1. Hemû Nûçe

  2. Nirxandin

  3. "Bêyî kadroyên îdeolojîk li Îranê guhertin ne gengaz e"
"Bêyî kadroyên îdeolojîk li Îranê guhertin ne gengaz e",bêyî,kadroyên,îdeolojîk,li,îranê,guhertin,ne,gengaz,e

"Bêyî kadroyên îdeolojîk li Îranê guhertin ne gengaz e"

Zîlan Vejîn: Bêyî kadroyên îdeolojîk li Îranê guhertin ne gengaz e

A+ A-

BÊRÎTAN ZAGROS - ANF 09.07.2014 07:00:00 KODAR'ê bi têgihiştina 'Eger kadroyên pêşeng ên îdeolojîk neyê afirandin wê guhertin li Îranê ne gengaz be' beriya her tiştî girîngî da xebatên îdeolojîk û bi vê armancê Komîteya Zanist û Ronakbîriyê ava kir. Endama Komîteyê Zîlan Vejîn diyar kir ku ewê li ser esasê modernîteya demokratîk xebatên teorîk, rewşenbîrî, akademîk û perwerdehî bimeşînin.

Tevî ku Kongreya Demokrasî û Azadiyê ya Rojhilatê Kurdistanê (KODAR) di Gulana 2014'an de damezriya û pergaleke nûye jî, her ku diçe li ser esasê pêwîstiyên civaka Îranê û bi taybet jî Rojhilatê Kurdistanê saziyên nû ava dike û lez dide xebatên avakirinê.

Yek ji van xebatên herî zêde girîngî pê tê dayîn jî xebatên îdeolojîk e. KODAR, wer bawer dike ku heya tekoşîneke bihêz a îdeolojîk li Îranê birêve neçe û kadroyên pêşeng yên îdeolojîk neyên avakirin, wê guhertin li Îranê gengaz nebe.

Endama Komîteya Zanist û Ronakbîriyê ya KODAR'ê Zîlan Vejîn girîngiya têkoşîna îdeolojîk a li Îranê bi van gotinan rave dike, "Îran komareke heta tu bêjî îdeolojîke û herî zêde jî bi amûrên îdeolojîk ên kûr civakê bêîrade dike û kadroyên li gorî berjewendiyên dewletê çêdike. Bi van amûran civakê bêîrade dike, ji derewan re qilifan peyda dike û rastî û nerastî bi vî awayî nav hev dixe ango şêlû dike. Eger tu li mejiyê civakekî bidî, beden jî seqet dibe. Ji bo vê yekê divê em di serî de li mejiyê dewletê bidin da ku bedena wî hemû fonksiyonên xwe ji dest bide."

GAVA DESTPÊKÊ: AVAKIRINA KOMÎTEYA ZANIST Û RONAKBÎRIYÊ

Ji lewma KODAR, hema berê pêşîn Komîteya Zanist û Ronakbîriyê saz kir. Ev komîte ev demeke kurte dest bi kar û barên xwe kiriye. Zîlan Vejîn armanca sazkirina vê komîteyê wiha vedibêje;" Ji bo li dijî modernîteya kapîtalîst berxwedanê pêş bixe, li ser esasê modernîteya demokratîk dest bi xebatên teorîk, rewşenbîrî, akademîk û perwerdehî dike. Bi perwerdekirin û pêşxistina zîhniyeta neteweya demokratîk re, bi rêya avakirina akademiyên cur be cur di qada ferhengî, aborî, hiqûqî, civakî, siyasî û hwd. de dixebite."

Zîlan Vejîn di berdewamiya axaftina xwe de balê dikişîne ser girîngiya xebatên zîhniyetê û wiha berdewam dike: "Eger tu bixwazî sîstemekî bidî rûniştandin, divê berê pêşîn tu zîhniyeta wê ava bikî. Heya zîhniyet ava nebe, ne gengaz e ku tu pergala bi gelan û heta bi tevahî qismên civakî bidî qebûl kirin. Ji lewma ji bo perwerdehiyeke bihêz a gel û kadroyên pêşeng çê bibe, bêguman pêwîstî bi lêkolîn û tehlîlên berfireh ên sosyolojîk, siyasî, psîkolojîk, ekonomîk, hiqûqî, çandî, ayînî, xaknîgarî, ekolojîk û azadiya jinê û hwd. heye. Xebatên me wê di heyama yekemîn de bi lêkolîn, tehlîl û perwerdekirinê bimeşe. Emê hewl bidin perspektîfeke alternatîf ji bo civaka xwe derxin, bi qasî me alternatîf peydakirin jî emê bi gelê xwe û derdorên azadîxwaz re parve bikin ku, ew jî hêdî hêdî tevlî pêvajoya avakirinê bibin û pergaleke demokratîk a alternatîf ava bikin."

KOVARA 'ŞARISTANIYA DEMOKRATÎK' TÊ DERXISTIN

Vejîn da zanîn ku materyalên wan ên esasî pirtûkên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan'in û xebatên xwe yên îdeolojîk jî li ser hîmê fikrên Rêberê Gelê Kurd dane rûniştandin. Vejîn dide xuyankirin ku "Jixwe Paradîgmaya Rêber APO ya demokratîk, ekolojîk û azadiya jinê diparêze jî alternatîfeke berfireh ji bo tevahî pirsgirêkên civaka Îranê, pirsgirêkên jinê û bi taybet jî yên neteweyan pêşkêş dike.

Di kêleka materyalên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de pirtûkên mirovên azadîxwaz, demokrat, ekolojîk û azadiya jinê diparêzin jî lêkolîn dikin hem hewl dide bigihîne sentezekî, hem bi çaveke rexnegir nêzî zanista roja îro dibe, hem jî dîrokê biberfirehî li ser esasê heqîqeta civakî careke din şîrove dike û van fikir, rexne û berhemên xwe jî bi rêya pirtûk û broşûrên cur be cur digihîne civakê".

Vejîn dide zanîn ku ew di demeke kurt de amadekariya derxistina kovarekê dikin û wiha got "Emê hewl bidin di demeke kurt de kovareke bi navê 'Şaristaniya Demokratîk (Temedonê Demokratîk)' derbixin. Ev kovar wê hemû lêkolîn, şîrove, tehlîl û alternatîfên me bi xwendevanan re parve bike û ji bo me bibe pireke hem danasîna pergala xwe, hem jî rola guhertina zîhniyetê bilîze".

DI PARASTIN Û PÊŞVEBIRINA NIRXÊN GEL DE ROLA REWŞENBÎRAN

Vejîn di dewama axaftina xwe de bal kişand ser erk û wezîfeyên rewşenbîrên Kurd û wiha got; "Rewşenbîrên Kurd jî ji bo ku bikarin civaka xwe ji êrîşên hundir û derve biparêzin pêwîste beriya her tiştî rih û mêjiyê xwe ji mêtîngeriyê rizgar bikin. Di civaka Kurd de gelek kes bi navê rewşenbîrtiyê derketine holê, lê belê ji ber ku ji civaka xwe zêdetir, xizmeta dagîrkerî yan jî hişmendiya neteweperestiyeke paşverû kirine û li şûna ku serbixwe bin tim bi hindek hêzên derekî ve girêdayî tevgeriyane, sî xistine ser nasnameya rewşenbîrtiyê jî.

Lê bi derketina fikra APO'yî re naveroka vê nasnameyê ji bo her kesî zelaltir bûye û êdî civak rewşenbîrên heqîqî kîne yên sixte kîne bi rihetî ji hev derdixin. Bi vî awayî civaka me jî kesên ku tenê di gotin de dimînin, her wiha rewşenbîrên bêalternatîf û bê pratîk jî napejirînin.

Rewşenbîrî ne bangeşekirineke hişk a bêpratîk e. Her wiha rewşenbîrî ne demogojiye jî. Bûyîna xwedî kesayeteke rewşenbîr, tê wateya kesên pêşeng û rê nîşander. Lê, şêwazeke rewşenbîriyeke sixte ya di nava Kurdan de pêşketiye jî, tenê axaftin, hindek gotinên akademîk yên kes zêde jê fam nakin bikaranîn û xwe di ser gel re dibîne û niha jî ev yek hindek serwer e.

Em ev şêwazê rewşenbîrtiyê rexne dikin û dizanin ku ti fêdeyeke van kesên qaşo ji xwe re dibêjin em rewşebîrin ji bo gelê me tine ye. Eger bi rastî jî dixwazin xizmetê bikin ji gel re, di vê di her aliyekî de bibin xizmetkarên baş ên gel û dilnizim bin. Her wiha kesasetên rewşenbîr heta ku xwe azad nekin, nebin xwedî vîneke serbixwe, xwe ne guherin û bi temamî ji modernîteya kapîtalîst rizgar nebin, nikarin fikrên xwe bi civakê bidin qebûlkirin heta bidin bawerkirin jî. Ji bo herkes jê bawer be divê parelêlê xebatên teorîk, felsefîk û îdeolojîk de, pêşniyarên xwe yên berbiçav hebin û xwedî çalakî jî bin.

'HEVGIRTINA GOTIN Û ÇALAKIYÊ ESAS E'

Em girîngî û qîmeteke mêzin didin yekîtiya "fikir, bawerî û çalakî" yê. Ji bo mûnafiqtî pêşnekeve em pir alî dixebitin û têdikoşin ku berevajiyê felsefeya xwe ya azadiyê nekevin. Em weke komîte lêdikolin, tehlîl dikin, şîrove dikin û pêşniyarên berbiçav pêş dixin. Her wiha bi komîte û qadên din yên xebatê ên KODAR'ê re jî di nava koordîneyekî de û li ser esasê hev temamkirinê dixebitin. Em xebatên perwerdehî, akademîk, amadekirina kadro û derxistina materyalan weke qada îdeolojîk û bi taybet jî komîte digirin ser şanê xwe, lê qadên me yên din ên xebatê jî ji van perspektîfan sûd werdigirin, bihêz dibin û vediguherînin çalakiyê."

'EM JI NÊRÎN Û PÊŞNIYARÊN REWŞENBÎRAN VEKIRÎ NE'

Vejîn herî dawî jî bang li tevahî rewşenbîrên Îranî û bi taybet jî yên Kurd kir ku xwedî li erk û berpirsiyariyên xwe yên dîrokî derbikevin û axaftina xwe wiha bi dawî kir "Rewşenbîr divê ku xebatên xwe li gorî pêdiviyên civakê plan bikin. Li gorî vê yekê her xebatekî ku xizmeta doza azadiya gel û civak bike xwedî nirx e û bi rûmete. Bi taybetî jî xebatên ku bi rêya lêkolîn, çand, huner, wêje, rojnamegerî, analîz, çîrok-roman, helbest, şano, akademî û hwd tên meşandin wê hem çanda civakê zindî bihêle, nûjen bike, hem êş û kêfxweşiyên rabuhuriya wê ji neslên nû re ragihîne û pêdiviyen wê yên demî jî pêk bîne.

Rewşenbîr eger bixwazin rasterast dikarin bi komîteya me re hevdîtin bikin û di têkiliyê de bin. Her wiha deriyê me ji her rewşenbîreke demokrat û azadîxwaz re vekiriye û dikare di her aliyekî de beşdarbûna xwe ji xebatên me re bide çêkirin. Ji bo dewlemendkirin û mezinkirina xebatê her ferdeke azadîxwaz dikare xwe di ber vê xebata girîng de berpirsyar bibîne. Em ji bo nêrîn, pêşniyar, alîkarî û rexneyên hemû rewşenbîran vekirîne û xwe jî li hember wan berpirsyar dibînin."