1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Bûyerên li Seyîdsadiq di roja sêyemîn de didomin
Bûyerên li Seyîdsadiq di roja sêyemîn de didomin,bûyerên,li,seyîdsadiq,di,roja,sêyemîn,de,didomin

Bûyerên li Seyîdsadiq di roja sêyemîn de didomin

A+ A-

12:44 04.01.2014

SİLÊMANÎ (DÎHA) – Bûyerên li bajarokê Seyîdsadiq ê girêdayî bajarê Silêmaniyê di roja sêyemîn de didomin. Di encama bûyerên sê rojan de ciwanek hat kuştin û zêdetirî 144 kes jî birîndar bûn. Qeymiqamê bajarok, şaredar û gelek berpirsên din jî neçar bûn îstifa bikin. Di çalakiyê de nûçegihanên DÎHA’yê ji aliyê polîsan ve hat tehrîkirin.

Bajarokê Seyîdsadiq 53 kîlometre dikeve rojavayê bajarê Silêmaniyê û sala 2010’an bûye qeza. Sala 1988’an ji aliyê hikûmeta wê demê ya Iraqê ve hemû xaniyên bajêr hatin rûxandin û sala 1991’an dîsa ji aliyê welatiyan ve hat avakirin. Hêjmara rûniştvanên wê derdora 90 hezar kesiye. Pêncşema borî (02.01.2014) piştî nîvro xwepêşandana li bajêr dest pê kir û xwepêşanderan rêya di navbera Herêma Kurdistan û Îranê de girtin.

Xwepêşanderan daxwaza wê yekê dikirin ku xizmet ji bo bajarokê wan were kirin û rêveberên bajarokî îstifa bikin. Piştre xwepêşander ber bi avahiya qeymiqamtiyê ve meşiyan, ji ber gelek avahiyên hikûmî li wê herêmê hebûn; di navbera xwepêşander û polîsan de bûyeran dest pê kir. Avahiya qeymiqamtiyê rastî êrişa bi beran a xwepêşanderan hat, zerer û ziyanek mezin gihişt avahiyê. Polîsan jî li hemberî wan bûyeran êrişî xwepêşanderan kirin. Di roja yekemîn a xwepêşandanê de ji polîs û xwepêşanderan 61 kes birîndar bûn. Herwiha ciwanekî bajêr yê bi navê Biryar Hesen (27) bi gûleyekê birîndar bû û li nexweşxaneya beşa lezgîn a Silêmaniyê jiyana xwe ji dest da. Roja înê ji bo veşartina cenazeyê Biryar bi sedan kes kom bûn, cenaze ber bi goristanê ve birin û veşartin. Di merasîmê de parlamenter û nûnerên aliyên siyasî jî beşdar bûn.

Piştî veşartinê xwepêşander ber bi qeymiqamtiyê ve çûn û du daxwazên xwe yên sereke pêşkêş kirin. Yek ji wan ji qeymiqam, şaredar û beşek ji berpirsên bajarok îstifa bikin. Ya duyemîn jî hemû kesên ji aliyê polîsan ve di roja yekemîn a xwepêşandanê de hatine binçavkirin, werin berdan. Hêjmara wan kesan jî 15 bû. Piştre dîsa xwepêşandanê dest pê kir, di navbera polîs û xwepêşanderan de bûyeran dest pê kir. Hêzekî zêde ya hêzên ewlekariyê ji bo bajêr hatin şandin, gaza çavan dişewitîne, ava şid û bombeyên gazê li hemberî xwepêşanderan hatin bikaranîn.

Ji ber xwepêşandan û nerazîbûnan, qeymiqamê Seyîdsadiq Erkan Hesen û şaredar Cemal Ehmed îstifa kirin. Îro rêveberê perwerdeya Seyîdsadiq daxwaznameya dest ji kar berdana xwe pêşkêşî rêveberê giştî yê perwerdeya Silêmaniyê Necmedîn Elî kir. Di vê derbarê de Necmedîn Elî ji malpera Xendan re wiha got: “Rêveberê perwerdeya Seyîdsadiq daxwazanemeya dest ji kar berdana xwe pêşkêşî min kiriye. Ji bo vê armancê ezê hewl bidim îro wezîrê perwerdeyê yê Herêma Kurdistanê bibînin û daxwazên xwepêşanderan jî pêşkêş bikim.” Îro jî xwepêşandana xwendekarên bajarokê Seyîdsadiq li pêşiya rêveberiya perwerdeyê dest pê kir û daxwaza îstifakirina rêveberê perwerdeyê kirin.

Di xwepaşandan îro ya li bajarokê Seyîdsadiq de, kamera DÎHA û NRT ji aliyê polîsan ve hatin tehrîkirin. Herwiha dest danîn ser hinek amêrên ekîba DÎHA’yê.

Rêveberê polîsên bajarokê Seyîdsadiq Huner Cafer diyar kir ku di roja yekemîn de 61 kes birîndar bûne û ciwanekî jî jiyana xwe ji dest daye. Cafer da zanîn ku di roja duyemîn de jî 83 kes birîndar bûne. Serokatiya civata wezîran piştî bûyeran di daxuyaniyekê de wiha got: “Xwepêşandanên sivîl mafekî yasayiye û parêzgariya hemû welatiyekî vê herêmê ye. Lewra daxwaz û nerazîbûnên xwepêşanderên qezaya Seyîdsadiq, di wê çarçoveyê de wê werin dest girtin. Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî wê daxwazên wan ên rewşa bêne cih.” Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ji bo şopandina bûyerên Seyîdsadiq, şandek bi endamtiya du wezîr û parêzgarê Silêmaniyê destnîşan kiriye û wê îro ew şand serdana Seyîdsadiq bike.

(mt/mae)