'Bûkên zarok' ên mezin bûn
26 Gulan09:23 2014 HULYA EMEÇ
WAN (DÎHA) - Li herêmê êdî zewaca bi temenê biçûk weke tiştekî asayî lêhatiye û bi xwe re gelek travmayên mezin tîne û Ayşe Taylan û Zumeyra Urkmez çîroka xwe ya hêj zarok hatin zewicandin vegotin. Ayşe Taylan (63) a ku hêj 10 salî hate zewicandin, hevserê wê mir û ji ber ku zarokên wê tunene bi birayê xwe re li prefabrîkê dimîne. Zumeyra Urkmez (50) a ku hêj 7 salî dan zilamekî jî diyar kir ku bavê wê milê wê girt û zewicandan
Li herêmê zewaca bi temenê biçûk di civakê de birînên gelek mezin vekirin û her çiqas di koşeyan de bimîne jî bi awayekî derdikeve pêşberî mirovan. Drama li ber çavê civakê pêk tê û li herêmê çavê xwe ji vê yekê re digire bi xwe re û dibe asayî û ev yek herî zêde malbatan mexdur dike. Jina bi navê Ayşe Taylan (60) a ku li taxa Seyrantepe ya Wanê rûdine ji ber ku kiraya malê neda ji malê hate derxistin û jina bi navê Zumeyra Urkmez (50) a ku li taxa Karşiyaka yê dijî ji kesên di temenê biçûk de dan zewicandin in. Ayşe Taylan, diyar kir ku hêj 10 salî bi zorê bi Reştî Avci re dan zewicandin û ji ber têkiliya zayendî ya bi temenê biçûk tu caran zarokê wê çênebûn. Taylan, anî ziman ku ji ber rewşa wan a aborî nebaşbû hêj biçûk hate firotin û disa ji ber rewşa wan aborî nebaşbû nehate dermankirin û zarokê xwe hembêz nekir. Taylan, da zanîn ku ji ber zarokê wan çênebû hevserê wê mehre wê çênekir û wiha got: "Hevserê min her tim gefa dê hewiyekê bîne li min dixwar. Ji ber ku rewşa aborî nebaşbû û her tim bi her kesî re şer dikir tu kesî keça xwe nedayê. Heke dê zewicîba û ez jî dê kiribam xîzmetkarê malê."
Bi tena serê xwe ma
Taylan, bilêv kir ku dema li kolanê dilîst bavê wê milê wê girt û bire malê û jê re got; "Êdî tu jin i eybe êdî tu dernakevî kolanê" Taylan, destnîşan kir ku roj roja xwedê da heya niha riyê wê nekeniya û wiha axivî: "Hevserê min çi xwastima li min dikir. Li gorî wî ez kêrî hewchiyên wî bi cih bînim bûm." Taylan, anî ziman ku 5 sal berê hevserê wê jiyana xwe ji dest da û ji ber ku di fermiyetê de nezewiciye mehaneya jinebiyê negirt û wiha pê de çû: "Ez gelek mexdur im maleke min a ez lê bimînim tuneye. Mehek berê ji ber min kiriya malê neda ez çend rojan li kolanên Wanê mam. Li ser riya Qelqeliyê çend rojan di şikeftê de mam û piştî şaredariyê prefabrîke da me ez û xwîşka xwe û zarokên wê tê de dimînin." Taylan, da zanîn ku bi alîkariya cîranan xwe li ser piyan digirin û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Hin caran li malê nan tuneye. Xwedê ji cîranan razî be. Heke ew jî nebin em dê ji bîriyan de bimirin."
Zumeyra di 7 saliyê de hate ‘zewicandin' di 12 saliyê de bû dayîk!
Zumeyra Urkmez (50) jî diyar kir ku ew hêj 7 saliyê dan Kamîl Urkmez ê ku 25 salan ji wî meztir. Urkmez, di malê de bi hevserê xwe yê ji ber helina hestî û ket nav destan re dijî. Urkmez a ku 7 caran emeliyet bû anî ziman ku herî dawî ji ber emeliyata ji çokê xwe bûyî di meşê de zehmetiyan dikêşe. Urkmez, da zanîn ku bavê wê milê wê girt û bir mala hevserê wê û ji ber vê yêkê bi rojan giriya. Urkmez a ku di 12 saliyê de bûyer dayîk, da zanîn ku ji ber şîrê wê tunebû zaroka xwe bi cîranan dida mêtin. Urkmez, bilêv kir ku zarokahiya xwe nejiyî û di temenekî biçûk de mezin bû û wiha got: "Xwedê belaya xwe bide serdema em lê jiyîn. Keçên biçûk bi kesên sê qet ji wan mezintir re dizewicandin. Hûn nifşekî gelek bi şans in. Em nifşê xwedê dayî û windakirin e. Jiyana me bi peyva hevserê me ve girêdayîbû." Urkmez, destnîşan kir ku 3 keçên wê jî qederekî wisa jiyîn û wiha pê de çû: "Zarokên min jî di temenekî zû de zewicîn. Rewşa me ya aborî baş nebû. Min her tim got, 'min ev tişt jiyîn bila kesekî din nejî' Lê ji ber zextên derdorê tiştên min jiyîn zarokên min jî jiyîn."
Zarokên wê terk kirin
Urkmez, anî ziman ku ji bilî 3 keçên wê 4 kurên wê jî zewicîn û zarokên wê yên zewicî ew terk kirin û wiha pê de çû: "Dem dem zarokên min yên keç tên malê paqij dikin û xwarinê çêdikin. Ji bilî wê tu kes derê me venake. Em bi mehaneya pîratiyê ya 3 mehan carekê didin derbara xwe dikin. Ji ber ku hevserê min ji ber helina hestî bi salane di nav destan de ye. Ez jî pîr bûm. Hin caran her aliyê min req dibe. Nikarim rabibim."
(bd)