1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Bîlançoya salekê ya israra şer a AKP’ê
Bîlançoya salekê ya israra şer a AKP’ê,bîlançoya,salekê,ya,israra,şer,a,akp,ê

Bîlançoya salekê ya israra şer a AKP’ê

Tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan salek li pişt xwe hişt

A+ A-

Sînan Cûdî-ANF07:21 / 26 Tîrmeh 2012 Behdînan - Tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan salek li pişt xwe hişt. Ji 27’ê tîrmeha 2011 ve ne malbat û ne jî parêzer nekarîne hevdîtin bi Ocalan re pêk bînin û tecrîda girankirî heta îro jî berdewam dike.

Sedemên tecrîdê û encamên bi xwe re tînin, ji aliyê beşek mezin a raya giştî ve tê gotûbêjkirin, lê zextên hikûmeta AKP’ê yên li ser vana jî berdewam dikin. Herî dawî di 14’ê tîrmehê de li Amedê li hemberî bi sedhezaran polîsan êrîşên dijwar pêk anîn û dewleta Tirk careke din nêzîkatiya xwe ya li hemberî Ocalan û pirsgirêka Kurd nîşan da.

PROTOKOL DIKARIYAN PÊŞÎ LI ŞER BIGIRIN

Protokolên Ocalan ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd bi rêyên aşitiyane amade kir û ji aliyê heyeta dewletê ya bi Ocalan re hevdîtin pêk dianî, ve hat qebûlkirin, lê ji aliyê AKP’ê ve hat redkirin, bû sedema dijwarbûna şer. Hikûmeta AKP’ê piştî hilbijartina 12’ê hezîrana 2011 dest bi êrîşên berfireh ên li hemberî hemû Kurdan kir û heta îro jî ev êrîş berdewam dikin.

Li hemberî îdîayên “me qedand” ên AKP’ê gerîlayên HPG’ê bi hatina biharê re çalakiyên xwe xurt kirin û careke din aşkere bû ku îdîayên AKP’ê derew in. Hikûmeta AKP’ê her tim hewl dide kuştîyên xwe yên di şer de dane ji raya giştî veşêre. Lê belê yek kesayetên girîng ên CHP’ê Gursel Tekîn bi xwe jî dabû diyarkirin ku artêşa Tirk wendahiyên xwe vedişêre.

BÎLANÇOYA 2010-2011

Gava mirov biçe salek beriya tecrîda li ser Ocalan (tîrmehên 2010-2011) mirov dê helwestên hikûmeta AKP’ê yên ji bo gurkirina şer bibîne. Gava mirov li bîlançoya şer a mehek û nîv a di navbera 1’ê hezîran-13’ê tebaxê de dinêre, mirov dibîne ku hikûmeta AKP’ê bi zanebûn hewl dide pevçûnan dijwartir bike.

Di navbera tîrmeha 2010-2011 de artêşa Tirk 225 operasyon li dar xist. Ji vana 99 operasyon di navbera meh û nîva ku me destnîşan kir de pêk hatin. Li hemberî vê gerîlayên HPG’ê 131 çalakî li dar xistin.

Tenê li gel van hejmaran, di dema agirbestê de operasyonên artêş û dewleta Tirk li hemberî gerîlayan bi tu awayî ranewestiyan .

Li gel vê jî, bombebarana artêşa Tirk pir dijwar bû. Di navbera tîrmehên 2010-2011 de (dema agirbestê) artêşa Tirk 59 êrîşên hewayî li dar xist, 19 caran bi kobrayan, 266 caran bi tank û topan herêmên gerîlayan bombebaran kirin.

Di 12 mehan de di 42 caran pevçûn di navbera artêşa Tirk û gerîlayên HPG’ê de qewimîn. Di van pevçûnan de 292 leşker, polîs û cerdevan (210 jê di 1’ê hezîran-13’ê tebaxê de) hatin kuştin û 137 gerîlayan jiyana xwe ji dest dan (61 jê di 1’ê hezîran-13’ê tebaxê de).

76 gerîlayan di pêvajoya agirbestê de di encama êrîşên hewayî, operasyon û kemînên artêşa Tirk de jiyana xwe ji dest dan.

BÎLANÇOYA SALEKÊ

Rêberê Gelê Kurd herî dawî di hevdîtina xwe ya di 27’ê tîrmeha 2011 de pêk anî de, bi rêya parêzerên xwe helwest nîşanî polîtîkayên xapandin û mijûlkirinê yên AKP’ê da û got; “Ez destûr nadim ku tu kes bi rûmeta Kurdan bileyîze. Ez bi tu awayî destûr nadim vê yekê”. Ocalan piştre got; “Dibêje ‘em ê biqedînin, em ê wiha biqedînin’. Ger tu neqedînî tu kesek ji te rebentir tune ye” û rexne li Serokwezîrê Tirk Recep Tayyîp Erdogan kiribû.

Operasyonên “tunekirinê” yên Erdogan hema di vê pêjavoyê de ketin dewrê û hîna jî berdewam dike. Di navbera tîrmeha 2011- tîrmeha 2012 de artêşa Tirk bi giştî 301 operasyonên bejahî li dar xist. Ev operasyonên artêşa Tirk bi awayeke berfireh û bi rojan berdewam kirin û xwestin bi vê yekê hêzên gerîlayan tune bikin.

HEDEFA BOMBEBARANAN

Di 180 operaysonên hewayî yên ku di salên 2011-2012 de pêk hatin, armanc ne tenê gerîla bûn. Di tebaxa 2011 de li Qendîlê 1 jê hîna ji dayîk nebûyî, 3 zarok û bi giştî 7 kesên sivîl di encama bombebaranê de jiyana xwe ji dest dan. Di 28’ê berfanbara 2011 de jî li ser xeta sînor a navçeya Qilaban a Şirnexê 34 Kurdên sivîl ji aliyê artêşa Tirk ve hatin qetilkirin.

Tevî bombebaranên balefirên şer, çiyayên Kurdistanê 95 caran bi kobra, 318 caran bi obîs, hewan û tankan hatin bombebarankirin. Di encama van bombebaranan de zêdetirê 40 şewatên daristanan derketin.

946 LEŞKER Û POLÎS HATIN KUŞTIN

Di sala şerê sala par de 112 pevçûn di nabera artêşa Tirk û gerîlayên HPG’ê de qewimîn. Di mehên hezîran û gulanê de gerîlayan xwe ji pevçûnan dûr xistin, lê belê artêşa Tirk her tim operasyonan li dar xist. Gerîlayan li hemberî hemû operasyonên û êrîşên bi armanca tunekirinê, êrîşên li ser sivîlan, HPG bi heysasiyet nêzîk bû û di salekê de 262 çalakî li dar xistin.

Di van hemû pevçûn û çalakiyan de bi giştî 946 leşker, polîs û cerdevan mirin, 250 gerîlayan jiyana xwe ji dest dan. Her wiha 261 leşker, polîs û cerdevan jî birîndar bûn.

ANF NEWS AGENCY