Cejna Êzî hate pîrozkirin
Cejna Êzî bi kevneşopiya 5 hezar salan hate pîrozkirin
BÎLAL GULDEM Li navçeya Qubînê ya Êlihê Cejna Êzî ya piştî rojiya Sêşims hate pîroz kirin. Beriya Cejna Êzî ya rojiya Şêşimsê 3 roj tê girtin û piştî rojiyê jî Cejna Êzî yê. Ev cejn di navbera 14-17 Kanûnê de tê pîrozkirin. Ev cejn bi hezar salane di nava gelê Êzîdî de tê pîroz kirin û vê kevneşopiyê didin jiyandin. Li her cihê ku gelê Êzîdî lê dijîn bi hezkirin û kelecanek mezin vê cejnê didin jiyîn û ji vê kevneşopiyê tawîz nadin.
Li navçeya Qubînê ya Êlihê Cejna Êzî ya piştî rojiya Sêşims hate pîroz kirin. Beriya Cejna Êzî rojiya Şêşimsê 3 roj tê girtin û piştî rojiyê jî Cejna Êzî yê. Ev cejn di navbera 14-17 Kanûnê de tê pîrozkirin. Ev cejn bi hezar salane di nava gelê Êzîdî de tê pîroz kirin û vê kevneşopiyê didin jiyandin. Li her cihê ku gelê Êzîdî lê dijîn bi hezkirin û kelecanek mezin vê cejnê didin jiyîn û ji vê kevneşopiyê tawîz nadin. Li her aliyê cîhanê ku gelê Êzîdî lê dijîn yek ji van şûnwaran jî warê bav û kalên wan gûndên Qubînê ye. Beriya 30-40 salan ku Êzîdiyan koçî Ewropayê nekiribû li Qubînê hejmara wan derdora 20-25 hezarî bû. Piştî salên 1970’yî ku Êzîdî dest bi pênaberiyê dikin diçin welatên Ewropayê ev hejmara welatiyan dikeve hindik bû û li vir wek kêm bawer dimînin. Li gel vê hejmara wan hindik dîsa jî li qundên Qubînê cejnên xwe pîroz dikin yek ji vê cejnê jî ya Êzî ye. Li gel çiqas hejmara wan hindik mabe jî cejnê di kevneşopiya salên şên de di navbera hev de pîroz dikin. Îbrahîm Bulut, ji gundgê Êzîdiyan Texeriyê yê Qubînê ye. Lê niha ew li nava Qubînê dijî. Bulut, cejna hemû gelê Êzîdî pîroz kir u diyar kir ku ew her tim xwe wek kêm bawerî û netew dibînin. Bulut anî ziman ku 5 hezar sale li ser xaka Mezopotamya yê dijîn û got ew gelê herî qedîm yê xaka Kurdîstanê ne. Bulut, axaftina Serokwezîrê Tirk Erdogan a ku li Xarpêtê kiribû rexne kir û wiha got: “Ger ku Erdogan nizene Êzîdîtî çi ye bila were ez fêrî wî bikim. Bila were ez ê jê re bêjim ku çiqas xwedî dîrokek qedîm û direj e. Em gelekî 5 hezar sal in. Em ne bê ol in.”
Kevneşopiyek ji kalan heta neviyan!
Alî Kartal (65), ji kesayetek pêşiyê Êzîdiyan tê, ew niha li gundê Şasim ê Qubînê jiyan dike û ew wek Şêx an jî Pîrê Êzîdayan tê nasîn. Kartal, da zanîn ku li gel ku hejmara wan wek hindik jî tê nasîn lê dîsa ew vê cejna kevneşopî ya bi hezar salane didin jiyandin û pîroz dikin. Kartal, ev tişt got: “Cejna Êzî cejna me ye. Em di van rojan de sewalan şerjê dikin û xwarinan amade dikin. Tenê ne Êzîdî tên ji gundên derdorê jî tên cejna me pîroz dikin. Kesên ku tên cejna me em xwarina xwe diyarî wan dikin. Ev kevneşopî ne hatiye ji bîr kirin û her ku diçe tê jiyandin. Bav, kal û pêşiyê me hemûyan pîroz dikir. Dê piştî min zarok û neviyên min jî dewam bikin.”
‘Berê di nasnameya me de Êzîdî bû lê niha na’
Kartal, destnîşan kir ku ew berê pir bi pirsgirên nasname û alî re rû bi rû diman û got ew wek Êzîdî ji hemû gelê cîhanê re ji bo bawerî, nasname û netewan re rêz digirin. Kartal, anî ziman ku wan berê ji tu kesî re nikaribû bi awayekî aşkare behsa ol û îbadetên xwe bikirina û wiha got: “Me nikaribû çand, edet û kevneşopiya xwe bînin ziman. Sankî her kes bi me di keniya û tranê xwe bi dikirin. Berê me biçûk didîtin. Rêgezên me biçûk di nirxandin. Yanî bi rastî em di nava gel de nikaribûn bi axiviyan.” Kartal, da zanîn ku beriya 25 salan di nasnamê wan de baweriya wan Êzîdî di hat nivîsandin û diyar kir ku dema ew ji bo derxistina xwe diçûn miduriyeta nifûsê bi awayekî tirs diçûn û wiha got: “Wê demê Êzîdî di hat nivîsandin. Lê belê niha na nivîsinin dibêjin emê îslam bi nivîsînin. An jî dibêjin hûn şûna olê vala bihêlin. Bi dehan car me serlêdan kir û ev serlêdanê me ne hatin qebul kirin. Ji me re dibêjin ‘ji wezareta hûndir ji me re biryar hatiye em nikarin bi nivîsînin’. Niha hemû îslam tê nivîsandin.”
‘Qaşo Serokwezîrê dewletê ye’
Kartal, bal kişand ser gotinê Sewrokwezîr ku Zerdûştiyê ne baş dike û anî ziman ku ew jî li Tirkiyê û di bin vê alê de wek her kesî dijîn û wiha axivî: “Em jî gelek in. Em jî dixwazin ol û zimanê me bê parastin. Qaşo Serokwezîrê dewletekî û Serokwezîrê herî mezin e! Bila li hemberî me wisa tev neger û nebîne. Me li hûndir vê dewletê pir zilm û zehmetiyên mezin kişandiye. Bila li hemberî baş bi fikirin.” Kartal, herî dawî slav û diyariyê pîrozbahiya cejnê ji hemû Êzîdayan re şand û xwest ku ev cejn bibe hêviya yekîtî û biratiyê.
‘Cejna hemû Kurd û Kurdîstanê pîroz be’
Kurê Kartal, Kenan Kartal jî diyar kir ku roja 14 mehê her tim cejna Êzîdayan e û cejna hemû Êzîdiyên li Ewropa, başûr, Rusya û Tirkiyê pîroz kir. Kartal, anî ziman ku ev kevneşopî ji biçûkatiya xwe ve fêrî wî kirine û got her çiqas hezar sal derbas bûbin jî wek her tim ev cejn lî pêşe. Kartal, hêvî kir ku ev cejn ji bo Êzîdayan bibe sedema biratî û wekheviyê û xwst ku ji bo hemû gelê kurd û cihanê bibe duhatiya aşîtiyê. Hevsera Alî Kartal, Baran Kartal (65) jî wek her cejnê ji bo malbatê û mêvanan kevantiyê dike û di xizmeta mêvanê xwe de ye. Kartal ev tişt got: “Em jî cejna xwe gelek memnûnin. Ev cejna Êzî ne ji bo gelek girînge û watedar e. Ez hêvî dikim ku ji niha şûn ve ji bo pêvajoyek aram derbas bibe. Cejna hemû Kurd û Kurdîstanê pîroz be. Ez hêvî dikim ku dê bê qeza û bela derbas bibe.”
‘Bila dizanibin Êzîdîtî çi ye’
Buka malê ku ji kurdên Rojava ye û hevsera Kenan Kartal, Nêrgiz Kartal jî cejna hemû kesan pîroz kir û da zanîn ku ew ji cejnan kêfxweşî distînin û wiha got: “Ev cejna me Êzîdiyan e. Em jî nasnameya xwe baweriyê dixwazin. Hem wek jinekî û hem jî wek Êzîdiyekî. Em dixwazin li cîhanê wek Êzîdî bên dîtin û nasîn. Belê em kurd in lê baweriya me Êzîdîtî ne.” Mevana malbata Kartal, Dîlan Vakur jî ev tişt gotin: “Ez cejna hemû êzîdayan pîroz dikim. Ez dixwazim di nava dildarî û xwşiyê de derbas bibe. Bila gelê me heremê û Tirkiyê, bila dizanibin Êzîdîtî çi ye û bila ji xwe re fêr bibin. Em cûdakarî û nijadperestiyê naxwazin.”
(bg/mae)