1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. CDK: Zimanê me nasnameya me ye
CDK: Zimanê me nasnameya me ye,cdk,zimanê,me,nasnameya,me,ye

CDK: Zimanê me nasnameya me ye

A+ A-

ANF - Koordînasyona CDK da xuyakirin bi dirûşmaya “Ne hat femkirin“ kampanyayeke ziman dane destpêkirin û wê ev kampanya tevayî Kurdan bigire nav xwe.

Koordînasyona Civaka Demokratîk a Kurdistanê (CDK)’ê bi daxuyaniyekê destnîşan kir ku, ji bo pêşxistina zimanê Kurdî li Ewropayê li tevayî cihên ku Kurd lê dijîn biryara bikaranîna zimanê Kurdî wergirtine û eger ev biryar wek pêngavekê li tevayî qad û saziyan were pêşxistin di wextekî kurt de li Ewropayê wê zimanê Kurdî bigihêje asta ku layiqe.

CDK di daxuyaniya xwe de ku bal dikişîne ser têkoşîna azadiyê ya 40 salan û destnîşan dike ku ev têkoşîn di rastiyê de li hemberî tunekirin, înkar û asîmîlasyona mêtingeriyê têkoşîna hebûnê ye û wiha didome: “Yanî têkoşîna ku mirov bi nasname, ziman û çanda xwe were qebûlkirin û bidestxistina statuyekê ye.”

Daxuyanî girîngiya ziman a li hemberî polîtîkayên asîmîlasyon û polîtîkayên înkarê tîne ziman û wiha dom dike: “Dema em dibêjin Kurdî, ne tenê behsa zaravayekî tê kirin. Behsa tevayî zaravayên Kurdî tê kirin. Divê her kes zaravayê dizane bi kar bîne û di vê de bi israr be. Di vê mijare de yekane astengî; zîhniyeta mêtingeriyê ye. CDK’ê li tevayî qadên pergala me xwe bi cih kiriye biryar girtiye zimanê Kurdî (Kurmancî, Soranî, Zazakî, Kelhorî, Hewremî û hwd.) bi kar bîne. Di vê çarçoveyê de bi dirûşmaya “Ne hat femkirin“ kampanyayeke ziman hatiye destpêkirin.“

DIVE HER KURD BI KURDÎ BIAXIVE

CDK di berdewama daxuyaniya xwe de bang li gelê Kurd dike da ku kesên bi Kurdî nizanibin fêr bibin, ên hinekî zanibin pêş bixin, ên xweş diaxifin lê nizanin binivisînin jî xwe fêr bikin û ew ji bo wan bibe karê sereke yê salê.

Daxuyanî bi van sererêzan bi dawî dibe: “Di civaka me de zarok, jin, xwendekar, esnaf divê li her cihî bi Kurdî biaxivin. Kesên ku Kurdî kêm zanin jî ji niha û şûn ve bêyî hincetên wek ‘Ez baş nikarim biaxivim’, ‘Ez nikarim xwe bi Kurdî îfade bikim’ bi Kurdî biaxivin û wê ev şêwaz hêzê bide kampanyayê. Divê em vê ji bîr nekin her çi qasî kêmasî û şaşî têde hebin jî li şûna mirov bi zimanê mêtingeran biaxive, axaftina bi zimanê xwe hîn baştire.

Eger em vê biryarê wek pêngavekê li tevayî qadan pêş bixin û bibin şopdarê wê di demeke kurt de li Ewropayê wê zimanê me bigihêje asta ku layiq e.

Eger xala, ‘Ziman nasnameya mirovan e’ rastiyek be, pêwîste ji îro û şûn ve em jî wek Kurd ne nasnameya kesên din nasnameya xwe hilgirin!”


Bêjeyên Miftehî