1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Cemaeta Gulen û Dîwarên Berlînê
Cemaeta Gulen û Dîwarên Berlînê,cemaeta,gulen,û,dîwarên,berlînê

Cemaeta Gulen û Dîwarên Berlînê

'Cemaat hewil dide Dîwarê Berlînê di navbera yurdan de çêbike'

A+ A-

Xwendekarên Zanîngeha Dîcleyê dîwarê dixwazin di navbera yurdên jin û zilaman ên Yurda Xwendekarên Ziya Gokalpê de çêbikin bi meşekê şermezar kirin. Xwendekar Zeynep Kaş wiha got: "Li Ewropayê Dîwarê Berînê yê di sad sala 20'emîn de hate hilweşandin hişmendiya cemaatê dixwaze di serdema modern de li yurdê çêbike."

Xwendekarên Zanîngeha Dîcleyê, dîwarê di navbera blokên yurda jin û zilaman a Ziya Gokalp a li Kampusa Zanîngeha Dîcleyê tê çêkirin bi meşekê şermezar kirin. Bi sedan xwendekarên şevê din li ber Fakulteya Perwerdehiyê ya Ziya Gokalp hatin cem hev heta ber Yurda Ziya Gokalp meşiyan û daxuyanî dan çapemeniyê. Di meşê de sloganên "Em dîwarê şerîatê naxwazin" û "Cemaat destê xwe ji yurda me bikşîne" hatin berzkirin. Xwendekaran li ber yurdê daxuyanî da çapemeniyê. Li ser navê xwendekaran Zeynep Kaş daxuyanî xwend û diyar kir ku xwendekarên jin û zilam heta niha li heman cih nirx parvekirin û wiha got: "Em dê her tim li hemberî hişmendiya paşvemayî bi rihê berxwedêr têkoşînê bikin."

'Em dest ji têkoşîna li hemberî faşîst û cudakariyê bernadin'

Kaş, dîwarê di navbera blokên jin û zilaman ên yurdê de tê çêkirin şiband "Dîwarê Berlînê" û wiha axivî: "Di sed sala 21'emîn a hemdem û moderen de mirov bi heskirinê li hev tên lê hişmendiya paşvemayî, cudakar û faşîst dixwaze raman ciwanên paşeroj asteng bike. Ji bo vê yekê jî hewildide Dîwarên Berlînê yên nû çêbike. Di sed sala 20'emîn de li Ewropayê Dîwarê Berlînê hate hilweşandin lê hişmendiya cemaatê di serdema moderen de dixwaze li Tirkiyeyê çêbike." Kaş, da zanîn ku ew destûrê nadin di navbera yurdan de dîwar bê çêkirin û wiha pê de çû: "Ciwanên welatparêz, demokratîk û şoreşger destûra vê hişmendiya paşvemayîn nade û dê li hemberî vê yekê têkoşîna xwe bidomîn e."

(bd)