‘Bêyî Kurdan li Rojhilata Navîn Demokrasî nabe’
SERKAN DEMÎREL - BERN - ANF Ji Zanîngeha Zurîhê pisporê dîrokê Prof. Dr. Hans Lukas Kîeser ê li Parlamentoya Swîsre di Konferansa Kurd de axivî got ku êdî li Roojhilata Navîn bê Kurdan mirov nikare behsa demokrasiyekê bike.
Li Parlamentoya Federal a Swîsre, di pêşengiyaYekîtiya Parêzeran a Kurd a Cenevre, Tevgera Jin a Swîsre, Navenda Civaka Kurd a Demokratîk û parlamenterên Swîsreyî bi navê, “Krîza siyasî ya li Rojhilata Navîn û statuya Kurdan” konferansek hat destpêkirin. Rûniştina duyemîn a piştî nîvro bi mijara, “Dijbertiya Tirkiyeyê ya li Hember Pêvajoya Aştiyê destpê kir.”
Di rûniştinê de Parlamenterê Partiya Sosyalîst a Swîsre Carlo Sammuraga ku moderatorî kir, Cîgira Hevseroka Giştî ya HDP’ê Meral Daniş Beştaş, Prof. Dr. Mîthat Sîncar, ji Zanîngeha Zurîh Dîroknas Prof. Dr. Hans Lukas Kîeser beşdar bûn.
BÊYÎ KURDAN LI ROJHILATA NAVÎN DEMOKRASÎ NABE
Di rûniştinê destpêkê Dîroknas Prof. Dr. Hans Lukas Kîeser mafê axaftinê wergirt. Kîeser di axaftina xwe de siyaseta Tirkiyeyê bi pêvajoya wê ya dîrokî re nirxand û got ku Tirkiye li Rojhilata Navîn polîtîkayeke mezhebî bimeşîne. Kîeser axaftina xwe wiha domand, “Krîza siyasî ya li Rojhilata Navîn dikare bi hebûna Kurdan bê çareserkirin. Kurd girîngiyeke zêde didin pergaleke demokratîk. Di vê çarçoveyê de siyaseta Kurdan a li Rojhilata Navîn pir girîng e. Heta Kurd tune bin, li Rojhilata Navîn demokrasî nabe.”
DIVÊ TIRKIYE BI FERMÎ PERGALA ROJAVA NAS BIKE
Piştî Kîeser Prof. Dr. Mîthat Sîncar axivî. Sîncar Pêvajoya Çareseriya Demokratîk a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daye destpêkirin bi mînakên di dîrokê rû dane nirxand. Sîncar got, “Rojavaya ku Ocalan wek xeta sor diyar kir, hikûmetê zêde girîng nedît. Di sînorê xwe de li hember hebûna gelê Kurd bêtehemûliya wê bû sedema derengketina pêvajoyê”
Cîgira Hevseroka Giştî ya HDP’ê Meral Daniş Beştaş jî di axaftina xwe de got ku ji bo pêvajo pêş bikeve û bigihêje cihekî baş divê derkevin derveyî zîhniyeta dewleta fermî û divê hikûmet bi berpirsiyartiyeke mezin nêzî pêvajoyê bibe û li gor vê gavan biavêje.
Piştî pirs û bersivên têkildarî beşa duyemîn. Rûniştina sêyemîn bi serenava, “Pêvajoya çareseriyê û Kurdên li Swîsre dijîn” destpê kir. Di rûniştina sêyemîn de endama KNK’ê Songul Karabulut, sosyolog Îhsan Kurt û parlamenter Carlo Sommuruga beşdar bûn.
Di vê beşê de axaftivanan bendewariyên gelê Kurd ên ji pêvajoya çareseriyê çi ne anîn ziman.
Piştî rûniştinê ku konferans bi dawî bû, hat ragihandin ku encamnameya konferansê wê di rojên pêş de ji çapemeniyê re bê aşkerakirin.