1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Bûyerên li Efrînê mezin dibin
Bûyerên li Efrînê mezin dibin,bûyerên,li,efrînê,mezin,dibin

Bûyerên li Efrînê mezin dibin

Bûyerên li Efrînê mezin dibin: Çalakvanek bi îşkenceyê hat kuştin

A+ A-

Efrîn - Duh êvarê li bajarê Efîrnê komeke çekdar çalakvanê kurd Çekdar revandin û birin cihekî ne diyar û bi awayekî hovene îşkence lê kirin. Hate zanîn ku bedena wî kêran parçe kirine û di encama îşkenceyê de Çekdar jiyana xwe ji dest daye.

Hate ragîhandin ku dema ku Komîteyên Parastina Gel buyer bihîstin bi şopa koma çekdar ketin û li gorî agahiyan di navbera wan de şerekî dijwar derketiye. Li gorî çavkaniyên herêmê di koma çekdar de hin mirî hene. Komîteya Parastinê ya Gelcesedê Çekdar li wir di nav axwînê de dîtin.

Bajarê Efrînê ev demeke ji aliyê hin komên bi dewleta Tirk ve girêdaye rastî êrîşan tên. Berî demekê komê li gundê Basûtê êrîşê Komîteya Parastinê kiribû. Her wiha li hemberî navenda jinên Kurd jî êrîşa bombeyî pêk anîbû.

Di 1’ê tîrmehê de li navçeya Ezaz a Efrînê di encama êrîşa hêzên rejîma Beşar Esad de 2 kes hatin kuştin û 8 kes jî bi giranî birîndar bûn. Vê yekê rê li ber nerazîbûnên tund ên Kurdan vekir. Di 2’yê tîrmehê de,li navçeya Mabetî ya Efrînê bi hezaran kes bi ser avahiyên ewlekariyê yên rejîma Sûriyeyê de girtin û hêzên ewlekariyê qewitandin. Hat ragihandin ku Kurdan êrîşê navenda Baasê jî kirin û hemû karmendên wê ji bajêr derxistin.

JI TEVDEMÊ NERAZÎBÛNEK TUND

Di daxuyaniyê de hat gotin; “Di 1’ê tîrmehê de hêzên rejîma Esad li navçeya Ezaz a Efrînê komkujiyeke din pêk anîn. Di vê komkujiyê de du kes hatin kuştin û 8 kes jî bi giranî birîndar bûn. Lê hin aliyên ku xwe her tim bi kurdîyetê xwe didin pêş, tu daxuyaniyek di vî warî de nedan. Ji ber wê em ji gelê xwe re dibêjin ku hûn rastiya van kesan û aliyan dizanin û niha dema ku aşkere bu çi di nav wan da heye û çi siyasetan nav xwe dimeşînin. Pirsgirêka gelê xwe ji bîr kirine û ya jêre tê plankirin dikin. Em di dibînin ku ew tu helwest nîşan nedane. Ji ber bi rejîmê re kar dikin û alîgirên wan in. Bi vê yekê dixwezin êrîşî tevgera me bikin ji bo ku rastiya xwe qirêj bişûn. Tevgera me wê bi aweyek pir xurt li hemberî wan bisekine heyanî gel azad dibe û mafê xwe bi dest xwe da tîne û em ê can fedayê gele xwe bin”.

Hêjayê gotinê ye ku Artêşa Azad a Sûriyeyê ya girêdayî Emcumena Neteweyî ya Sûriyeyê (ENS) ya ku bi hevkariya Tirkiye, Qetar, S. Erebîstan û welatên Rojava hatiye avakirin, gef li PYD û Yekîneyên Parastina Gel ên Rojavayê Kurdistanê xwarine. Hat zanîn hin rayedarên Encumana Nîştîmanî ya Kurdî ya Sûriyeyê (ENSK) giliyê PYD’yê li cem Artêşa Azad kiriye. Piştî vê gefê, li Rojavayê Kurdistanê hin êrîş pêk hatin.

TEV DEM’ê di daxuyaniya 2’yê tîrmehê de diyar kir ku ew bi rêya telefonê bi rayedarên Artêşa Azad re axivîne û ragihand ku Artêşa Azad a Sûriyeyê bersiva wan da û got; “Hin aliyên ji Encûman Niştimanî A Kurdan a Sûriyeyê giliyê xwe ji we kirin û ji me ra gotin ku Yekîneyên Parastina Gel û Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) êrîşê meşvanên li dijî rejîma Esad ên li Efrînê û Kobanî derdikevin, her wiha ji me xwestin ku em mudaxalayê vê mijarê bikin û li ser vê bingehê me ew daxuyanî da".

TEV-DEM’Ê ARTÊŞA AZAD A SÛRIYEYÊ HIŞYAR KIRIBÛ

TEV-DEM’ê ji ENSK’ê xwest ku helwesta xwe ya li hemberî van aliyên ku dixwazin aloziyan derdixin zelal bikin û Artêşa Azad a Sûriyeyê hişyar kir û xwest xwe tevlî nava karê Rojavayê Kurdistanê neke. TEV-DEM’ê diyar kir ku Artêşa Azad bi vê daxuyaniya xwe dixwaze şerê navxweyî yê li Sûriyeyê belavî Rojavayê Kurdistanê jî bike û got; “Divê Artêşa Azad xwe tevlî pirsgirên nava Kurdan neke û neyê lîstokan.” TEV-DEM’ê bal kişand ku tu kesek nikare tevgera azadiya Kurdan li Kurdistanê tehdît bike û got; “Gurkirina şerê di navbera muxalefetê de tenê xizmeta rêjîmê dike. Tevgera me ya yekemîn li dijî rejîmên desthilatdar tekoşiyaye û bi taybet rejîm Baas li Sûriyeyê û bi dehan şehîd ji bo azadiyê û demokrasiyê li Rojavayê Kurdistanê dane. Bi sedan girtiyên me di zîndanên rejîma Sûriyeyê de hene. Tevgera me jî jî cihê xwe di dilê gelê Kurd de girtiye, li her derê û em tu carî ji riya azadiyê û demokrasiyê venagerin".

ANF NEWS AGENCY