1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Bîehl: Divê berê gelan li Rojava be
Bîehl: Divê berê gelan li Rojava be,bîehl,divê,berê,gelan,li,rojava,be

Bîehl: Divê berê gelan li Rojava be

A+ A-

DÊRIK - MEHMET NÛRÎ EKÎNCÎ Bîehl a beşdarî 1. Konferansa Neteweyên Demokratîk ên Bêstatu ya li Rojava bû anî ziman, ku her kes dikare dersê ji Rojava derxîne. Bîehl got, "Şoreşa Rojava û modela rêveberiya xweser a demokratîk, mesajên girîng dide gelan û mirovahiyê."

Ji Enstîtuya Ekolojiya Civakî Janet Bîehl a beşdarî 1. Konferansa Neteweyên Demokratîk ên Bêstatu bû, armanc û encamên konfearnsê û çavdêriyên xwe yên li Rojava ji ANF'ê re vegot.

Hûn çawa beşdarî konferansê bûn?

Ji bo min cihê rûmetê ye ku li Rojava beşdarî konferanseke bi vî rengî dibim û li cem Emîne Osê rûdinêm. Ne tenê ez, gelek kesên mîna min difikirin û dilê wan ji bo azadiya gelê Kurd lê didin, hene. Ev derdor jî dixwaze bi vê derê re têkiliyê deyne û vê derê bibîne.

Di pêvajoyeke ku kapîtalîzma hov û paşverûtî di şexsê çeteyên DAIŞ'ê de êrîşî Rojhilata Navîn dike de, lidarketina konferanseke bi vî rengî ya li Rojava, ku rêveberiya xweseriya demokratîk a xwe dispêre vîna gelan heye, tê çi wateyê?

Gel, bêyî netewe dewletan jî dikarin bibin xwedî mafên xwe yên demokratîk. Rêveberiya xweseriya demokratîk a li Rojava li ser bingeha vîna gelan hat afirandin, gelekî watedar e û ji bo pêşeroja azad a gelan gaveke gelekî girîng e. Şoreşa Rojava û modela rêveberiya xweseriya demokratîk, ji bo gelên li derveyî navendîparêziyê li mafên xwe yên demokratîk digerin, hêviyê dide.

Konferansa me li derveyî rastiya netewe dewletê, sîstemek li ser nirxên demokratîk û hevgirtina gelan a azadiyê esas digire. Ev gelekî watedar û hêja ye. Ev nirx hem destketiyên mirovahiyê û rêya çareseriyê derdixîne holê, hem jî ji bo gelên Rojhilata Navîn jî rê û rêbaza çareseriyê destnîşan dike. Gelek tişt hene u gel dikarin ji nirxên şoreşa li Rojava sûdê werbigirin. Ev kongre jî dike ku ev nirx mayînde bibin û bigihêjin gelan.

Baş e, sîstema rêveberiya xweseriya demokratîk a Rojava ku nêrîna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan esas digire, ji bo gelan tê çi wateyê?

Avabûna sîstemeke demokratîk li derveyî sîstema rêveberiya navendî, ji aliyê esasgirtina vîna gelan ve; Şoreşa Rojava û modela rêveberiya xweseriya demokratîk mesajên girîng dide mirovahiyê. Hebûna jiyaneke nû, li derveyî netewe dewletan û li derveyî rejîmên paşverû, hebûna rêveberiyek bi vî rengî bêguman ji bo mirovahiyê nirxekî mezin e. Li Rojava têkoşîna hêzên YPG û YPJ'ê ya li dijî êrîşên çeteyên DAIŞ'ê, ne tenê têkoşîneke çekdarî ye. Ev şer di heman demê de şerekî îdeolojîk û sîstemî ye.

Ji gelek deverên cuda yên cîhanê beşdarî li konferansê hat kirin. Ev yek wê bandoreke çawa bike?

Pêkhatina kongreyê li Rojava, gelekî watedar e. Di demeke ku netewe dewlet ewçendî gemarî bûye de, ji bo avabûna cîhaneke nû ya xwe dispêre vîna gelan, em li Rojava konferansê pêk tînin.

Kongre bi awayekî zindî tê weşandin û hemû nîqaşên me ji aliyê cîhanê ve tê şopandin. Piştî kongreyê, li cihê em biçinê, em ê hem encamên konferansê hem jî çavdêriyên xwe yên li Rojava vebêjin. Bi vî rengî em ê hewl bidin bandorê li ser yên Rojava nas nakin bikin û berê her kesî bidin Rojava.

Ji bo gelên bindest ên cîhanê, bandora vê konferansê wê çi be?

Ji bo gelên bindest hêviyek e. Bi tena serê xwe nikare ji hemû pirsgirêkên gelên bindest re çareseriyê peyda bike. Em hemfikirin ku ev xebat li her derê bê meşandin. Têkoşîna gelên bindest hevpar e û ev yek bandorê li hev dike. Lê belê divê li her derê têkoşîn esas were girtin.

Çavdêriyên we yên li ser Rojava çawa ne?

Cara duyemîn e ez Rojava ziyaret dikim. Derdora wê bi hêzên dixwazin wê tine bikin re hatiye pêçandin, lê tevî vê yekê jî gelek pêşketinên erênî afirandiye. Beriya her tiştî derfetê jiyana bi hev re ya gelan derxistiye holê. Ev yek tecrûbe û firsendeke gelekî girîng e ji bo aştî û aramiya herêmê. Di nava gelên li Rojava dijîn de nirxên demokratîk û azadiyê hene. Ez van hemûyan bi çavê xwe dibînim û gelekî pê kêfxweş im.

Li Rojava jiyaneke nû derketiye holê. Her kesên nirxên demokratîk diparêzin girîng e vê derê bibînin. Dikarin li vê derê dersên girîng derxînin. Di nivîs û gotarên xwe de heta ku ji destê min tê ez hewl didim bala rewşenbîr û nivîskaran bikişînim ser vê derê. Bi bikaranîna derfetên xwe yên madî re ez ê hewl bidim Rojava bi cîhanê bidim naskirin.