Canan: 5 rojin şerekî dijwar didome
Parlementerê BDP'ê yê Colemêrgê Esat Canan: Raya giştî û raydarên dewletê bêdeng e û ev yek fikarên me zêde dikin
Heyeta BDP'ê û Înîsiyatifa Dayikên Aştiyê xwestin biçin herêma operasyonê ya li navçeya Şemzînana Colemêrgê, lê leşkeran bi hinceta "Herêma Ewlehiyê ye" destûr neda ku heyet biçe herêmê. Parlementerê BDP'ê yê Colemêrgê Esat Canan, diyar kir ku li hemberî vê yekê raya giştî û raydarên dewletê bêdeng e û ev yek fikarên wan zêde dikin.
Pevçûnên ku 24'ê Tîrmehê de li gundê Nehrî, Nevrezan û Rubunus a navçeya Şemzînana Colemêrgê dest pê kirine berdewam dikin. Hat ragihandin ku pevçûn duh li bejahiya gundên Gelaşk, Mergesave, Serbera, Sertet û mezraya Nirkole û qontarên Gomanê dijwartir bûye. Hat hînbûn ku gelek helîkopterên tîpa skorsky leşkerên ji perwerdehiyên taybet derbas bûne û tîmên tevgera taybet li herêma pevçûnê bicih kirine. Hate zanîn ku ji ber bombebaranê gundên Begerde, Mose, Beytera, Gelaşk, Nîrkula Serî û Nîrkula Nîvekê ten valakirin. Li ser vê yekê heyeta ku ji BDP, Înîsiyatifa Dayikên Aşityê û saziyên sivîl ên civakî pêk tên xwestin biçin herêma operasonê û bi hawariya welatiyan biçin. Heyetê xwest cenazeyên endamên HPG'ê yên Îhcan Acar (Kemal Îhsan) û Sînem Unver (Sarîna Dicle) ji herêma operasyonê bigirin. Lê leşkeran bi hinceta "Herêma ewlehiyê ye" destûr nedan. Leşkerên ku li ser rêya Mezraya Kertekî ya gundê Nehrî heyeta BDP'ê û saziyên sivîl asteng kir. Li vir Parlementerê BDP'ê yê Colemêrgê Esat Canan, bertekên xwe anîn ziman û daxuyanî da. Canan, diyar kir ku li hemberî vê yekê raya giştî û raydarên dewletê bêdeng e û ev yek fikarên wan zêde dikin. Em li ser daxwazên malbatên 2 endamên HPG'ê me heyetek ava kir û me xwest em cenazeyan bigirin. Lê leşker destûr nadin. Ji ber ku rayedar û cemawerî li hemberî vê yekê bêdeng in fikara me zêde ye. 5 rojin li herêmê pevçûnên dijwar pêk tê. Lê dîsa li hemberî vê yekê bêdengiyek heye. Gelek windahî çêdibin. Lê dîsa dewlet û rayedarên dewletê bêdengin. Cemaweri bêdengin.
Gelek leşkeran jiyana xwe ji dest dane û hêj cenaze li herêmê ne. Gelek polisên taybet jiyana xwe ji dest dane. Ji bo li herêmê lêkolîn bê kirin em dê hewl bidin li gel gundiyan biçin herêmê.
Endama Înîsiyatifa Dayikên Aştiyê Zekiye Kaya anî ziman ku ew hatin cenazeyê xwe bigirin, lê nikarin cenazeyê xwe bigirin.
(mae)