Bîlançoya şerê 3 mehan hat eşkerekirin
HPG'ê bîlançoya şer a mehên Tebax-Îlon-Cotmehê eşkere kir. Li gorî vê yekê 1736 leşker û polîsên Tirk hatine kuştin, 21 ji van payebilind in. Her wiha 120 maşînên zirxî hatine rûxandin. Di vê demê de 214 gerîlayan jiyana xwe ji dest dan
BEHDÎNAN - ANF Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê bîlançoya şer a mehên Tebax-Îlon-Cotmehê eşkere kir. HPG'ê da xuyakirin, ku di Tîrmeha 2015'an de dewleta AKP'ê şer ji nû ve daye destpêkirin û ji hingî ve şerekî dijwar diqewime û ew jî encamên vî şerî bi berfirehî eşkere dikin. HPG'ê diyar kir, Erdogan, di asteke bêperwar de faşîzmê didomîne û êrîşan bi rengekî topyekûn dimeşîne. HPG'ê destnîşan ir, ku Erdogan bi zîhniyeta xwe ya tekparêz re, ji bo mayîndekirina dîktatoriya xwe, li her qadê dest bi pêleke êrîşan kiriye.
Di daxuyaniya HPG'ê de hat gotin, "Hêzên me yên gerîla li dijî van êrîşan, ji Derya Reş heta Dersîmê, ji Amedê heta Serhedê, ji Botanê heta Zagrosan li her qadê şerekî berxwedanê yê aktîf meşandiye û operasyonên dagirkirinê yên faşîzmê bêencam hiştine. Artêşa Tirk, ku di operasyonên bejayî de encameke cidî bi dest nexistiye, di encama çalakiyên bi bandor û encamgir ên gerîlayên me de gelek kuştî daye. Medya şerê taybet jî mîna her carê, encamên rastî veşartiye. Lê belê encamên rastî yên vî şerî bi rêya Gerîla TV ji gelê me û raya giştî re hatiye ragihandin û şerê taybet hatiye pûçkirin.
Di nava vî şerê sê mehan de, ewladên leheng ên gelê me, bi fedakariyeke gelekî mezin rabûn û bi ruhê canbexşane li dijî dijmin şer kirin, tevlî karwanê şehîdan bûn."
BÎLANÇOYA ŞERÊ 3 MEHAN
Li gorî daxuyaniyê, bîlançoya giştî ya şerê 3 mehên dawî bi vî rengî ye:
OPERASYON Û ÊRÎŞÊN ARTÊŞA TIRK
Operasyonên Bejahî: 132
Êrîşên bi balafirên şer: 83
Êrîşên bi helîkopterên Kobra: 36
Êrîşên bi hawan, obus, tank û topan: 85
ÇALAKIYÊN GERÎLA
Çalakiyên hêzên me yên gerîla li dijî êrîş û operasyonan:
Çalakî û şer: 530 (39 çalakî ji aliyê gerîlayên me yên YJA Starê ve hatine kirin)
Dijminê hatin kuştin (polîs, leşker): 1736 (21 jê leşkerên payebilind in)
Hêzên dijmin ên birîndar: 676
Wesayîtên leşkerî (zirxî) yên hatin rûxandin: 120 (4 ji van tank in)
Wesayîtên zirxî yên derb li wan hatin xistin: 29
Çalakiyên sabotajê: 91
Çalakiyên encamên xwe nehati zelalkirin: 103
Wesayîtên hatin şewitandin (ên dagirkeran): 205
Gerîlayên me yên şehîd bûn: 214
Gerîlayên me yên dîl hatin girtin: 6