Bîranîn û bibîrxisina Roboskî!
ENQERE - ANF Di ser komkujiya Roboskî re ku 34 Kurd hatin qetilkirin, demeke ewçend dirêj derbas bû, lê hînê berpirsyar nehatine darizandin. Di vê dema bihurî de bûyerên berevajî vê bendewariyê qewimîn. Dewlet li şûna ku hesabê komkujiya ku kir bide, hewl da gelê Roboskî biçewisîne û bêdeng bike. Muge Tûzcûoglû diyar kir ku bi xebata xwe ya bi navê 'Zarokên Nexwestî' re dixwaze komkujiya Roboskî 'bibîr bîne û bide bibîrxistin'. Tûzcûoglû bûyerên li Roboskî qewimîn û têkoşîna hevpar, ji ANF'ê re vegot.
Di ser komkujiya Roboskî ya di 28’ê Kanûna 2011’an de pêk hat, 1290 roj derbas bûn. Malbatên Roboskî di vê pêvajoyê de ketin nava lêgerîna li edaletê û di her firsendê de hatin çewisandin. Muge Tûzcûoglû têkildarî şîdet û zexta dewletê ya dawî ya li Roboskî pêk hatiye xebata pirtûkeke berhevî ya bi nave 'Zarokên Nexwestî' da destpêkirin. Tûzcûoglû li ser pirtûk xwe û qewimînên dawî de axivî.
Tûzcûoglû diyar kir ku her çiqas pirtûk 7 meh berê hatibe weşandin jî nuqteya esas a pirtûkê ev e ku ‘bibîr bîne û bide bibîrxistin’ û anî ziman ku bûyera li Roboskî qewimî wê her tim di rojevê de be.
Tûzcûoglû axaftina xwe bi vî rengî dewam kir: "Me ev xebat ji bo ku tiştên me jiyan, ji bîr nebe, dan meşandinkir. Jibîrnekirin, bibîranîn û bibîrxistin, tecrubeyên girîng ên dîroka civakan, dîroka mirovahiyê ne. Berdewamkirina tecrubeyan tê wateya avakirina jiyaneke mirovahî. Di cîhana îro de gelek wateyên van têgehan hene. Em êdî mafê mirovan nîqaş dikin. Di esasê de nîqaşkirina me ya îro bi êş e, lê mixabin rojekê di carekê de balafirên dewletê bombeyan davêjin ser gundiyên me."
'TABLOYEKE KU NAYÊ JIBÎRIKIRINÊ HEYE'
Tûzcûoglû got: "Me bi vê xebatê RE xwest em nedin jibîrkirin. Em li ser vê fikirîn ku em çawa bidin bibîrxistin. Yanî em ê komkujiyekê çawa bidin bibîrxistin? Bi rondikan? Bi dilşewatiyê? Bi bedenên hatine parçekirî? Heta ku mirovahî hebû, ev hatine jiyîn. Me got gelo em ê van çawa bidin bibîrxistin? Pirsa me ev bû. Di encamê de; divê em bibîrxistinê wek çalakiyek xurt deynin holê, malbatan polîtîk bikin, piştevaniyê mezin bikin û têkoşînê di êşa hevbeş a mirovahiyê de bînin cem hev. Di encamê de jî tabloyek derket holê.
Ya din jî di alî polîtîk de ti qadeke ku mirov ji bîr bikin û bêhna xwe bigirin, nehiştin! Şeva komkujiyê zextên li ser gundiyan destpê kiribûn. Doz li gundiyan hat vekirin, mudaxaleyê çalakiyên wan kirin. Hatin binçavkirin. Bombeyên gaze avêtinê. Çarçoveya wêneyên 34 kesên hatin qetilkirin ji aliyê leşkeran ve hat şikandin. Gelo ma ev wê nîşan bidin ku komkujî qediyane. Îro hîna jî li wî gundî hêstir tên qetilkirin. Yanî ji bilî hewldana me ya bibîrxistinê, ji xwe her tim hewldaneke bibîrxistinê heye. Ev hewldan komkujiyê dide berdewam kirin. Bibîrxistina wan mirinan zêde dike. Lê ya me jî wê hinek tiştan biguhere." 'HER TIŞT HEVBEŞ E, BIBÎRXISTIN JÎ'
Tûzcûoglû di berdewamiya axaftina xwe de ragihand ku ev nivîs tenê di pirtûka wan de heye û wiha pê de çû: "Me ji nivîskaran, ji bo vê pirtûkê, ji bo Roboskî û ji çîrokên wan nivîs xwestin. Me xwest ku em êşa hebeş bidin bibîrxistin. Ji ber ku li her derê cîhanê komkujî dişibin hev. Yên komkujiyan pêk tînin dişibin hev. Yên dikin mêr temsîl dikin, yên tên qetilkirin jî kesên muxalîf, yên bi nasnameyên xwe cuda û yên bi hebûna xwe zehmetiyan diafirînin e.
Dema mirov komkujiyan rêz dikin, tevî ku dem û dever diguherin jî, armanca komkujiyan ti car naguhere. Em vê bi awayekî zelal dibînin. Ji ber vê jî Roboskî berdewama 2’ê Tîrmehê ye. Helepçe di alî wateyê de ji qetilkirina rewşenbîrekê cuda nayê dîtin. Heta tiştên li Dêrsîmê hatin jiyîn neyên fêmkirin, ne mumkune tiştên bi gelê me hatine jiyîn bê fêmkirin. Ji xwe ev di nivîsan de jî zelal tê dîtin. Êş dubare dike. Cihê ku dikevê dişewitîne."
Tûzcûoglû bi lêv kir ku di nivîsa Neşe Ozgen de ev komujî, ji nû ve xwendina sînor, vedibêje. Tûzcûoglû wiha pê de çû: "Bombebarankirina gundiyên gelekî ya bi çavsoriyeke mezin, meseleya sînore. Ji pirsgirêka gundekî gelek gelek dûr e."
Tûzcûoglû axaftina xwe wiha berdewam kir: "Di nava van hemûyan de ez wisa difikirim ku bi bibîrxistinê re divê em ji nûve li têkoşîn û başkirinê binêrin. Di dîroka meya têkoşînê de, têkildarî bibîrxistin û başbûnê de aliyekî me yê bi êş heye. Li ser têkçûnan ava dibe, li beramberê vê jî em tolhildan û romantîzmek bi êş pêş dixînin. Ev bi me re gelek zêde heye. Dive em bi awayên cuda bibîr bixînin. Roboskî bandorek mezin li ser gelê Kurd kir.
'EV TIŞTEKÎ YEKEM BÛ'
Weşanxaneya ku pirtûka me çap kir, yekem car pirtûkek Kurdî çap kir. Ji ber vê gelek bi nirx bû. Xebatên weşanxaneyan yên bi vî rengî ji bo me gelek bi nirx e. Ji bo ku ev pêngav avêtine ez ji bo wan spas dikim. Bêguman divê ev pirtûk kurdî bûna, ji ber ku komkujiyê yekser vedibêje. Destpêkê divê em jibîr nekin ku komkujî parçeyek siyasetê û polîtîkayê ne. Bi komkujiyan gelek tişt hatin hedefkirin, li seranserê cîhanê gelek komkujî bi edeleta rastî encam nebûne. Pêvajoyên darbeyan, qirkirin hîna îro meseleyên mezinin. Di travmayên civakî de, heqîqet lingê yekem yê kar e. Divê bi rûhevhatinê re derkeve holê û bê qebûlkirinê. Em hîna vê qebûlkirinên najîn ku, edelet û başkirin bê. Yanî me pêvajoya hesabdayînê nedaye destpêkirin."
'PIŞTÎ HILBIJARTINAN FIKR GUHERÎN'
Tûzcûoglû bi lêv kir ku divê ji vî alî ve jî li pêvajoya çareseriyê bê nihêrtin û got: "Yanî lingê siyasî, dîplomasî û burokrasiyê jî heye. Di vî alî de hevdîtin û hesab dikarin bên kirin. Lê aliyê vê yê civakî heye. Ger aştiyek pêk bê divê aliyên ku ji xwe re kirine dijmin jî bînin cem hev. Derbaskirina bendê ya HDP’ê wê destekê bide vê pêvajoyê. Piştî hilbijartinê fikrê mirovan guherî. Bêguman yê me jî. Komkujî jî di vê pêvajoyê de parçeyên herî girîng yê lingê civakiye. Yanî ji bo edeleta civakî û pêşketina pêvajoya çareseriyê divê di alî civakî de aştî û wekhevî bê afirandin."
Tûzcûoglû di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser pirtûka xwe û got heta niha reaksiyonek neyînî nehatiye nîşandan û ji aliyê her kesî ve hatiye ecibandin.