"Bêperwatiyeke ji Dadgehên Îstîklalê pir zêdetir dikin"
Parlementerên tahliye bûn: Bêperwatiyeke ji Dadgehên Îstîklalê pir zêdetir dikin
10:48 05.01.2014 1 / 13 ERDOGAN ALTAN / YASÎN KOBÛLAN
AMED (DÎHA) - 4 parlamenterên BDP'ê û parlamenterê Wanê yê serbixwe li ser biryara Dadgeha Makezagonê serbest hatin berdan. Parlementera BDP'ê ya Şirnexê Selma Irmak ku li ser biryara AYM'ê hate tahliyekirin diyar kir ku divê li ser kurdan vesayeta hiqûqê bê rakirin, Gulser Yildirim jî da zanîn ku tahliyekirina wan weke wenciyekê nikarin bidin nîşandan. Parlementerê BDP'ê ya Şirnexê Faysal Sariyildiz jî destnîşan kir ku dadgehan li "Kurdistanê" qerarên hiqûqê nemeşandiye, tenê şixûlê qontrayê meşandine. Parlementer Îbrahîm Ayhan jî, anî ziman ku operasyon û darizandin di Dadgehşên Îstîklalê ya 1920'î de bêhiqûqiyeke har û bêhiqûqî qat be qat derbas dike hate meşandin. Parlementerê Serbixwe Kemal Aktaş jî got ku biryara AYM'ê bêhiqûqiya dadgehên heremî derxiste holê.
Parlementerê BDP'ê ya Rihayê Îbrahîm Ayhan piştî 4 salan girtî ma, li ser biryara Dadgeha Makezagonê ji hêla 5'emîn Dadgeha Cezaya Giran a Amedê ve hatin berdan. Derbarê ketina girtîgehê, hiqûqa pêk tê û tahliyekirina wî ji DÎHA'yê re axivî. Ayhan, diyar kir ku bi operasyona di 14'ê nîsana 2009'an de li ser tevgera siyasî ya kurd hate destpêkirin de, ji bo "tasfiye" û "dilgirtinê" ye. Ayhan, da zanîn ku ya hezaran hevalên karên siyasî û demokratîk dimeşandin bi awayekî "nêçîra pîrebokê" avêtin zindanan. Ayhan, wiha got: "Operasyon û darizandinên hatin kirin, bêhiqûqî û bêperwatî ya di Dadgehên Îstîklalê ya 1920'an de qat bi qat zêdetir hate meşandin. Qrîterên gerdûnî yên mafên mirovan, demokrasî, hiqûq tune hatin hesibandin, ser û bin hate kirin. Tevgera siyasî ya kurd di îşkenceyeke spî, mirineke spî de derbas kirin."
'Ji kurdan re cuda ji tirkan re cuda hiqûq pêk hat'
Ayhan, destnîşan kir ku noqteya heyî ew çiqas mafdarin derdixe holê û wiha got: "Ya dawî dadgehên Amedê ku biryarên AYM'ê tunehesiband, em rastî hiqûqekî çewa hatine radixe berçavan. Adeta hiqûqekî mêtîngeriyê hate lidarxistin, ji Rojavayê Firatê re cuda ji Rojhilat re cuda hiqûq hatin bikaranîn. An go ji kurdan re cuda ji tirkan re cuda hiqûq hate bikaranîn. Mejiyê beriya 5 sal an jî beriya wî de berdewam dikir bi awayek aşkere derkete holê."
'Heta mejiyê Dadgehên Îstîklalê dom bike...'
Ayhan got "Heta hevalên me di hindûr de bin, mejiyên Dadgehên Nûnerê Taybet a Dadgehên Îstîklalê berdewam bike tu wateya azadiya me tune ye." Ayhan, diyar kir ku ji bo vê yekê jî di serî de ji bo kurd û hemû dînamîkên civakê qenalên siyasetê ya demokratîk bên vekirin. Ayhan, da zanîn ku divê bi awayek cidî nêzî pêvajoya muzakere û diyalogê ya bi Îmraliyê re hatiye destpêkirin bibin û sererastkirina makezagonî bê kirin. Ayhan, ev tişt gotin: "Hikumeta AKP'ê bê dem derbas bike ji bo çareserkirina aştiyane û demokratîk di serî de bi birêz Ocalan û dînamîkên Tevgera Siyasî ya Kurd re bi perspektîfa muzakereyê hildin dîqatê. Di vê çerçoveyî de gav bên avêtin. Encax bi vê awayî em dikarin qala aştiyekî mayînde bikin."
'Samîmiyet serbestberdana girtiyên nexweş e'
Parlementera BDP'ê ya Mêrdînê Gulser Yildirim jî ku bi biryara AYM'ê ji Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê hate tahliyekirin, diyar kir ku tahliyekirin nikarin wek e litufek nîşanê wan bidin. Yildirim, da zanîn ku hêj jî bi hezaran girtiyên nexweş û siyasetmederanên kurd hene û destnîşan kir ku girtina wan hemûyan bi temamî ji ber siyasetek demokratîk meşandine ye. Yildirim, anî ziman ku sedema operasyona li hemberê wan hatiye kirin serkeftina wan a hilbijartina heremî ya sala 2009'an bû ye. Yildirim, wiha got: "Li vir tê xwestin ku mafeke demokratîk a gel heye, çandeke gelekî heye. Lê mixabin ji ber ûjdan vê yekî nedîtin, bi vê awayî di ser me de hatin û xwestin bi vê awayî bi tune bikin. Em hêj jî di fikira ku hikumet ne samîmî ye. Lewra heke dewlet samîmî bûya hêj jî Nesîme Kalkan û bi hezaran girtiyên nexweş di girtîgehê de ne. Lê mixabin yek ji van jî nayên berdan. Ji ber vê yekî bêguman hêj jî fikira hikumet di gavavêtinê de ne samîmî ye. Em li benda serbestberdana wan girtiyên nexweşbûn lê mixabin em hatin berdan. Bêguman ev yek ji bo me rewşek e bi êş e."
'Dadgehan karên qontrayê meşandin'
Parlementerê BDP'ê ya Şirnexê Faysal Sariyıldız ku duh êvarê piştî biryara AYM'ê ji Girtîgeha Tîpa D ya Amedê hate tahliyekirin, diyar kir ku mirov bi rehetî dikare bibêje ku dadgehan li "Kurdistanê" karên hiqûqî nemeşandine û dadgehan karên qontrayê meşandin e. Sariyildiz, wiha got: "Gelê kurd dibîne ku bi sedan salane ev dadgehan helwesta wan a li hemberê gelê kurd dibîne. Dibe ku navên wan guherîbe lê kirarên wan heman tişt e. Çewa tevgera azadiyê derketibe asta herî jor saziyên pergalê jî dixwazin li hemberê vê bersivek herî jor bidin. Ji ber vê yekî ye ji 10 hezar kesî zêdetir xistin zindanan. Xwestin bi vê re pêşiya tevgera azadiyê bigirin. Lê gel ligel vê yekî bi girêdayîneke mezin têkoşînê meşand û polîtîkayên pergalê vala derxist."
'Me moralê xwe ji tevgera azadî û gel stand'
Sariyildiz, diyar kir ku wan têkoşîna azadiyê ya gelê kurd li derve dimeşand di girtîgehê de hîs dikir. Sariyildiz, ev tişt gotin: "Berxwedana vê gelî bi rehetî dihate hîskirin. Me jî moral û motîvasiyonî ji vê berxwedanî û tevgera azadiyê girt." Sariyildiz, anî ziman ku armanca wan ew e ku di qada siyasetê de siyaseteke polîtîk û sincî ava bikin e û wiha got: "Em dê bi hezaran azadiyê qêr bikin. Karê me zahmete lewra am bi azadiyê ve dimeşin. Divê em nekevin rehawetê. Ji niha û pê de em dê dest bidin gelê xwe û hemû astangiyan rakin."
'Ji tahliyekirina me re di hêla hiqûqê de edaleteke dereng mayî jî nayê gotin'
Parlementera BDP'ê ya Şirnexê Selma Irmak ku duh piştî biryara AYM'ê ji Girtîgeha Tîpa E ya Amedê hate tahliyekirin, diyar kir ku divê tahliye tenê bi hilbijêran re nemîn e û hemû girtî serbest bêne berdan. Irmak, wiha got: "Tahliyekirina me di hêla hiqûqê de mirov nikare bibêje edaleteke dereng maye jî. Gotineke wisa bê wate dimîn e. Ji ber me siyaset kir 4 sal û 9 mehin girtîne du sal û nîve jî bi vîna gel em hatin hilbijartin. Hem mafê me hem jî mafê gel ên me hilbijartine hatiye binpêkirin. Ev bi serê xwe bêhiqûqiyek e. Di hêla demokrasiya Tirkiyê de şermeke mezin e. Di aliyê pêvajoyê de divê deriyên zindanan vebin. Mafên siyasî yên hatine binpêkirin ji holê bên rakirin. Di Tirkiyeyê de vesayeta artêşê divê bê rakirin. Dadgehan wek e Şêx Saîd û Seyîd Riza tê şixûlandin. Rast e em neviyên wan in, di riya wan de dimeşin lê Tirkiye êdî guheriye. Tirkiye bi sedan salane wiha dom kir, lê tiştek bidest nexist."
'Pêwîstbû ev şerm ji holê hatibûya rakirin'
Irmak, biryara AYM'ê ya derbarê Mustafa Balbay de jî nirxand û ev tişt gotin: "Dadgeha Makezagonê biryareke girîng da. Di vê wateyî de kedek girîng da hiqûq û demokrasiya Tirkiyeyê. Di siyaseta Tirkiyeyê de tengezariyek çêbibû. Û girtîmayîna parlementeran a di zindanan de ji bo Tirkiyeyê şermek bû. AYM vê şermî ji holê rakir. Dadgehên heremî karê xwe nekir. Bi dijminahî û vesayeta hiqûqê pêkanî. Em nikarin ji wan re bibêjin hiqûqnas in. Divê biryarek ne tenê ji bo parlementeran ji bo hezaran bi demokratîk siyasetê dike hene di girtîgehê de ne. Em dê ji niha û pê de ji bo vesayeta hiqûqê ji holê rabikin, ji bo demokrasiyê berxwedanê nîşan bidin."
'Em sê perperîkên Parîsê bi minet bibîr tînin'
Irmak, derbarê 3 siyasetmedarên kurd ên jin Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez ku li Parîsê hatin qetilkirin de nirxandinê kir, wiha got: "Min di nivisa xwe ya dawî de jî gotibû, di her sersalê de kurd bi kederekî didomîn in. Di sê salên dawî de bi dorê komkûjiya Roboskî, komkûjiyên li ser gerîlayan û komkûjiya li ser 3 hevalên me yên şoreşger ên li Parîsê ser hev hatin. Me bi dileke rehet sersalek an jî Newrozekî pîroz nekir. Bi taybetî 3 hevalên me qetilkirin. Yê vê qetlîamî kir hem hêzên navneteweyî hem jî hêzên heremî pêk anî. Omer Guney tetikêşek bû, hêzên li piştê girîng in. Bê guman qetilkirina wan me pir bi hîstiyar kir. Ev hevalên jin bi zanebûn hatin hilbijartin. Sê xwişkên Mîrabbel hebûn ji wan re digotin 3 perperîk. Bi rastî em jî ji van her sê hevalan re dibêjin sê perperîk. Ew li hemberê mejiyê mêrê şerkirin. Li hemberê pergala koletiyê şer kirin û sedema qetilkirina wan jî ev bû. Em jî heta kûjerên wan dernexin em dê têkoşîna xwe bidomîn in. Em wan her sê perperîkan bi minet bibîr tînin. Riya wan riya me ye. Sara, Rojbîn û Ronahî, an go 'jin jiyan azadî' ew dê wisa di hişê me de bimîne."
'Hiqûq serbûxweyiya xwe winda kiriye'
Parlementerê Serbixwe ya Wanê Kemal Aktaş ku duh ew jî bi Selma Irmak û Sariyildiz re tahliye bû, diyar kir ku biryara "red" a 5. û 6'emîn ACM'yên Amedê dan hiqûqa dualî ya li "Kurdistanê" bi belge kir. Aktaş, wiha got: "Ev biryar ji hêla her kesî ve wek e emsal hate nirxandin. Hate gotin ku bi vê biryarî re em jî dê bên tahliyekirin. Piştî vê biryarî Dadgehên Amedê jî îmze avêt bin biryareke balkêş. Di esasê xwe de biryara AYM'ê hemû saziyên darazê girê dide. Bi pêkanîna vê biryarî re biryara xwe avêtin derveyê hiqûqê. Bi vê nêzîkahiyê re hebûna hiqûqekî dualî îspat kirin. Li Stenbolê hiqûqek cuda li Amedê hiqûqek cuda pêkanîn. AYM, piştî biryara dadgehên heremî biryareke din da û bi vê biryarî re bêhiqûqiya biryarên dadgehên heremî dane derxiste holê. Bi operasyona 17'ê kanûnê û vir ve li Tirkiyeyê tiştên balkêş diqewimin. Ji van balkêşan a herî girîng di qada hiqûqê de tê jiyandin. Hiqûq serbixwetiya xwe winda kiriye. Divê armanca hiqûqê edaletê pêk bîne be."
Aktaş, da zanîn ku ligel tahliye bûne jî kêfxweşiyeke şikestî jiyane û ev tişt gotin: "Îro em wek e parlementer di nava gelê xwe de ne. Em di girtîgehan de bi rih û mejiyên xwe li cem gelê xwe bûn. Îro 10 hezar kesên di girtîgehan de rehîne ne. Bi vê re xwestin siyaseta demokratîk tasfiye bikin. Xwestin siyaseta kurd, siyaseta mixalif tasfiye bikin."
(ea/mae)