Bîlançoya şewata daristanên Kurdistanê
EVRÎM KEPENEK
AMDE (DÎHA) - Li Kurdistana ku çarparçeyên wê bûna qada şer di dîrokên 14'ê Tîrmehê û 3'yê Îlonê de li 180 cihên cuda şewat derketin. Di encama operasyonan şewatên ji ber leşkeran derketine bi hezaran donum hatin şewitandin û bi hezaran darên berûyan jî tune bûn.
Pêvajoya şer a li kurdistanê bandora xwe li ser jiyana mirov û xwezayê dike. Daneyên ku li ber destê raya giştî û hawirnasan tabloya bi tahluke radixe ber çavan. Li gorî daneyan di dîrokên 14'ê Tîrmehê û 3'yê Îlonê de li 108 qadan de şewat derket. Şewatên ku ji ber operasyonên leşkerî derketine bi hezarn donum şewitîn, bi hezaran dar tune bûn û sewalên li van qadan dijiyan jî tune bûn.
Tîrmehê şewitand û derbas bû
14 Tîrmehê: Şewata destpêkeê li Êlihê derker. Di şewatê de 480 donum tune bû.
16 Tîrmehê: Ji ber toparana ji Tabura Çalişkan Hadut li Çiyayê Cûdî yê Silopiyê şewat derket. Di şewatê de 5 hezar darên fêkiyan tune bûn û bi sedan kusiyan jiyana xwe ji dest dan.
19 Tîrmehê: Li gundê Ayvalika ku 30 kîlometre durî Elka Şirnexê ye şewat derket. Gundiyan bi derfetên xwe şewat vemirandin.
22 Tîrmehê: Ji ber gulebarana li Qereqola Jendirmeyan a li nêzê gundê Boydaş a Xozata Dêrsimê li daristanê şewat derket.
23 Tîrmeh: Li Xozata Dêrsimê li cihê daristanan şewat derket. Hat zanîn ku şewat bi hinceta "ewlehiyê" ji aliyê leşkeran ve hatiye derxistin.
Li Deşta Fîsê xweza tune bû
26 Tîrmeh: Ji ber êrîşên hewayî li herêma Mêrgezer a Çiyayê Cîlo ya girêdayî Gevera Colemêrgê şewat derhet. Her wiha ji ber operasyonên leşkerî li navçeya Licê ya Amedê şewat derket. Waliyê Amedê ne hişt ku mudaxeleyî şewata li Licê bê kirin. Li Deşta Fîsê, li sê riyana Licê-Hanî-Karazê ji ber şewatê 15 gund bi bandor bûn û 5 mal şewitîn. Meclîsa Ekolojiyê ya Amedê derbarê şewata li Deşta Fîsê rapor amade kir. Di raporê de hat diyarkirin ku hemû çavkaniyên jiyanê hatine tunekirin û ev tişt hat gotin: "2 hezar 740 donum rezên tirî, 2 hezar 500 darên fêkî, 594 ton ka, 180 ton gihayê hişk kirî, 10 hezar darên spîndaran, 4 ton genim, 10 donum tutina çandî, 15 donum baxçeyên zebze, hewşên 6 malan, 4 malên gund, 9 malên bax û bi hezaran donumê darstinana şewitî ye."
Di hefteya dawî ya Tîrmehê de Kurdistan bû cihê agir
27 Tîrmehê: Di encama gulabarana li qereqola li herêma Kuruspî ya girêdayî navenda Dêrsimê li qada daristanê û li çoltara navçeya Şemizînana Colemêrgê şewat derket. Li navçeya Farqîna Amedê jî li 6 gundan şewat derket û 6 mal şewitîn.
28-29 Tîrmehê: Li gundê Ortakoyê ya navçeya Qilabana Şirnexê û bajaroka Robarokê ya Şemizînanê hatin şewitandin.
30 Tîrmehê: Ji ber topbaranê li Çiyayê Gabarê yê Şirnexê û ji ber topbarana li Qereqola Çatakkopru ya navçeya Ferqîna Amedê li gundên Malabadî û Demîrkuyuyê şewat derketin. Şewata ku ji Çiyayê Gabarê destpê kir û gef li gundên Akbîrgun û ormanîçiyê yên Fındikê dixwar di 11'ê Tebaxê de hatin vemirandin.
31 Tîrmeh: Li herêma Oramar a Geverê ji ber topbarana Qereqola Kamişliyê şewat derket.
Di nîva heyva Tîrmehê de di şewatên ku li 22 cihan hatin tesbîtkirin de bi sedan donum erazî tunebû û sewalên wekî jojî, kusî, kêvroşk û hwd jiyana xwe ji dest dan.
Di Tebaxê de her roj şewatek
1 Tebaxê: Nûçeya şewata destpêkê ji Çiyayê Cûdî ya ji ber bomberanan leşkeran derketiye hat. Piştre jî ji ber obus û hewanan li çoltara Şemizînanê şewat derket. Şewata ku du rojan berdewam kir nehiştin ku welatî mudaxele bikin û karên vemirandinê jî ne hatin kirin.
2 Tebaxê: Li quntarê Çiyayê Bagokê ya li nêzî navçeya Nisêbîna Mêrdînê şewat derket.
3 Tebaxê: Li Çiyayê Cûdî carek din şewat derket. Ji ber gulebarana leşkeran li gundê Kizilsuya nêzî qontara Çiyayê Gabarê ya Şirnexê şewat derket. Her wiha ji ber topbarana Baregeha Leşkerî ya li navçeya Basayê li herêma Berêmirê şewat derket.
4 Tebaxê: Ji Çiyayê Bagoka Mêrdînê agahiya şewat derketiye hat. Şewat ji ber bandora hewayê gihişt navçeya Hezexa Şirnexê. Dîsa ji ber topbarana ji Qereqola Gevriyazînî ya li gundê Nehrî ya Şemizînanê li hemerêmên daristanê yên Kanyavîjga, Gîrka Gerdimê, Çiyayê Qelê, Sirtê, Kanibutkê, Serêkaniya Dola Gana, Varefele, Geliyê Basyan, Begaltê, Binya Bezelê şewat derket û şewat heta 6'ê Tebaxê berdewam kir.
5 Tebaxê: Ji ber topbarana leşkerên li Qereqola Sînor a Çalişkanê ya Silopiyê dimînin a li hemberî Çiyayê Cûdî, li herêma Sêvokê ya gundê Silipê şewat derket.
6 Tebaxê: Şewatên li Çiyayê Gabar ve Cûdî berdewam kirin. Li herêmên gundên Karakoç û Amba yên Dersimê û ji ber topbarana leşkeran li Şemizînanê şewat derket. Li Dêrsimê ji ber topbarana ji helîkopteran hat kirin 40 hezar donum erd bû xwelî.
7 Tebaxê: Li Geliyê Şêx Cuman a ku wekî boruya bêhndanê ya Bedlîsê tê nasîn şewat derket. Ji ber şewatê, 200 donum erd bû xwelî û şewat bi hewildanên welatiyan hat vemirandin.
Şewatek vemirandin yek din destpê kir
11 Tebaxê: Li Çiyayê Yazlica ya navçeya Diha Sêrtê ji ber topbaranê û li gundê Guneşlî ya Yaylidereya Çewlikê li herêma daristanê şewat derket.
12 Tebaxê: Li Çewlikê li 5 herêmên cuda şewat derket.
13 Tebaxê: Ji ber topbarana ji Qereqola Leşkeran a Duraka Şemizînanê herêma daristanê şewitî. Di heman şevê de ji ber topbarana helîkopteran li herêmên Beşerê û Aynega yên Çiyayê Cûdî ya Şirnexê şewat derket.
14 Tebaxê: Ji ber topbarana leşkeran li gundê Gurkavakê ya Gevera Colemêrgê û li beşa di navbera Çiyayê Gabarê û Sêrt-Dihê de şewat derket. Şewata li Bedlîsê derket di demek kurt de hat vemirandin û gelek bostan ji be şewatê bi bandor bûn.
16 Tebaxê: Ji ber topbarana ji Qereqola Uçdamlar a di navbera Licê-Pasûrê de li herêma daristan lê şewat derket.
17 Tebaxê: Li daristanên Nazîmiye-Bezîk ên Dêrsimê şewat derket.
18 Tebaxê: Ji ber topbaarana helîkoptearan li sêgoşeya Hanî-Lice-Karazê şewat derket.
19 Tebaxê: Li sêgoşeya Lice-Hanî-Karazê yên Amedê ji ber bombebarana leşkeran şewat derket. Ji ber gulebarana leşkeran li Geliyê Perî û Daristanên Ilisuyê yên Dêrsimê şewat derket.
20 Tebaxê: Ji ber hînkirina polîsan a çekê ya li taxa Husrefpaşa ya Bedlîsê li cihê daristan lê şewat derket.
21 Tebaxê: Di encama gulebarana leşkerên li 3'yemîn Fermandariya Komando Taburê ya navçeya Çelê ya Colemêrgê li herêma daristan lê heye şewat derket.
22 Tebaxê: Ji ber bombebaranê li Geliyê Munzurê û Hozatê yên Dêrsimê şewat derket.
24 Tebaxê: Herêma daristanê ya Çermuga Amedê şewitî.
25 Tebaxê: Li herêma Doskî ya Veregoza Geverê di encama bombaranê de şewat derket.
27 Tebaxê: Ji ber bombebaana leşkeran li Tepê Fîsê ya Licê şewat derket. Leşkeran destûr nedan ku şewat were vemirandin.
29 Tebaxê: Ji ber topên hewanê yên leşkeran avêtin sêgoşeya Lice-Hanî-Karazê şewat derket. Her wiha li Şemizînanê di emcana gulebarana leşkeran de li herêmê şewat derket.
Di 1'ê Îlonê de daristan hatin şewitandin
1 Îlonê: Li gundên Arnas û Everte yên Mîdyada Mêrdînê û li Çiyayê Qavalê ya li gundê Geçîtliya Colemêrgê şewat derketin.
2 Îlonê: Mezraya gundê Koklucu ya Alacaka Dêrsimê ji aliyê helîkopteran ve hat bomberankirin û li mezrayê şewat derket. Li gundê Qenerder ya Bedlîsê ji ber bombebarana ji helîkopteran, ji ber bombebarana helîkopteran a li ser herêma Qele Reşkê ya Geverê û li herêma di navbera gundên Bîlgîlî, Çayirli, Akmeşe û Kuyucak ên Diha Sêrtê de şewat derket.
Di navbera 1'ê Tebaxê heta 3'yê Îlonê de li Kurdistanê li 86 qadên cuda şewat derket. Ji van şewatan ji sedî 80 3 rojan dom kir û welatiyên ku xwestin şewatan vemirînin rastî astengiyan hatin.
(mb)