Cebar Yawer: Agahiya me ji azadkirina pêşmergeyên dîlgirtî nîne
A+
A-
HANA AZAD/ROJ NEWS
Fermandarê giştî yê wezareta pêşmergeyan, Cebar Yawer got ku ti agahiyek wan ji azadkirina pêşmergeyên ku ji aliyê DAIŞ’ê ve hatibûne dîlgirtin, tineye.
Demek beriya niha bê ku wezareta pêşmergeyan piştrast bike, nûçeyên ku DAIŞ’ê 22 pêşmergeyên di destê xwe de serbest berdaye ku du hefte beriya niha hatibûn dîlgirtin, belav bû. Ev yek jî bû sedema kêfxweşiya xelkê.
Li hember vê yekê Fermandarê giştî yê wezareta pêşmergeyan, Cebar Yawer der barê mijarê de bi Rojnews re axivî û diyar kir ku agahiya wan ji vê nûçeyê tineye û ti tişteke fermî jî bi destê wan neketiye.
Bêjeyên Miftehî cebar,yawer,agahiya,me,ji,azadkirina,pêşmergeyên,dîlgirtî,nîne