Bîlîm Teknîk û Rewşenê hilnedan girtîgehê
Kovarên Bîlîm Teknîk û Rewşenê hilnedan girtîgehê
Rayedarên girtigehê kovara Bilim Teknîk û Rewşen nedan girtiyê bi navê Ugur Çîçek yê ku 4 mehin li Girtîgeha Tîpa F a Hejmar 2 a Kiriklarê dimîne. Rayedarên girtîgehê bi îdiaya ev 'kovar bi fikar in' hilnedan girtîgehê. Birayê Ugur Çîçek, Yunus Çîçek bertek nîşanî vê pêkanînê da û diyar kir ku li dijî kurdan ev pêkanîn li her derê berdewam dike.
Nûçeyên derbarê binpêkirinên mafan ên li girtîgehan ji rojevê nakevin. Pêkanînên li dijî mafên mirovan roj bi roj li girtîgehan zêde dibin. Yek ji van pêkanînên dij mirovî li Girtîgeha Kiriklarê ye. Milbata girtiyê bi navê Ugur Çîçek ê li girtîgeha Tîpa F a Hejmar 2 a Kiriklara Îzmîrê dimîne, xwest ji kurê xwe re kovarê bi navê Bîlîm Teknîk û Rewşen bibîn. Lê rayedarên girtîgehê bi îdiya 'ev kovar bi fikar in' nedan Ugur Çîçek. Girtî Çîçek daxwaznameyek nivîsî û xwest cihên ku bi fikar hatine dîtin jêbikin û bidine wî. Lê rayedarên girtîgehê ev xwesteka Çîçek jî li ber çavan negirtin.
'Bê tehamulî li her derê heye'
Birayê Ugur Çîçek, Yunus Çîçek bertek nîşanê vê pêkanînê da û diyar kir ku di dîrokê de heta niha desthilatdarî ji zanînê tirsiyaye û ji ber vê Kovara 'Bîlîm Teknîkê' bi fikar dibîne. Çîçek destnîşan kir ku tenê pêkanînên girtîgehê bi van sînor nabin û wiha got: "Min beriya çendekî jî Kovara Rewşen ji kekê xwe re bir, lê rayedarên girtîgehê ji ber ku di kovarê de 'Çanda Kurdî û Cil û bergên kurdî' di kovarê de hebûn hilneda hundir. Li ser vê min bi israr xwest kovarê bigire hundur, lê dîsa jî bi awayekî ne mirovane ji min re got; 'Ez hildim jî ez dê nedim birayê te' ji min re henekê xwe kir." Çîçek bi lêv kir ku li dijî kurdan li her derî bêtehmuliyek heye û ev bi zelalî li holê ye. Çîçek li dijî pêkanîn li girtîgehan bertekên xwe anî ziman û xwest her kes li dijî van bêhiqûqiyan dengê xwe bilnd bikin û bi hêstiyar bin.
(mk/mae)