1. Hemû Nûçe

  2. Gotar

  3. “Careka din pirsyar neke!”
“Careka din pirsyar neke!”,careka,din,pirsyar,neke

“Careka din pirsyar neke!”

navê rojavayiyên penaber bi diz û parsek derketiye! Erê zabitê min, careka din pirsyar nakim, lê sedî sed dîrok wê pirsayara bike

A+ A-

Ji destpêka xebata neteweyî ya Kurdan de, diruşmên azadî û parastina rûmeta Kurdan têne bilindkirin. Kurd û Kurdistaniyên ku beşdarî şoreşan dibin, li dijî bindestî û bêrûmetiyê têdikoşin, lê xuyaye di warê pratîkî de hîn jî baweriya beşeke mezin ji Kurdên (şoreşger) bi van mafan nîne. Ji ber ku ev mijareke dirêj e, ez ê tenê çend pirsan bikim ku ji nifşa pey me agahdar be. Dema ku ez sala 2009`an neçar mam ji rojavayê welêt derkevim, min wek evdalekî ziman û çandê berê xwe da başûr ku bêtir li pey deng û peyvên Kurdan bigerim û li gorî wê lêkolînên xwe berdewam bikim. Li herêma Kurdan ya azad jî, her tişt serûbinî bû, her kesî daxwaziya belgeyan dikir, min wek Kurdekî rojava tevî belgeyên xwe yên heyî nikarîbû mafê rûniştinê bidest bixim. Wê demê li başûr tu neçar bû ku (piştgiriya) partiyeke rojavayî bînî, lê ya herî girîng ew bû ku divê te bizanîba belgeyê ji cem kê jî bînî, Hewlêra zerkirî piştgiriya partiyên nêzîkî xwe dipejirîne, Silêmaniya keskkirî jî tenê ya alîgirên xwe, ji xwe piştgiriya partî û rêxistinên ku niha di bin sîwana Tev-Demê de tevdigerin, nedihat pejirandin.

Di nava van tengijiyan de tiştek zelal nedibû. Her alî girtîbû, bê belge, rê wenda, bê piştgirî, bêxwedî û bê derfet. Diviyabû (siyasetmedarên Kurd) yên ku li Sûriyê karmend û mamûr bûn, mûçe û meaşa xwe ji deselatê werdigirtin û niha jî ji her dû partiyan werdigirin, bigotana ev kes "welaparêz û cihê baweriyê ye", dema hevalên min yên xebata hundirê rojava dimeşandin dihatin bîriya min, min qet nikarîbû tiştekî weha bikira, di encamê de jî Silêmanî li min bûbû zîndan, li min qedexe bû ku biçim derveyî bajêr, bê nasname, bê belge û herî dawiyê jî bê pasport mam.

Piştî derbasbûna çend mehan, ez li herêma deselata azad hatim girtin, wan ez avêtim zîndanekê ku min hîn jê xirabtir nedîtibû. Li wir, niha nabêjim di wan çend rojan de çi anîn serê min, lê piştre min zanî ku ew zîndana dersînorkirinê bû ku piştî çend mehan min radestî Sûriyê bikin, hevalên min yên çalakvan û hin mamosteyên zanîngehan ku sedema hatina min ya başûr zanîbûn, mudaxeleya rewşê kirin û piştî destmaçkirin û kefaletan, piştî 3 rojan ez hatim berdan. Êdî beriya girtinê û piştî girtinê çi hat sere min, wê di dema xwe de bê gotin. Piştî 3 salan ku piraniya rewşenbîr, nivîskar û siyasemedarên başûr karê min baş nas dikin jî, piraniya çalakiyên rêveberî û navendên çandî li Silêmaniyê bi alîkariya min tên kirin jî, dîsa mafê rûniştinê zû zû nadin, piştî dehan pirs û pirsyaran, kefalet û îmzeyan rê didin.

Naxwazim niha wan xalan gotûbêj bikim, xala ku divê bê gotin ew e ku hemû Kurdên rojava yên di sînorê fermî re derbasî bakur dibin, li vegerê divê li ser deriyê başûr formeke dûr û dirêj li ser hemû jiyana xwe dagirin, ew form tevî ku belge li ber destê asayîşê bin jî, divê her car hemû zanyariyan ji nû ve binivsî da ku wekî Kurdekî rojava vegerî herêma başûr ya azad.

Ez jî wek hemû rojavayiyan, dema di deriyê başûr re vedigerim, wan zanyariyan ji min werdigirin, wê formê bi min dadigirin û gelek pirsan dipirsin. Lê meha borî hinekî cuda bû. Beriya çend rojan, dema vegeriyam, li ber deriyê başûr wek her car û wek her rojavayiyekî, paspota min hîştin dawiyê û ji misafiran re gotin "hûn biçin ev ê nîv-saatekê li ba me bimîne”. Her car ji nihêrtina ajovan/şofêr, alîkarê wî û awirên çavên misafiran şerm dikim, di awirên wan de pirsên wek: “Te çi kiriye?” dibînim. Bi rastî jî ez her car li ser deriyê Xabûrê û piraniya navendên asayîşa herêma azad heman pirsê ji xwe dikim: “Gelo min tiştek kiribe?”.

Wek her car, hemû gotinên ku ji çavên ajovan û misafiran bariyane, li dilê min ketin, lê min got tişt nabe, ew ê derbas bibe. Dema bang kirin “Sûrî”, min ew dijûn jî daqurtand û çûm hundirê oda wan. Asayîşa herêma azad got “Tu Sûrî yî ne?” min got bi zorê bûm. Wek her car, pir biacizbûn li min nihêrî û bi desta got formê dagire. Min got çima dîsan vê formê dadigirim, ji xwe min berê çend caran dagirtiye û vaye rewşa rojava jî xuyaye, gotin: “Ev ji bo berjewendiya we ye!” Dîsan wek her car tênegihîştim, piştre bang li zabetkî din kirin, wî jî li oda din pasporta min kontrol kir, wî jî bang li berpirsê giştî kir, berpirs jî hin pirs ji min kirin, bi dehan pirs di mejiyê min de digeriyan û mejiyê min pirsên xwe dixwar. Min got: “Keko hûn çima wisa li me dikin? Ma me çi kiriye?” zabetê asayîşa herêma azad awirên tûj berdan, te digot agir ji çavan dibare, bang li min kir, got: “were”. Nêzîkî wî bûm, weha got: “Careka din pirsyar neke, başe? Careka din pirsyar nekey, têgiheştî?” min got: “baş e, ser çavan”.

Belê ez nabêjim ku gotina wî zabitî, gotinên kîjan zabitan anîn bîriya min, nabêjim pirsên piraniya zabitên asayîşa herêmê, kê bi bîra min tînin û naxwazim bêjim erkê Kurdên parçeyên din çi ye, lê dixwazim ji wî zabitî, berpirsên wî û hevalbendên wan re bêjim ku, hûn jî careka din pirsyar nekin. Vaye hûn dayîk û zarokên me birçî, bê nan û bê gaz li çilê zivistanê di nava serma û seqemê de dihêlin, vaye hûn nexweş û birîndarên me bêderman dihêlin û dikevin rêza wan deselatan ku ambargoyê datînin ser rojavayê welêt. Berê jî me dengê we li hember êrişa li dijî Kurdên êzîdî yên Efrînê, li hember êrişa li dijî Kurdên Helebê û hewldana dagîrkirina Serê Kaniyê jî nebihîst. Kesên ku nexwestin perwerdeya leşkerî li kampa we berdewam bikin, ta niha wek lûtî û gêy tên binavkirin, li bajarên we jî navê rojavayiyên penaber bi diz û parsek derketiye! Erê zabitê min, careka din pirsyar nakim, lê sedî sed dîrok wê pirsayara bike.

Can Êzîdxelo 31/12/2012


Bêjeyên Miftehî