Cejna Zimanê Kurdî dê li Qoserê bi şahiyekê bê pîrozkirin
11 Gulan
MÊRDÎN (DÎHA) - Şaxa KURDÎ-DER'ê ya Qoserê bi minasebeta 15'ê Gulanê Roja Cejna Zimanê Kurdî dê şahiyek ku 3 rojan berdewam bike pêk bîne. Serokê Şaxa KURDÎ-DER'ê Halil Kuzu, bang li her kesî kir ku li zimanê zikmakî wedî derkevin.
Li Navçeya Qoserê ya Mêrdînê, Şaxa KURDÎ-DER'ê ya Mêrdînê bi minasebeta 15'ê Gulanê Roja Cejna Zimanê Kurdî dê şahiyekê pêk bîne. Pîrozbahiya ku bi silogana "Em perwerdehiya zimanê dayikê dixwazin" pêk bê, dê 3 rojan berdewam bike. Têkildarî bernameya ziman Serokê Şaxa KURDÎ-DER'ê ya Qoserê Halil Kuzu, banga tevlêbûnê kir. Serokê Şaxa KURDÎ-DER'ê Halil Kuzu, bang li her kesî kir ku li zimanê zikmakî wedî derkevin û wihagot: "Ger ku zimanê neteweyekî têk biçe, ew netew jî dê têk biçin. Kesên ku naxwazin nirx ziman û neteweya wan têk biçe bila berhî hertî bi awayekî xurt li zimanê xwe xwedî derkevin.
Kuzu, anî ziman ku gelek ciwanên kurd û welatiyên kurd ji bo parastin û pêşxistina ziman canê xwe dan û hêj bedelan didin Kuzu, anî ziman ku li gelek welatan netew bi zimanê zikmakî perwerde dibînin û didin, lê kurd nikarin bi zimanê xwe perwerde bibin û rastî binçavkirin, lêdan û îşkenceya giran tên.
Kuzu, destnîşan kir ku dê di 15'ê Gulanê saet di 17.00'an de li Qada Azadiyê bi erbaneyan bimeşin. Kuzu, dê di 16'ê Gulanê saet di 14.00'an de jî bi tevlêbûna zimanzan Sami Tan, Bahoz Baran û Meral Varişli li salona edûtê ya Mehmet Yalçın lîstika "torosa sipî" bilîzin.
(mae)