Bîlançoya şerê 5 rojan ê Şengal û Rebîayê
NAVENDA NÛÇEYAN (DÎHA) - Di şer û pevçûnên ku 5 rojên dawî yên li Şengal û Rebîayê yên di navbera hêzên HPG-YPG û çeteyên DAIŞ’ê de 170 çete hatin kuştin, tangek, 5 panzer, wesayîtek ku doçka li ser e, wesayitek Hummer û 17 wesayîtên leşkerî hatin rûxandin. Her wiha 3 çete hatin girtin, 3 wesayîtên Hummer û gelek çek û cebilxane hatin desteserkirin. Di van şeran de 9 şervanên YPG’ê jiyana xwe ji dest dan.
Li gorî nûçeya ANHA'yê ya ku agahî ji Navenda Çapemeniya YPG’ê girtin, piştî çeteyên DAIŞ’ê di 2’ê tebaxê de êrîşî herêma Şengalê û navçeya Rebîa ya Musulê kirin, bi bersivdayîna hêzên YPG’ê re şerên dijwar qewimîn. Di van pevçûnan de çeteyên DAIŞ'ê derbeyên mezin xwarin û gelek windahî dan.
Di 2’yê tebaxê de çeteyên DAIŞ’ê ketin navçeya Zumarê. Di vê navberê de hêzên PDK’ê jî ji herêma Şengal, Sinûnê û Rebîayê paşve vekişiyan. Li ser vê yekê hêzên YPG’ê ketin xeta Rebîa û bajaroka Sinûnê nehiştin ku Şengal bê dorpêçkirin. Hêzên YPG’ê li tevahiya vê herêmê bi tena serê xwe berxwedan nîşan da.
Di 3’yê tebaxê de çeteyên DAIŞ’ê hewldan ku ji navçeya Sinûnê êrîşî çiyayê Şengalê bikin û dorpêç bikin. Lê hêzên YPG’ê bersiv da û darbeyên mezin li çeteyan xistin. Çeteyên ku nekarîn pêş bikevin, heman rojê saet derdora 16.00’an de dîsa xwestin êrîş bikin, lê rastî bersivdayîna YPG’ê hatin. Di encama şer de 2 wesayîtên çeteyan hatin rûxandin, 3 wesayîtên leşkerî yên bi tîpa Hummer hatin desteserkirin.
Di 3’yê tebaxê de şêniyên gundên Mehmûdiyê û Qalê Xadaan ên girêdayî Şengalê bi alîkariya YPG’ê ji herêmê derketin. Di vê navberê de çeteyan hewl dan ku êrîş bikin. Lê hêzên YPG’ê bersiva tund da û di encama şerê ku heta êvarê dom kir de, 6 çete hatin kuştin, wesayîtek ku doçka li ser û wesayîtek din hatin rûxandin.
Di şeva 2’yê tebaxê de bajaroka Rabîa ya girêdayî Musilê ku wekî deriyê Şengalê yê diçe Rojava û Başûrê Kurdistanê ye û dikeve hemberî bajaroka Til Koçer, bû hedefa êrîşên çeteyan. Li hemberî êrîşên çeteyan ku heta dawiya şeva 3’yê tebaxê dom kirin, hêzên YPG’ê berxwedanek mezin nîşan da. Çeteyên ku ji aliyê Mişerfê û Mehmudiyê ji 3 aliyan ve êrîş pêk anîn, nekarîn pêş bikevin û têk çûn. Di van pevçûnan de panzerek û 5 wesayîtên leşkerî yên çeteyan hatin rûxandin. Her wiha 50 çete hatin kuştin.
Piştî ku çeteyan darbeyên mezin xwarin, komên çete hêzên nû anîn herêmê, lê di navbera Sinûnê ku dikeve bakûrê çiyayê Şengalê û Rebîayê de ketin kemîna YPG’ê. Di vî şerî de jî gelek çete hatin kuştin, lê encamên zelal nehatin bidestxistin.
Çeteyan di 3’yê tebaxê de dema li xeta sînor êrîş dikirin, saet derdora 09.30’an de êrîşî gundên Harikê, Gubeyba, Ribelya Biçûk û Ribelya Mezin ên herêma Qamişlo kirin. Lê ev êrîşên wan ji aliyê hêzên YPG’ê ve hatin şikandin û 6 çete hatin kuştin.
Di 4’ê tebaxê de hêzên YPG’ê ku êrîşên çeteyan şikandin, li Rebîayê saet di 14.00'an de operasyon da destpêkirin. Di vê operasyonê de çeteyên DAIŞ’ê ji piraniya Rebîayê hatin derxistin. Her wiha gelek çete hatin kuştin, lê agahiya zelal nehate bidestxistin. Di şeva heman rojê de çeteyan bi topên obus û hawan û tangan êrîşî bajarokê kirin. Ev pevçûn tevahiya şevê dom kirin.
Di heman rojê de çeteyan di heman wextî de bi topên obus û hawanan êrîşî gundên Hamedan, Arcê, Til Nasir û Til Me'ruf ên girêdayî bajarê Tirbespiyê yê Rojavayê Kurdistanê kirin. Êrîşên çeteyan ji Rebîa heta bajaroka Til Me'ruf li qadeke 200 kîlometreyî tevahiya şevê dom kirin. Di encama pevçûnan û bersivdayîna YPG’ê de 24 çete hatin kuştin.
Çeteyên ku ji Musilê hêzên nû anîne, di 5’ê tebaxê de serê sibehê bi çekên giran û topên hawan û obusan êrîşî hêzên YPG’ê yên li Rebîayê kirin. Lê nekarin pêş bikevin û windahiyên mezin dan. Derbarê encamên van pevçûnan de agahiyên zelal nehatin bidestxistin.
Heman rojê saet derdora 16.00'an de çeteyan bi tang û çekên giran xwestin bikevin nava Rebîa. Her wiha bi topên obus û hawanan jî êrîş kirin. Lê hêzên YPG’ê bersivek tund da û 15 çete hatin kuştin. Çeteyên din neçar man ku vegerin çeperên xwe yên destpêkê. Lê li gorî çavkaniyên herêmî di van şeran de 36 çete hatin kuştin.
Di 5’ê tebaxê de Yekîneyên Berxwedana Şengalê li navenda Şengalê li hemberî çeteyên DAIŞ’ê çalkiyek li dar xist. Di vê çalakiyê de 4 çete hatin kuştin. Yekîneyên Berxwedanê jî bêyî ku windahiyan bidin vegeriyan baregehên xwe. Ev di heman demê de bû çalakiya yekemîn a Yekîneyên Berxwedanê li navenda Şengalê.
Di 6’ê tebaxê de çeteyên DAIŞ’ê li Rebîayê 5 caran êrîş pêk anîn, lê hêzên YPG’ê her 5 êrîş jî şikandin û darbeyên mezin li çeteyan dan. Di van pevçûnên ku çeteyan tang, top û çekên giran bikaranîn de, 30 çete hatin kuştin. Her wiha panzerek û 3 wesayîtên çeteyan hatin hilweşandin.
Di şeva 6’ê tebaxê de li gundê Arcê yê Tirbespiyê jî 3 çete ji aliyê YPG’ê ve hatin girtin.
Di heman rojê de Yekîneyên Berxwedana Şengalê li gundên Borik û Solak ên Şengalê li dijî çeteyan çalakî li dar xistin. Di van çalakiyan de 6 çete hatin kuştin. Her wiha 6 wesayît hatin rûxandin. Li gundê Solak wesayîtek Hummer li gel çeteyên tê de hate rûxandin. Wesayîtek Hummer ku dihat alîkariya çeteyan jî hate rûxandin.
Di 6’ê tebaxê de 2 tabûrên gerîla ku ji Biryargeha Navendî ya HPG’ê birê ketibûn, gihîştin çiyayê Şengalê.
Di 7’ê tebaxê de çeteyan xwestin ku êrîşî gundê Mehmûdiyê yê Şengalê bikin û gund paşde bigirin, lê hêzên YPG’ê bersiv da û êrîşa wan şikand.
Di heman rojê de alayek HPG’ê, hêzên YPG’ê û Yekîneyên Berxwedana Şengalê gihîştin gundên başûrê Şengalê. Hêzên kurdî li aliyekê li dijî çeteyan şer kirin, li aliyê din jî hewl dan ku gelê li Şengal û derdora wê bigihînin cihên bi ewle.
Ji rêya ku hêzên YPG û HPG’ê vekirin de, di şevekê de 10 hezar welatî ji bo cihên bi ewle hatin veguhestin.
Di heman rojê de çeteyên DAIŞ’ê 4 caran êrîşî bajaroka Rebîayê kirin. Lê hêzên YPG’ê bersiv dan û di şerên dijwar de 24 çete hatin kuştin. Her wiha tangek û 3 panzer hatin rûxandin. Çekek A6, 2 BKC, yek M16, 3 kelaşnîkof û gelek cebilxane hatin desteserkirin.
Heman rojê hêzên YPG, HPG û Yekîneyên Berxwedana Şengalê li gundê Sinûnê ku dikeve bakûrê Çiyayê Şengalê, li dijî çeteyan çalakî lidar xist. Di çalakiyê de beşek gund hate rizgarkirin û 5 çete hatin kuştin.
Di şer û pevçûnên 5 rojan de 9 şervanên YPG’ê jî jiyana xwe ji dest dan. Fermandariya YPG’ê ev her 9 şervan wekî “Şehîdên Şengalê” îlan kirin.
Navên Şervanên ku jiyana xwe ji dest dane wiha ne:
Dilo Rezan
Rubar Derik
Qandil Amude
Mazlum Derik
Mahsum Derik
Şoreş Serekaniye
Evin Zana
Ebas Koçer
Silav Amed
(bd)