1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Bûyerên tarî yên li Geverê
Bûyerên tarî yên li Geverê,bûyerên,tarî,yên,li,geverê

Bûyerên tarî yên li Geverê

A+ A-

Li navçeya Geverê ya Colemêrgê di rojên dawî de zêde disî, şelihandin, serdegirtina malan, kontrola nasnameyan û binpêkirina mafan zêde dibe. Bûyerên bi vî rengî ji aliyê kesên nasnameyên wan nediyar ve pêk tên. Balkêş e ku der barê van bûyeran de heta niha kes nehatiye binçavkirin û lêpirsîn nehatiye vekirin. Esnafê ku hate şelihandin Nusret Kaya, diyar kir ku ev bûyer ji aliyê kesên nekurd û xerîb ve tên kirin.

Di rojên dawî de li navçeya Gevera Colemêrgê bûyerên dizî, şelihandin, kontrola nasnameyan a ji aliyê kesên nediyar ve zêde bûne. Balkêş e ku di demê dawî de kontrola nasnameyan jî zêde bûye. Lê kesên sivîl ku nasnameyan kontrol dike nasnameya xwe aşere nakin. Disa kesên nasnameya wan nediyar û çekdar bi ser malan de digirin. Di rojên dawî de kesên ku bi tirkî diaxivin û xwe wekî polîsan didin nasîn bi ser malam de digirin û lêgerînê pêk tînin. Kesên ku xwe wekî polîs nîşan dan bi ser malekê de girtin û pirsa "Hûn kurd in?" kir. Piştî bersîva "Erê" lêgerîn pêk anîn û 650 TL dizîn. 3 roj berê dîsa heman malbat ji aliyê kesên nasnameya wan nediyar ve rastî serdegirtinê hat. Kesên xwe wekî polîs bidin şîna xwestin derî bişkînin û têkevin hundir. Çend roj berê firina Kaya dîsa ji aliyê 3 kesên ku xwe wekî polîs dan nasîn ve rastî serdegirtinê hatin. 3 kesên bi ser firinê de girtin telefonên xebatkarên firinê dizîn. Dîsa derket holê ku ji aliyê van kesan ve 8 maşîne hatin şewitandin. Dîsa apartmana 5 qat a 100 metre nêzî Tugaya Fermandariya Cendirmeyan e û 12 malbat dête dijîn hate xwestin ku bê şewitandin. Lê piştî ku şeniyên avahiyê pê hisiyan bûyer asteng kirin. Çend roj berê mala welatiyê bi navê Mehmet Soydan rastî şelihandinê hat. Kesên nasnameya wan nediyar 30 milyon mal û mulk dizîn. Dikana zêr ya Adîl Kanar jî bi heman rengî ji aliyê kesên nasnameya wan nediyar ve 120 mîlyar zêr hate dizîn.

Dîwarê dikana welatiyê bi navê Îsmaîl Onay hate qulkirin û 14 bidon mazota wî hate dizîn. Dîsa li gundê Dara yê 50 mihê welatiyê bi navê Mesut Çardakçi hatin dizîn. Li Gunde Xalanê jî 30 sewal hatin dizîn. Li aliye din kontrola nasnameyan a li navçeyê ji zêde bûye.

Xwediyê Firina Kaya, Nusret Kaya ku gargeriya wî rastî serdegirtinê hat, diyar kir ku kesên li Geverê malbat û welatiyan dişelihînin û diziyê dikin ne ji Geverê ne û ne kurd in. Kaya, anî ziman ku firina wî ji aliyê 3 kesên ku baş bi tirzî zanin û dişibin tirkan bi ser firina wî de girtin û dizî kirin. Kaya da zanîn ku kesên di serdegirtina firinê de jiber ku pere nedîtine telefonê wan dizîne. Kaya, destnîşan kir ku kesên bi ser malan de girtine ne kurd in û xerîb in.

Serokê Rêxistina BDP'ê yê Geverê Rustem Demî anî ziman ku bûyerên li Gever3e pêk tên bi rêk û pêk û bi plankirî pêk tên û wiha axivî: "Kesên ku dîsa dixwazin li Geverê buyerên tarî pêş bixin û kesên dixazin dîsa tevliheviyê bikin van bûyeran pêk tînin. Demîr, daxuyand ku li gel gelek kamerayên MOBESE li nava navçeyê hatine bicih kirin jî balkêş e ku ev kesana nayên tespîtkirin û nayên binçavkirin. Demîr, bertek nîşanî vê yekê da û wiha got: "Cemîyeta Fethullah dixwaze gelê me bîne rûqalî hev û aloziyan derxe. Lê nagêjin armanca xwe." DÎHA (mae)


Bêjeyên Miftehî