şertên ku kurdan ber bi dewletê bibe jî hebin. Lê em stratejiya kurdan ne di dewletbûnê de di demokratîbûnê de dibînin. Fikra me ev e ku bibe polîtîkayeke ku Rojhilata Navîn demokratîk bike.

*Dibe ku pêşniyara dewletbûna Başûrê Kurdistanê bê kongreyê. Ev jî dê bê nîqaşkirin. Em ji bo vê tiştekî nabêjin. Lê ger ku kurd civaka xwe û welatên herêmê di esasa demokratÎkbûnê de bi kar bînin dê zêdetir qezenc bikin. Ji ber vê jî kurd ku hêza wan a demokratîk heye divê mezin bifikirin.

*Bi vê zihniyeta demokratîk divê kurd sînoran nekin pirsgirêk û divê kurd di nava xwe de di warê siyasî, netewî, çandî yekitiya xwe ava bikin û divê azadî û demokrasiya xwe bikin bin ewlehiyê. Ji ber vê jî di her parçeyê Kurdistanê yekitiya xwe ava bikin.

*Kongre di qadên aborî, civakî, çandî ,siyasî û netewî de xwedî zemîneke girîng e. Ev kongre dê van pêk bîne. Em ji vê kongreyê vê dixwazin. Em dixwazin ku saziyên hevpar bên avakirin. Dê li qada siyasî, civakî, çandî û dîplomatîk de rêgezên hevpar bên diyarkirin. Li aliyê din jî divê ev bê pratîzekirin. Rêber Apor ev li ser 5 rêgezan bi 4 pêşniyaran pêşkêş kiriye. Wekî rêgeza şer û aştiyê, rêgeza yekitiyê, rêgeza çareseriya demokartîk, rêgez aborî û çandî û rêgeza siyaseta demokratîk rêz kiriye. Di van pêşniyarên pratîk de anîna ba hev a hêzên parastina rewa û organên pêkanîn û sazîbûna dîplomatîk esas digire. Bê guman dê ev hemû bên nîqaş kirin û bi encam bibin. Em ji bo hemûna amade ne.

* Îro li Başûrê Rojava ya Kurdistanê rewşeke şênber heye. Gelê wir nêzî bidestxistina statuyê ye. Di rewşeke wisa de gelo dibe ku mirov bê berpirsyar nêz bibin? Li vê parçeyê divê polîtîkayeke hevpar û divê hemû rêxistinên kurd bibin yek. Divê statuya xwe ya ku daxwaz dikin derxin holê. Êdî xweseriya demokratîk e, federasyone çi dixwazin bila derxin holê û bi daxwaza xwe bidin qebûlkirin. Di vê easê de divê derxin holê ku li Suriyeyê bi hev re dijîn.

*Naskirina azadî û hebûna netewî ya kurdan ne ji bo Îran, ne bo Iraq û ne jî bo Tirkiyeyê xerab e. Berovajî vê dema pirsgirêka kurd çareser bibe Tirkiye, Îran û Suriye dê bi hêztir bibin. Dê hemû Rojhilata Navîn bi hêztir bibe. Ji ber vê jî ev kongre ne li dijî welatên li herêm ye.

*Yanî kongreyek wisa kongreyek ku kurd li wir pirsgirêkên xwe çareser bikiye. Ji neçareserkirina pirsgirêka kud welatan bi pirsgirêkan re rû bi rû dihêle. Ji ber vê jî ev kongre dê van xetimandinan jî ji holê rabike.

Pevçûnên Tirkiye û Îranê dê dijwar bibin ANF10:37 / 05 Gulan 2012 Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik diyar kir ku dê di nava pevçûna hêzan ên li herêmê de pevçûnên di navbera Îran û Tirkiyeyê de dijwartir bibe û got; “Rageşiya di navbera Tirkiye û Îranê de dê zêdetir bibe. Ev yek bi taybet dê bi rêya Iraqê dijwar bibe. Tirkiye dê di demên pêş de bibe baregeha êrîşa li ser Îranê. Rageşiya di navbera Îran û Azerbeycanê de dê zêde bike. Dê puruza çekên nukleerî derxe holê. Îranê vê yekê dîtiye.” Bayik bal kişand ku Ereb naxwazin Tirkiye zêde li Sûriyeyê xwedî bandor be û got ku Enqere sîxûrê DYA yê li Rojhilata Navîn e.

Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik di beşa sêyemîn a hevpeyvîna daye ANF û rojnameya Yenî Ozgur Polîtîkayê de pêşketinên li Rojhilata Navîn, rewşa Îran, Iraq û Sûriyeyê nirxand.

Bayik bal kişand ser nîqaşên li ser serxwebûna Kaşûrê Kurdistanê û diyar kir ku dewletbûyîn pirsgirêkê çareser nake. Bayik got; “Bê guman mafê her hêzek siyasî û her gelek ku çarenûsa xwe bi xwe diyar bike. Ev daxwaz û maf ji bo Kurdan jî rewa ye. Lê em weke tevger bawer nakin ku ev pirsgirêk bi dewletê bên çareserkirin. Dewletbûyîn ne çareseriya pirsgirêkan e. Demokratîkbûn pirsgirêka çareser dike. Civakê bi hêz dike, dewletbûn civakê bi hêz nake.”

‘DIBE LÊGERÎNÊN NÛ BÊN ROJEVÊ’

Bayik destnîşan kir ku Kurd dikarin demokrasiyê bînin herêmê û got; “Em li Bakûrê Kurdistanê dixwazin pirsgirêka Kurd di nava sînorên Tirkiyeyê de bi awayeke demokratîk çareser bikin. Lê me diyar kir ku ger ev yek pêk neyê, me alternatîfa çareseriya xwe bi xwe danî holê. Çareseriya KCK’ê ne dewleteke cûda ye.” Bayik destnîşan kir ku KCK ne alternatîfek a dewletê ye û diyar kir ku ji ber ku tu karekter û nêzîkatiyên dewleta Tirk ên ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd tune ne, projeya çareseriyê ya KCK’ê weke her carê weke “cûdakar” bi nav kiriye, êşîr kir û mîna dewleteke cûda nirxand. Bayik got; “Ger ev wiha berdewam bike, ger êrîşa li hemberî çareseriya KCK’ê ya ku yekitiya Tirkiyeyê dike hedef berdewam bike, ger nêzîkatiya me ya ji bo çareseriya yekitiya demokratîk neyê qebûlkirin, kurd dikarin li çareseriyek din bigerin.”

HEMÛ PARÇEYÊN KURDISTANÊ ELEQEDER DIKE

Bayik bal kişand ser hewldanên dewletbûnê yên li Başûrê Kurdistanê jî û diyar kir ku ger li Başûrê Kurdistanê dewletbûyîn weke alternatîfeke cûda tînin rojevê, divê hemû rêyên din biceribînin. Bayik got; “Mirov nikare bêje serxwebûn dê her tiştê çareser bike û her tiştê bike gul û gulistan.” Bayik destnîşan kir ku rêveberiya Başûrê Kurdistanê dikare mesafeya di navbera rêveberî û civakê de bi nêzîkatiyeke demokratîk derbas bike û got; “Ger dewlet ava bibe, rêveberî dê ji civakê dûr bikeve. Wê demê dê ji îro çend qatan zêdetir mekanîzmayên burokrasî yên leşkerî û sivîl zêde bibin. Ji ber wê jî divê mirov dewletbûnê weke azadbûn û demokratîkbûn civakê nebîne. “ Bayik diyar kir ku her li hemberî hemû hewldanên Kurdan pirsgirêk çareser nebe, mijara dewletbûnê were rojevê, ev yek jî hemû parçeyên Kurdistanê eleqeder dike, ji ber wê jî em dibêjin ku divê ev yek bi nêrîna hemû hêzên siyasî yên Kurd û vîna hemû Kurdan pêk bê.

Bayik destnîşan kir ku divê Kurd li ser hemû encamên erênî û nerênî yên ku serxwebûn û dewletbûn ji bo hemû parçeyên din ên Kurdistanê bi xwe re bîne baldar bin û got; “Divê di dewletbûnê de çareseriya hemû pirsgirêkên li Başûrê Kurdistanê û divê nêzîkatiyek ku li ser parçeyên dinên Kurdistanê baldar bin, esas bên girtin. An ne, weke Rêberê Gelê Kurd diyar kiriye, em ê bi rewşek ku li hemberî razîbûna Îran, Tirkiye, Iraq û Sûriyeyê ya ji bo dewletek biçûk a Kurdan, fedakirina hemû parçeyên din ên Kurdistanê re rû bi rû bimînin.” Bayik diyar kir ku ger ev yek bi vîn û helwestek hevpar a hemû Kurdan pêk bê, dê pêşî li encamên nerênî bên girtin û dê ev yek ji bo berjewendiya hemû parçeyên din jî û Başûrê Kurdistanê jî be.

‘EREB NAXWAZIN TIRKIYE LI SÛRIYEYÊ BI BANDOR BIBE’

Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik bal kişand ser polîtîkayên AKP’ê yên li hemberî Sûriye û got; “Erdogan nijadperestiya Ereban hindik dibîne. Nijadperestiya Ereban li ne li hemberî Îslamê ye. Li Rojhilata Navîn gelek jê di bin navê Îslama Siyasî de, nijadperestiya Erebî dikin. Ji ber wê jî hêza nijadperestiya Ereban heye. Piraniya vê hêzê xwedî karekterek Îslamî ye. Îslam karekterek gerdûnî ye, lê cara yekemîn weke ola Ereban rabûye. Ji ber wê jî Ereb û Îslam ketine di nava hev de. Tirkiye dixwaze bi rêya Birayên Misilman bandora xwe ya li ser Sûriyeyê bişidîne, ev yek jî welatên din ên Ereb nerehet dike.” Bayik bal kişand ku Ereb ji ber wê jî naxwazin Tirkiye zêde li Sûriyeyê xwedî bandor be.

Bayik bal kişand ser polîtîkayên dewleta Tirk ên li Rojhilata Navîn ku diyar kir ku Tirkiye polîtîkayek li ser hesasiyetên Îslamê naşopîne, li herêmê bûye “Hespê Truya” yê Rojava û sîxûrê DYA yê li Rojhilata Navîn e.

‘RAGEŞIYA DI NAVBERA TIRKIYE Û ÎRANÊ DE DÊ ZÊDE BIBE’

Bayik diyar kir ku dê di nava pevçûna hêzan ên li herêmê de pevçûnên di navbera Îran û Tirkiyeyê de gurrtir bibe û got; “Rageşiya di navbera Tirkiye û Îranê de dê zêdetir bibe. Ev yek bi taybet dê bi rêya Iraqê dijwar bibe. Tirkiye dê di demên pêş de bibe baregeha êrîşa li ser Îranê. Rageşiya di navbera Îran û Azerbeycanê de dê zêde bike. Dê puruza çekên nukleerî derxe holê. Îranê vê yekê dîtiye.”

TIRKIYE PARÇEYEK JI RAGEŞIYA DESTHILATÊ YA LI YA IRAQ Û SURIYEYÊ

Bayik wiha domand; “Tirkiye, êdî parçeyek ji rageşiya desthilatiya Iraqê ye, ya Suriyeyê jî. Ji xwe Tirkiye dibêje ez hêza herêmê me. Dibê êdî ez dê di têkoşîna desthilatên herêmê de jî cih bigirim. Dibêje ez dê piştgiriyê bidim yên nêzî xwe û dibêje ji bo bibim welatekî mezin hewcedarî bi vê heye. Êdî mudaxale û polîtîkayên xwe wisa diparêzin. DYA çawa ku wekî dewletek mezin mudaxaleyê her cihê dike, Tirkiye jî xwe wekî dewleta herî mezin a Rojhilata Navîn dibîne, mudaxalekirina pirsgirêkên siyasî ji xwe re maf dibîne. Tirkiye ketiye pêvajoyeke siyasî ya bi vî rengî. Bê guman ev polîtîka ku bê encam bimîne. Tirkiyeya ku nekare pirsgirêkên xwe yên navxweyî çareser bike , dê tu encamê jî bi dest nexe.

Tirkiye li Rojhilata Navîn çiqas pêde bikeve jî ne mumkune ku bibe Osmaniyeke nû. Berovajî vê di hişê erebean de travmayeke kur ya Osmaniyan heye. Li Îranê jî ev heye. Ji ber vê jî ne mumkune ev polîtîka bi encam bibin. Ancax Tirkiye demokratÎk bibe û bi hêza xwe ya demokratîk bibe mînak wê demê dê sempatiya erebe û Rojhilata Navîn qezenc bike. Wê demê dê bibe hêza herî mezin a Rojhilatê Navîn. Lê ev bi zihniyeta serdest û osmaniya nû nabe. Nirxên demokratîk, potansiyela aborî dike. Potansiyela çandî dike.

Herî dawî, Bayik şehîdên 6’ê Gulanê bi bîr anî û got; “Ez di şexê Deniz, Huseyîn û Yusuf Alsan de hemû şehîdên meha Gulanê bi minet bi bîr tînin. Meha Gulanê ji bo Kurdan jî meha şehîda ne. Em Gulanê weke meha şehîdan bi bîr tînin.”

DYA’yê dît ku polîtîkaya bê PKK û BDP’ê nameşe ANF09:58 / 06 Gulan 2012 Behdînan - Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik got; “Li cihek ku bi hezaran kes girtî bin, hevdîtin jî pêk nayên. Gelo BDP dikare girtina ewqas mirovan û hewldanên tasfiyeyê yên li hemberî xwe ji nedîtî ve bê? BDP dê bê tasfiyekirin û weke ku qet tiştek neqewimiye, dê bi AKP’ê re hevdîtin pêk bîne. Ev ne hevdîtin e, ev şantaj e. Ne hevdîtinên wiha dibin û ne jî muzakereyên wiha dibin.”

Bayik, hevdîtinên BDP’ê yên li Amerîkayê nirxand û diyar kir ku êdî DYA jî bûye yek ji aliyê pirsgirêka Kurd.

Bayik got; “Ev hevdîtin li rastî pêvajoyek ku hikûmeta AKP’ê têde li herêmê taşerontiya polîtîkayên DYA’yê ya ku weke wê di dîroka Tirkiyeyê de nehatiye dîtin dike de hatiye. Ji ber wê jî DYA êdî bûye yek ji parçeyên nayê veqetandin a siyseta Tirkiyeyê ye. Jixwe Tirkiye dixwaze bi piştgiriya DYA’ê Têkoşîna Azadiyê ya gelê Kurd a ku pir mafdar e, têk bibe. Ger di astek wiha de li hemberî têkoşîna azadiya Kurdan a mafdar şerek wiha tê meşandin, ger bi dehan sal e, li hemberî berxwedana têkoşîna kurdan, li hemberî daxwazên demokratîk ên Kurdan israr dike, di vê meseleyê de para DYA’yê pir zêde ye. Dewleta Tirk teqez ji bo têkbirina tevgera azadiya Kurdan evqas taşerontiyê ji DYA’yê re dike. Heta duh jî digot ku ew ê bi îtîfaqa bi Îran, Iraq û Sûriyeyê re Tevgera Azadiya Kurdan têk bibin, lê bi ser neket.”

Bayik destnîşan kir ku Tirkiyeyê niha dest bi sîxûrtiya DYA’yê kiriye û ji DYA’yê re gotiye “Ez ê ji bo polîtîkayên we yên li herêm sîxûrtî bikim, hûn jî di têkbirina Tevgera Azadiya Kurdan de piştgirî bidin min.” Bayik diyar kir ku Tirkiye di astek li berçavan de li hemberî tevgera wan ji DYA’yê piştgirî digire û got; “Dibe ku çi alîkariya ji DYA’yê bixwaze wernegire, lê bi aşkereyî alîkariya leşkerî û siyasî ji DYA’yê werdigire. Jixwe tê zanîn balefirên bê mirov ên keşfê yên DYA û Îsraîlê ne.”

‘DYA BÛYE ALIYEK Ê PIRSGIRÊKA KURD’

Cemîl bayik bal kişand ser girtinên siyasî yên li Tirkiyeê û diyar kir ku ger bi wayeke faşîzan bi hezaran siyasetmedar tên girtin, ji bo şkandina vîna gel ev girtin pêk tên û cîhan li hemberî vê yekê bê deng dimîne, sedemê vê yekê piştgiriya Tirkiye ji DYA’yê digire ye. Bayik destnîşan kir ku beşek mezin a propaganda û çapemeniya cîhanê di destê DYA’yê de ye, dikare di çend rojan de nêrîna cîhanê ya li hemberî Tirkiyeyê biguherîne û wiha domand; “Dikarin bi hezaran girtiyan bînin rojevê. Dikarin girtin û zilma li ser gelê Krud bîne rojevê. Dikare bi hêsanî Tirkiyeyê tengezar bike.” Bayik diyar kir ku dikare ji Sûriye, Misir û Tûnisê jî zêdetir Tirkiyeyê tengezar bike, ji ber ev zilma li Tirkiyeyê tê meşandin, ne li Tunis, ne Misir û ne jî li Sûriyeyê heye. Dixwazin vî gelî bi ziman û çanda wî ve tune bike. Lê dîsa jî li hemberî vê yekê bê deng in. Tirkiye ji bo berdewamkirina vê bêdengiyê taşerontiya DYA’yê dike. Ji ber wê jî DYA bûye parçeyek ji pirsgirêka kurd. Her wiha parçeyek ji çaresernekirinê ye jî.” Bayik destnîşan kir ku raya giştî ya DYA’yê bi awayeke yek alî ji aliyê dewleta Tirk ve di meseleya Kurd de tê agahdarkirin û BDP-KCD’ê ji bo pêşîlêgirtina vê yekê hevdîtinan pêk anîne.

Bayik wiha pêde çû; “BDP û KCD’yiyan ji bo jiholêrakirina neçareseriya di pirsgirêka Kurd de, ji bo hin aliyê DYA’yê di çareseriya pirsgirêkê bi rêyên demokratîk destek bidin, di vî warî de bandorkirina raya giştî, dîsa xeletiya destekkirina polîtîkayên neçareseriyê yên hikûmeta AKP’ê û karanîna hêza DYA’yê ya ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd hevdîtin pêk anîne, ev yek ne tiştek xelet e. Yên ku Kurdan di bin zilmê de dihêlin û zextan li Kurdan dikin, li cihanê hemû têkiliyên dîplomatîk dideynin. Mafê Kurdan jî heye ku van têkiliyên wiha deyne” û nerazîbûnek tund nîşanî daxuyaniyên spekulasyon ên der barê hevdîtinên BDP û KCD’ê de da.

Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê destnîşan kir ku doza Kurdan pir mafdar e û mafê wan heye ku behsa vê doza xwe ji her kesê re bikin û got; “Ji ber wê jî Kurd dikarin daxwazên ji xwe ji DYA, Ewropayê re jî, Kanedayê re jî û heta ji Çînê re jî rabigihînin. Tu kesek nikare ji Kurdan re bêjin daxwazên we ne heq in û kesê negotiye jî. Heta niha Kurdan bi kê re têkilî danîne, negotine hûn gelek tişt dixwazin an jî têkoşîna we şaş e.”

Her wiha, Bayik diyar kir ku vê şandeya BDP-KCD’ê bi aşkereyî diyar kiriye ku sedemê neçareseriya pirsa Kurd polîtîkayên dewleta Tirk e, ger bi rêyên siaysî nayê çareserkirin jî sedema wê jî hikûmeta AKP’ê ye. Bayik diyar kir ku dewleta tirk û hikûmeta AKP’ê bi girtina bi hezaran siyasetmedaran rê li ber rêyên siyasî girtî ye.

‘POLÎTÎKAYA ÇARESERIYÊ TUNE BE, AGIRBEST JÎ BÊ WATE YE’

Bayik destnîşan kir ku di vê rewşê de êdî ne girîng e agirbestek yek alî an jî du alî hebe û tu wateya abirbestên ji bo mijûlkirin û qezençkirina demê tune ye û got; “Di asta niha de ya girîng ew e ka polîtîkaya çareseriyê ya dewleta Tirk heye an na. Ger polîtîkayek çareseriyê ya dewleta Tirk tune be, projeyek wê ya çareseriyê tune be, tu wateya agirbestek yek alî, an jî du alî jî tune ye.” Bayik destnîşan kir ku divê herî kêm ji bo çareseriyê zemînek hebe û wiha domand; “Li cihek ku bi hezaran kes girtî bin, hevdîtin jî pêk nayên. Gelo BDP dikare girtina ewqas mirovan û hewldanên tasfiyeyê yên li hemberî xwe ji nedîtî ve bê? BDP dê bê tasfiyekirin û weke ku qet tiştek neqewimiye, dê bi AKP’ê re hevdîtin pêk bîne. Ev ne hevdîtin e, ev şantaj e. Ne hevdîtinên wiha dibin û ne jî muzakereyên wiha dibin. Ev yek tenê bi 30 parlementer û çend şaredar û serokên bajaran ên BDP’ê pêk anyê. Bi hezaran rêveber, şaredar û rêveberê BDP’ê girtî ne. Ev yek tê wateya tasfiyekirina BDP’ê. Hevdîtin û muzakereyên wiha nabin. Her hal BDP’ê vê helwesta xwe nîşan daye.”

Bayik got ku pêşniyarên maqul ên hevserokên BDP’ê yên ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd hene û nîşan dane ku ger ev pêşniyarên maqul ên Kurdan bêne pêşwazîkirin, dê pirsgirêka Kurd di demek kin de bê çareserkirin, her wiha ji bo çareseriya siyasî ji DYA’yê piştgirî xwestine. Bayik, bal kişand ku di sedsala bîstan de Kurdistan hat parçekirin û berpirsê vê yekê jî hêzên navneteweyî ne û got; “Îro jî ev hêz berpirsên neçareserkirina pirsa Kurd in. Sedema neçareserkibirina pirsa Kurd li Îranê jî û li Sûriyeyê jî dîsa polîtîkayên Tirkiyeyê ne. Ger Tirkiye ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd pêngav biavêje, Îran jî Sûriye jî êdî nikarin polîtîkaya neçareseriyê bişopînin.” Bayik destnîşan kir ku Tirkiye ji bo neçarserkirina pirsgirêka kurd cesaretê dide welatên din û got; “Tirkiye jî ji DYA û ji YE’yê piştgirî digire; Îran, Iraq û Sûriye jî ji vê polîtîkayên neçareserkirinê yên Tirkiyeyê cesaretê digirin. Divê BDP’ê besha van polîtîkayan ji DYA’yê re kiribe.

HEVDÎTINÊN BDP’Ê YÊN LI DYA

An ne, ger BDP biçe DYAY’ê û Ewropayê jî, ew jî dê mîna Erdogan ji wana re bêjin navber bixin navbeyna xwe û PKK’ê em ê paşê bi we re hevdîtin pêk bînin, we muxatab bibînin. BDP jî dê guhdarî vê yekê bike! Weke ku Tirkiyeyê zaniye ku ev yek qet çênebe, divê DYA jî vê yekê bizane. Ger DYA’yê ji hevserokên BDP’ê re gotibe ku navber bixin navbeyna xwe û PKK’ê, dest jê berdin, piştgirî bidin xurtkirina polîtîkayên AKP’ê, ev yek jî tê wateya dubarekirina gotinên Erdogan ji aliyê Washingtonê ve. Ger ev gotinên ku wiha yên li Tirkiyeyê tên gotin BDP û KCD wana cidî negirtibin, wê çaxê li DYA’yê jî van gotinane cidî negirtine. Lê em bawer dikin ku DYA’yê nêzîkatiyek wiha nîşanî BDP’ê daye. Hin rojname dibêjin ku DYA hin pêşniyarên wiha ji BDP’ê re kirine. Dê ji aliyekê Barzanî li aliyekê jî DYA telqîn bike, BDP’ê bi dûvika AKP’ê ve girêbidin, bikin yêdega polîtîkayên AKP’ê yên neçaresiyê! Ev yek qet ne mumkun e.

Tu polîtîkayên AKP’ê yên çareseriyê tune ye. Versiyona nû ya desthilatiyên berê ye. Li rêbazên desthilatiyên beriya xwe mijûlkirin, xapandin û şerê psîkolojîk zêde kiriye. Ger polîtîkayek a çareseriyê ya AKP’ê hebûya BDP’ê û Tevgera Azadiya Kurdan dê piştgirî bidaya.”

Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik wiha domand; “Wateyek wiha ya van hevdîtinan heye; DYA’yê heta roja îro tevgera Kurdan li Bakûrê Kurdistanê nas nedikir, Kurdan mîna muxatab nedidît. Piştî hilbijartinên 29’ê Adarê Obama bi Ahmet Turk re hevdîtin pêk anî. Belkî niha ne ewqas payebilind be jî, lê bi rayedarên hikûmetê û saziyên sivîl re hevdîtin pêk anîn. Di rastiyê de ev yek nîşan dide ku êdî DYA’yê qebûl kiriye ku tevgera li Bakûrê Kurdistanê xwedî bandor PKK ye û BDP ye. Divê wiha were fêmkirin; DYA êdî dîtiye ku polîtîkayek Kurdan bê BDP û bê PKK’ê nema êdî dikare bimeşe. Divê ev yek jî wisa were dîtin ku dê ev yek di demên pêş de ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd bi rêyên siyasî encamên erênî bi xwe re bîne. Ev yek dê bikare daxwazên Kurdan bi dewleta Tirk bidin qebûlkirin, ev yek jî nîşan dide ku ji bilî muxatabgirtina tevgera Kurd tu rêyek din a dewleta Tirk nemaye. Çawa ku Erdogan bi daxuyaniya “Çekan deynin dê operasyon rawestin” nîşan daye ka muxatab kî ye, DYA jî êdî ketiye nava van hevdîtinan, bi BDP’ê re hevdîtin pêk aniye û nîşan daye ku ew di pirsgirêka Kurd de kê muxatab dibînin.”

ANF NEWS AGENCY