Cejna Xidirnebî bi coş hat pîroz kirin
HARÛN HEVÎ - ÊRÎVAN/ ANF 27.02.2014 07:26:49 Weke tê zanîn Kurdê Êzidî di alyê olî de jî dewlemendin, bi taybet gundê kurdan ên li mentîqa Elegezê 11 gund dimînin û ew hêjan çand, huner û kevneşopiyên xwe ên Kurdî jiyan dikin û dimeşînin. Bi taybet ez çûm gundê Derikê, lê li wan 11 gundan piranî tê pîroz kirin, ev gundane zêde li ser hevin û hemû nêzî hevin.
Duh ji cejnê civaka me ya Kurdê Êzidî cejna Xidirbenî pîroz kirin û bi coşî jî Kosegerdî di gerandin. Ez weke rojnamavanekî çûm gundan, Kurdên Ezdî Cejna Xidirnebî pîroz dikirin û ez cûm serdana gel û min cejna wan pîroz kir. Min şahiya wan bi wan re parvekir û şopand.
Ez dixwazim hinek çavdêriyê xwe bi xwendevanê me re parve bikim û fikira xwe bêjim.Min dît ku çanda civaka me ya Ezdî çandeke resen û paqije. Di nav çanda gelê me de çandeke gelek hêjaye û hêjan bi çanda û kevneşopiyên bav û kala bi coşeke mezin pêşve dibin. Biçûk, mezin hemû ji dil û can tevlî wê coşê dibin.
Me dît ku piştî nîvro jî ciwan û mezin, zarok, dayîk û bav hemû bi ahengekî dest bi amadekariyê dikin. Lê belê amadekarî hêdî hêdî ber bi dawiyê ve tên. Dema em çûn wir, em bi coş pêşwazî kirin. Me silav da wan malê ku em pêşwazî kirin û me cejna wan pîroz kir.
Min pirsî; ka amadekariyên ciwan û yê lîstika Kosegerdî li kîjan malê tê kirin? Gotin îsal em 8 kom wê derkevin nav gunda û emê cure cure bigerin. Lawik dan pêşiya me û em birin mala ku destpêkê herin koma mezinan bibînin.
Em çûn me silav da endamê koma mezina, camêra em bi keyfxweşî pêşwazî kirin. Ji ber ku dizanîbûn em rojnamevanin, em gelekî bi keyfxweşî pêşwazî kirin. Rabûn cilên xwe yên kosegerdî li xwe kirin û zarokê wan jî hatibûn li wan temaşe dikirin, ku bavê wan çawa çanda wan ya bav û kalan amade dikin. Me jî bi wan re hûr hûr şopand. Dayîka malê cilên jinan yê ku li mêra dikin û weke bûka serê salê tê qebûl kirin û di ximland, me pirsî dayê wiha got: “Pêwîste dayîka malê wê bûkê bi xemilîne.”
Me ji dayîka malê pirsî, me got; dayê ka ji me re bêje ev tê çi wateyê û ev çand ji kîjan demê ve heye? Dayîka malê wiha bersiva me da: “Ez baş nizanim lê ji bav û kal, dayîk û pîrikê me ve ji me ra maye û em jî vê çandê dişopînin û niha jî em derbazî zarokê xwe dikin û paşê jî zarokê me dê derbazî zarokê xwe bikin îşalah. Lê em baş nizanin mezinên me ji me re wiha behs dikirin, di gotin ev cejin û ev kosegerdî tiştekî wihaye; wê vê êvarê Hizretê Xidirnebî were mala û we mirazê kî/kê çi hebe wê mirazê wan belav bike. Her mal û her ocax pêwîste vê şevê dua bike ku duayê wan were qebûl kirin. Em dotika şor jî amade dikin û keça malê a Ezep jî ji wê dotikê hinekê dide birayê xwe yê malê bixwe û paşê li ser razê ku têhn bibe. Di xewê de keçikek were xewna wî û di xewnê de avê jêre bîne, ew xort wê avê vexwe, ew keçika ku av dayê wî gedeyê kêye, Xwedê mirazê wan qebûl bike. Ji ber wê yekê ye ku ev Cejna Xidirnebî Cejna Miraza ye.
Dayê ev kosegerdî çiye û di vê Eydiyêda tê çi manê?
Dayê got ku, ev kosegerdî jî ji bo Xidirnebî were malê milet hemûya bigire û her kes şabe, kose di nava gel de digire û bi def û zirne govendê digirin. Xeberê didin xelkê û xelk jî geşta xwe dide wan. Ev kosegerdî wextê tên berderî ew dibêjin;
Serê salê binê salê,
kosegerdî û Xidirnebî hatin berderê vê malê,
îşalah xwedê lawikekê bide kevaniya vê malê
Kevaniya malê jî kefxweş dibe û geşta wan dide û ew kom defê û zirnê lêdidin û bi hev re govendê digirin. Ev kom li tevayiya gund digerin mirazê gundiya wê şevê belav dikin. Em her salê vê cejnê sê roja rojiya Xidirnebî digirin û em amade dikin ku, vê salê cejna me baş derbaz be. Em dotika şor çêdikin, em xwarinên xwe çedikin, qurbana salê ji bo Xidirnebî serjê dikin, serê zarokê xwe dişûn û her kes biçûk mezin hemû cilê xwe li xwe dikin û li benda kosegerdî disekinin ku, kosegerdî were mala wan, miraz bîne. Ev jî cejna mirzaye, bila Xwedê mirazê we hemûyan û yê me jî bi we re pêk bîne.
Me jî heta dawiya şevê mal bi mal şopand û em ketin mala, cemaeta me gelekî bi kefxweşî cejin pîroz dikirin û geşta komê didanê. Her dayîkê dema ku kom pêşwazî dikir û geşta wan dida oxir dikir, ev dua dikirin; Xwedê tu mirazê wan ciwnan bi dilê wan bikî, Xwedê tu ji miletê me re salek bi bext û têr û tije bibexşînî, Xwedê tu miletê me li ser topa cîhanê biparêzî, Xwedê tu wan keç û xortê me li serê çiya biparêzî û wan kesên di zindanan de jî biparêzî, Xwedê tu vê salê ji bo gelê me bikî salek aşitî û azadiya gelê me, bila ev cejna Xidirnebî li hemû gelê me pîroz û binbarek be. Ji ber ku ev cejin, cejna mirazê ye. Mezinan gotiye; ev mehe meheke wihaye, nîvê zivistanê ye û Xidirnebî tê hewara milet û dibîne milet di zehmetiyê de tê hewara milet, hêviya milet xurt be û heta biharê pak bijîn.
Em di nav gundan de geriyan. Me şahî bi gel re pîroz kir û em diketin kîjan malê wê malê bi biçûk û mezinan em pêşwazî dikirin û xêrhatina me dikirin. Diketin destê kose û kose û buka bang dikir digot: “Serê salê binê salê kosegerdî û Xidirnebî hatin derê vê malê Xwedê lawikek bide kevaniya vê malê, def û zirne lê dida û hemû kesê malê bi hev re diketin destê hev û govend digirtin. Paşê kevaniya malê pere dida wan. Lê kevaniya malê digot: “Berê ne wiha bû, me geşta wan, savar, nan, fekî, ango mirîşk dida. Lê niha pere dixwazin. Berê cil û berkê bukê hemû Kurdî bû û yek bûkek bû, lê niha kirine du buk û yek cilê wê kurmancî ye, yek jî çilê wê weke formê biyaniye. Gelekî hatiye guhertin û hindik jî helandin çebûye”. Piştre koman gera xwe xilas kirin û çûn di malekî da rûniştin geşta xwe bi hev re parve kirin û hevde pîroz kirin û çûn mala xwe.
Sibehê jî gundî rabûn xwe amadekirin û çûn mala Şêx, Cejna Şêx pîroz kirin û li mala şêx sifra xwarinê amadebû, her kesî di destê xwe de çi anîbû danîn û derbazê cihê stêr bûn. Stêr tuwaf kirin û derbazê ser sifrê dibûn. Xwarin xwarin. Piştre Şêx ji bo hemû mêvana dua kir û got: “Xwedê tu ji bo mirîdxanê rehmekî bi bereket û salek bi qedir û miraz bexşîne. Em ji wê cejna gelê me yê Êzidî, Cejna Xidirnebî di serî da li civaka me ya Êzdî û li gelê Kurd pîroz dikin.