Cannesê cara 68’an deriyên xwe vekir!
68. Festîvala Fîlman a Cannesê ya Navneteweyî bi merasîmeke mezin deriyên xwe vekir. Bi giştî 19 fîlm wê ji bo xelata ‘Palmiya Zêrîn’ têbikoşin
CANNES / ANF - ALÎ GULER 68. Festîvala Fîlman a Cannesê ya Navneteweyî bi merasîmeke mezin deriyên xwe vekir. Bi giştî 19 fîlm wê ji bo xelata ‘Palmiya Zêrîn’ têbikoşin. Bi fîlmê derhênera jin a Fransî Emmanuella Bercot ê bi navê ‘Standîng Tall’ re ku li derveyî pêşbirkê ye, vekirina festîvalê pêk hat.
Festîvala Fîlman a Cannes ya Navneteweyî ku yek ji bernameyên herî bi prestîj a sînameya cîhanê ye, cara 68. deriyên xwe ji hezkiriyên sînemayê re vekir. Festîvala ku her sal li bajarê Akdenîzê di navîna meha gulanê de destpê dike, di nav de rojnameger, rexnegirên sînemayê jî hene, ji gelek welatên cîhanê nêzî 40 hezar hezkiriyên sînemayê beşdarî festîvalê dibin. Festîval îsal jî ji gelek stêrkên sînemaya cîhanê re malovaniyê dike û duh êvarê bi merasîmeke heybet deriyên xwe vekir. Fîlmê derhêner Woody Allen yê dawî ‘Mêrekî hestiyar’ ji derveyê pêşbirkê hat hiştin û balkêş bû ku di festîvala îsal de ti fîlmekê Elman cih negirt. Di beşa pêşbirkê de jî fîlmên Îtalyan û Asyaya Dûr balê dikişînin. Li aliyê din jî Rêveberiya Festîvala Cannesê îsal Ingrîd Bergman di afîşa sereke de cih dayê. Festîvala di şeva 24’ê Gulanê de bi merasîma xelatê bi dawî dibe.
FÎLMEKÎ KU PIRSGIRÊKÊN CIWANAN VEDIBÊJE YE
Cannes ya 68. îmze avêt tiştekî yekem û ji sala 1987’an heta niha yekem car bi fîlmê derhênereke jin vekirina xwe pêk anîn. Fîlmê derhênera jin a Fransî Emmanulle Bercot yê bi navê ‘Standîng Tall’ di vekirinê hat nîşan dan. Piştre heyeta juriya Festîvalê derket pêşberî çapemeniyê. Fîlmê ‘Standîng Tall’ yê li Fransayê derbas dibe, yek ji pirsgirêka me ya herî sereke ya rojevî pirsgirêka malbat û ciwanan vedibêje. Derhêner krîza ku ciwanên Ewropayê têde ye digire dest û her wiha dem bi dem sahneyên balkêş, germahiya pirsgirêkê nîşan didin. Derhêner ku edelet, perwerde û saziyên malbatî rexne dike, mekanîzmaya pergalê hedef digire. Fîlmê ji derveyê pêşbirkê hat girtin, ji aliyê rexnegiran ve tam puan girt.
Serokatiya Juriyê kesên di sînemaya cîhanê de hostene birayên Ethan û Joel Cohen dikin. Endamên din yên juriyê derhênerê ciwan û senarîst Xavîer Dolan, aktrîstê Brîtanyayê Sînna Mîller, lîstikvanê DYA’yê Jake Gyllenhall, lîstikvanê Fransayê Sophîe Marceau, Muzîkjen Rokîa Traore û lîstikvanê Îspanyolî Rossy de Palma heye. Heyet derket pêşberî çapemeniyê û festîval nirxandin. Heyetê balkişand ser girîngiya fîlmên festîvalê û got ew 10 rojan wê serbixwe tevbigerin û gotin fîlmê heq bikin wê xelat bikin.
FÎMÊN 68. CANNES’Ê
Fîlm û derhênerên îsal ji bo Palmiya Zêrîn namzetin wihane:
"Sicario: Denis Villeneuve,
The Sea of Trees: Gus Van Sant,
Louder Than Bombs: Joachim Trier,
Youth: Paolo Sorrentino,
Saul Fia: Laszlo Nemes,
Mia Madre: Nanni Moretti,
Mon Roi: Maiwenn,
The Lobster: Yorgos Lanthimos,
Macbeth: Justin Kurzel,
Umimachi Diary: Hirokazu Kore-Eda,
Shan He Gu Ren: Jia Zhang-Ke,
Nie Yinniang: Hou Hsiao Hsien,
Carol: Todd Haynes,
Il Racconto Dei Racconti: Matteo Garrone,
Margurite et Julien: Valerie Donzelli,
La Loi du Marche: Stephane Brize,
Dheepan: Jacques Audiard."