1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Bûka Baranê 3 modelên gund ê ekolojîk amade kir
Bûka Baranê 3 modelên gund ê ekolojîk amade kir,bûka,baranê,3,modelên,gund,ê,ekolojîk,amade,kir

Bûka Baranê 3 modelên gund ê ekolojîk amade kir

A+ A-

ÊLIH 20.09.2014 06:04:49 Ji bo ku Kurdên Êzidî yên ji êrîşa çeteyên DAIŞ’ê reviyan û li Êlihê bi cih bûn, Hewldana Bicihbûna Gundê Ekolojîk a Buka Baranê sê projeyên gundên Ekolojîk pêşkêşî şaredariya Êlihê kir û diyar kir ku di çarçoveya xweseriya demokratîk de li gundên ku ava dike de dê meclisê gel jî ava bike.

Hewldana Bicihbûnê ji bo Êzidiyên ji êrîşên DAIŞ’ê reviyan û li Êlihê bi cih bûne sê projeyên modela gundên ekolojîk pêşkêşî şaredariya Êlihê kir. Endamên Hewldanên ku projeya malên kerpîç, ortpîç û kayê amadekirin, diyar kir ku bi maliyeke kêm dikare qadên jiyana nû bên afirandin.

Ji aktîvîstên Bûka Baranê Mîraz Rûspî diyar kir ku li navendên bajar bi atolyeyê ekolojîk ên ava kirine balê dikişînin û got bi salane li ser gundên ekolojîk disekinin û got êdî li pêşiya avakirinê tu astengî tune. Rûspî anî ziman ku herî dawî sê projeyên gundên ekolojîk pêşkêşî şaredariya Êlihê kiriye û wiha berdewam kir: "Me sê model pêşniyar kir. Ya yekemîn malên kerpîç yên li herêmê tên bikaranîn. Me ji bo vê modela ‘alper’ pêşniyar kir. Ji ka, ax û kirêcê pêk tê. Dema li kalib tê derxistin bi lez dicemide. Modelên ku em difikirin malên ku têra xwe dikene. Ev mal germahiya xwe û hênikbûna xwe jî diafirînin. Ev ê malên xweser bin. Her wiha kanalîzasyonên van dê wek gubreyê daran xwedî bike. her wiha dê di nava wê de seraya wê jî hebe, her kes sebzeyên xwe hilberîne.

HEM BI TASARUFIN Û HEM JÎ SAXLEMIN

Ruspî diyar kir ev ev xanî bi tasarufin û modeleke din ya xaniyên kayê ne. Ruspî wiha berdewam kir: “Ev modelê xanî hêj li Bedlîsê hene. Me projeya xaniyên kayê jî pêşkêş kir. Ji ber ku ev der cihê genime. Di çana dem ede di avahiyên bi vî rengî de tiştên ku ekolojîst nizanin hene. Ev giştî ekolojîke. Ev li Ewropayê her tim tê bikaranîn. Aliyê hundir yên dîwaran hemû bi kayê tê tijekirin. Dora wî jî bi çamurê tê çêkirin. Bi vî awayî desturê nade bihuk û agir bikeve hundir. Her wiha ka li dijî erdhêjê gelek saxleme.

MALÊN ORTÇÎP

Rûspî anî ziman ku modela sêyemîn jî xaniyên ‘ortçîp’ jî xaniyên ku hewcedariya germahî û hênikbûna wê tune û wiha got: “Modela ku me pêşniyar kir, mînak sibehan germahî 40 derece be êvaran dikare dakeve 20 dereceyî. Ortçîp tê wateya keştiya ser rûyê erdê. Ger kiyamet jî rabe dikare dîsa şaristaniyê ava bike.”

Ji aktîvîstên Buka Baranê, Rojbîn Elvan jî diyar kir ku van gundên ekolojîk hedef dikin ku çanda gundên berê ji nû ve bînin û wiha berdewam kir: “Ev gund dê gundên berê bi xwe re bîne. Em li gundekî bixebitin em j bo 3-5 mehan naxebitin. Jixwe em jî koma jiyana ekolojîk in. Li her gundê ku bê avakirin em ê cih bigirin. Tiştên ku em bo xwe naxwazin em bo kesekî din jî naxwazin.

MEXDURÊN ŞER GUNDÊ EKOLOJÎK AVA KIRINE

Elvan diyar kir ku endamên Hewldana Bûka Baranê jî ji xwe re gundê ekolojîk ava kirine û wiha berdewam kir: “Warên ekolojîk tenê li Gundên Ekolojîk nayên çêkirin û li bajaran jî tên çêkirin û wiha berdewam kir: “Li Êlihê ez dikarim gelek mînakan bidim. Niha em 20 malbat cihekî wisa ekolojîk ava dikin. 15 km dûrî bajar e, em ji bo xwe jî di heman formulê de gundekî ava dikin. Ne tenê li derveyê bajar, li navenda Êlihê jî dikare pêk bê. Di salên 90’î de dema gund hatin şewitandin û koçberiyan destpê kir li gelek taxan welatiyan taxên ekolojîk ava kirin.

Elvan diyar kir ku ew hewl didin ku li van herêmên ku pêwîstî pê heye, mirovan belav bikin û piştî ku komkujiya li ser Kurdên Êzidî pêk hat em jî hema ketin nava hewldanê."Elvan bi lêv kir ku li şûna kampên penaberan wan xwestiye ku tiştekî wisa biafirînin û ew dixwazin mirov li wir mayînde bin.

Elvan da zanîn ku projeya Xweseriya Demokratîk her kesê di civakê de dijî digire nav xwe û meclîsên gel ên ku jin, zarok û ixtiyar jî têde ne wê ava bikin.

Der barê mijarê de Hevşaredara Êlihê Gulîstan Akel jî agahî da û da zanîn ku ew jî her sê modelên Hewldanê di cih de dibînin û got ku ji bo biryareke kolektîf bê girtin divê projeyan bişînin navenda giştî ya partiya xwe.