1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Cemaet zarokan bi şekir dixapîne
Cemaet zarokan bi şekir dixapîne,cemaet,zarokan,bi,şekir,dixapîne

Cemaet zarokan bi şekir dixapîne

A+ A-

Li Êlihê zarokên ku beyî rizaya malbatan dibin malên aydî Cemaeta Fetullah Gulen hate îdiakirin ku zarok bi şekir û pere tên xapandin. Welatiyê bi navê M. Emîn Îlçîn diyar kir ku zarokê dibistana seretayî û di pola duyemîn de ye, endamên cemaetê ew bi şekir xapandiye û bi vî rengî xwestine wî rêxistin bikin.

Li Êlihê hate îdiakirin ku zarokên ku diçin dibistanên seratayî bêyî destûra malbatan ji aliyê endamên Cemaeta Fetullah Gulen ve tên xapandin û wan dibin malan û bi vê rengî wan rêxistin dikin. Malbatên li taxa Akyurekê rûdinên diyar kirin li vir kesekî ku li mala cemaetê peywirdar e zarokan bi pere û şekir dixapînê û wan rêxistin dike, malbat çûn malê û li dijî endamên cemaetê nerazîbûn nîşan dan.

Welatiyê bi navê M. Emîn Îlçîn diyar kir ku roja şemiyê kurê wî yê 8 salî ji ber ku 2 saetan dereng çûye malê wan mereq kirine û pirsa çima dereng hatiye ji kûrê xwe kiriye û wiha axivî: "Roja şemiyê zarok serê sibehê derketibûn derve. Zarokên min ên cewî ji ber ku dereng hatin malê min mereq kir. Piştre min dît ku di destên wan de şekir hene. Min pirsa kê daye kir û wan jî bersiva 'bra' da min. Ez bi wan re çûm wî malê. Min li derî xist û li dijî wan min nerazîbûn nîşan da. Dema ku wan bersiv da di navbera me de nîqaş derket." Îlçîn destnîşan kir ku li ser nîqaşê cîranên li taxê jî hatin û wan jî ew mafdar dîtine û li dijî kesên ku li mala cemaetê dimînin nerazîbûn nîşan dan, piştî nîqaşê kesên li mala cemaetê derî girtine û ketine hundir.Îlçîn anî ziman ku ew ji ber malên cemaetê nikarin zarokên xwe derxînin derve û bang li malbatan kir û xwest xwedî li zarokên xwe derkevin. Îlçîn bal kişand li ser gotinên Fetullah Gulen ên der barê kurdan de û diyar kir ku ew ê destûrê nedin Fetullah Gulen ê ku gelê kurd qebûl nake.

Zarokê bi navê Rojhat Îlçîn (8) ê ku diçe pola duyemîn jî diyar kir ku dema ku li derve dilîst ciwanek hatiye cem wan wiha got: "Yek hate cem me û got werin em biçin mala me ez ê şekir bidim we. Li ser vê ez û birayê xwe xwe jî em çûn, ji taxê 3 zarokên dinj î hebûn, em 5 kes bûn. Em dan rûniştandin. Wî jî nimêj kir û hat. Hin tişt bi me da xwendin û jiberkirin. Piştre jî hin tişt li ser texte nivîsand. Ji me re got van bixwînin û jiber bikin. Gote her roj werin vir ez ê pere û şekir bidim we. Piştre em ji malê derketin." DÎHA

(sa)