Bêmal Tokçu jiyana xwe ji dest da
08:55 11.12.2013 1 / 3 WAN (DÎHA) - Ciwanê 25 salî Bêmal Tokçû ku di merasima cenazeyên Mehmet Reşît Îşbîlir û biraziyê wî Veysel Îşbilir ên ji aliyê polîsan ve hatin qetilkirin rastî êrîşa polîsan hat û bi guleya polîsan birîndar bû, li Wanê jiyana xwe ji dest da.
Li Navçeya Geverê ya Colemêrgê di 6'ê kanûnê de girseya ku xwest şikandina gorên endamên HPG'ê şerezar bike rastî mudaxaleya polîsan a bi çek hatibûn. Di mudaxaleya polîsan de Mehmet Reşît Îşbîlîr ê 34 salî û biraziyê wî Veysel Îşbîlîr ê 35 salî bi guleyên polîsan jiyana xwe ji des dabûn. Di 7'ê Kanûnê de li Geverê cenazeyên ap û birazê ji aliyê 10 hezaran kesan ve hat definkirin. Di merasima cenaze de polîsan dîsa bi bombeyên gazê û çekan mudaxaleyî girsê kir û ciwanê 25 salî Bêmal Topçu bi giranî birîndar kirin. Bêmal Topçu ê li Geverê bi guleya polîsan bi giranî birîndar bû rakirin Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Yuzuncu Yılê ya Wanê. Bemal Tokçu ji ber mejiyê wî mir, di roja 4'an li Nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da. Hat diyarkirin ku cenazeyê Tokçu li benda rapora otopisyê ye. Malbatê diyar kir ku piştî otopsiye xwestin cenazeyê Tokçu bibin Gundê Alakana, lê li ser daxaza gel dê cenaze bibin Goristana Bajêrge ya Geverê bi girseyî defin bikin.
(mae)