1. Hemû Nûçe

  2. Çand û Huner

  3. Cejna Laleş bê merasîm dewam dike
Cejna Laleş bê merasîm dewam dike,cejna,laleş,bê,merasîm,dewam,dike

Cejna Laleş bê merasîm dewam dike

A+ A-

MEHMET NÛRÎ EKÎNCÎ - LALEŞ 09.10.2013 10:56:52 Perestgeha Êzîdiyan Laleşa Nûranî ku her sal ji aliyê bi hezaran kesan ve ji bo hec û cejnê tê ziyaretkirin, di roja 4. de jî ziyaret dewam dikin. Ji ber êrîşên bombeyî yên 29'ê Îlonê li Hewlêrê rû dan, merasîma olî ya ku diviyabû bi qurbankirina golikekî destpê bikira, dê neyê kirin.

Li gor urf û adêtê Êzîdiyan, pêwîst bû di roja 4’an de merasîma qurbankirina golik bihata kirin. Lê ji ber pirsgirêkên ewlekariyê, merasîma qurbankirina golik wê weke merasîmên din ên olî neyê kirin.

Tevî ku îsal merasîma olî pêk nehat jî, beriya destpêkirina cejnê bi sedan kes ji her çar perçeyên Kurdistanê, Ewropa û Ermenîstanê çûn serdana Laleşa Nûranî û cejna xwe bê merasîma olî pîroz kirin. Pîrozbahî û ziyareta mabeda Laleş di roja 4. de jî dewam dikin.

Oldarê Laleşê Bavê Çavûş cejna Êzidiyan pîroz kir û ji ber çênekirina merasîma olî ya îsal, xemgÎniya xwe anî ziman. Bavê Çavûş got, “Em hevî dikin ku Laleşa Nûranî xweşiyê ji vê dinyayê re bînê û rehma xwe biavêje vî erdî. Vê nexweşî û vê zilme ji ser Kurdan û hemû neteweyan rake.”

Cejna Êzîdiyan her sal di 6’ê meha Cotmehê de destpê dike û di 13'ê mehê de bi dawî dibe. Bi hezaran Heciyên Êzidî û ziyaretvan, ji bo beşdarî pîrozbahî û merasîma Laleşê bibin, berî cema destpê bike bi çend rojan tên Laleş û heya dawiya cejnê li Laleş dimînin.

Ji ber êrîşên bombeyî yên li Hewlêrê, îsal merasîma olî nehat kirin. Lê tevî vê yekê jî bi sedan kes ji bo pîrozbahiyê tên Laleşê û li vir dimînin. Çav li rê ye ku serdan heta 13'ê Cotmehê dewam bikin.