Cejna Laleşê bê pîrozbahî tê ziyaretkirin
Mehmet Nûrî Ekincî - LALEŞ 07.10.2013 07:15:36 Êzdiyên li Kurdistan û cîhanê her sal di çerçovaya cejna ol û ziyareta ku li Laleş dikirin de, îsal ji ber tedbîrên ewlehiyê bê merasîma olî, di roja dest pêkêde ji aliyê sedan kesî ve hat zîrayetkirin. Di çerçoveya Cejn û zîyareta heca Êzdî de, Laleş her sal ji aliyên hezaran kesî ve dihat ziyaret kirin, îsal ji ber rewşa ewlekariyê dê tenê ziyaret bên kirin. Di roja destpêkê de bi sedan kes hatin perestgeha Laleş û warê pîroz ziyaret kirin.
Ziyareta Lalêş ku her sal ji aliye bi hezaran oldarên Êzîdî ve dihat ziyaretkirin ji ber teqîna di 29’ê Îlonê de li Hewler pêk hat, merasîmên olî hatin betalkirin.
Ligel ku ewlehiya berfireh hatibû girtin jî roja destpêkê bi sedan Êzîdî û ziyaretvan ji Kurdistan, Ewropa û Ermenîstanê li Laleş kombûn û cihên mabed ziyaret kirin. Cejna ku îro dikeve roja duyemîn vekî roja destpêkê ziyaret berdewa dikin.
Êzîdîyên ku roja destpêkê perestgeha Laleş ziyaret kirin ji ber betalkirina merasîma olî xemgîniya xwe anîn ziman û gotin:“ Ligel ku merasîma olî pêk nehat jî emê her 7 rojan li perestgeha Laleş bîmînin.” Roja destpêkê di nav de bi sedan jin, zaro, kal û ciwanên ku perestgeha Lalêş ziyaret kirin de, kesen ku jî Evropa, Bakûrê Kurdistan û Êrmenîstanê hatibûn jî hebûn. Kesên ku cara yekemîn dihatin perestgeha Laleş şehnazî û dilxweşîya xwe anîn ziman û cihên olî yên wekê wekê Pira salatê, Ava zemzem, Xirkeyê Şex û Bekir, Suka marîfetê, Darê nezarê, Kanîya Spî, Stûna mizara, Oda şehîda û Kevirê Melekê Tawuz ziyaret kirin.
Bavê çavûş Eyda Êzîdaya pîrozkir!
Oldarê Laleşê Bavê Çavuûş got, "îro roja peşîya Cema (hac)’êye. Ev Cema îsal ji ber rewşa evlekarîye me nekir. Ji ber li herema Kurdistanê hin teqîn rûda ji ber hin bûyerêdin çênebin me îsal cema çênekir. Em eyda êzîdaya tewahî pîroz dikin. Em hevîdikin ku Laleşa nuranî xweşîye ji wê dinyayê re bînê û rahme xwa bavxwêjê ve erdî. Wê nexweşî û wê zilme ji ser Kurda û hemû netewa rake."
Cejn û ziyareta Êzîdiya ku her sal li Laleşê tê pîrozkirin û bi hezaran kes 7 rojan li perestgehê dimînîn îsal ji ber rewşa ewlakariyê bê merasîma olî çikas hatin betalkirin jî di roja duyemîn de jî ji aliyê bi sedan kesî ve tê ziyaretkirin û cav li rê ye ku rojên pêş de ziyaretkirina oldarê Êzîdi û ziyaretên din berdevam bike.