Cemîl Bayik: Ji Kenan Evrenên nû re na!
NAVENDA NÛÇEYAN 03.07.2014 08:14:14 Li Tirkiyeyê hilbijartineke nû ya serokkomariyê pêk tê. Lê belê wextê ku mirov li namzedên AKP, CHP û MHP’ê dinêre dibîne ku di vê hilbijartinê de dê tu tiştî neguherîne. Piştî vê hilbijartinê di aliyê siyasî, civakî, aborî û çandî yên Kurdan, Tirkan, elewiyan, suniyan û hemû beşên din ên civakê de tu guhertin çênebe. Wekî ku yên tê yê berê bi bîr tîne dê hilbijartineke nû pêk were. Di vê hilbijartinê de ne demokrasî hêzên hegemon têkevin vê hilbijartinê.
Bêguman di hilbijartinên serokkomariyê de aliyê cuda tenê dê HDP be. HDP wekî partiyeke ku di welatê hevpar û neteweya demokratîk de jiyana azad û demokratîk hedef digire ji bo gelan vebijarkek nû datîne holê. Di rewşa dijberiyê ya ku hêzên hegemon li Tirkiyeyê derxistiye holê de namzêdê yekane yê ku li Tirkiyeyê aştiyê pêk bîne HDP ye. Namzedê vê partiyê li şûna ku demogojî û lafbaziyê bike, bi projeyan tevli hilbijartinê bibe. Li Tirkiyeyê hê jî polîtîkaya bajar nehatiye derbaskirin û li şûna vê yekê bi hişmendiya perspektîfa Tirkiyeyê derkeve pêşberî civakê.
Namzedê CHP û MHP’ê nîşan dide ku hê jî li Tirkiyeyê vebijarkek nû derneketiye holê. Namzedê AKP, CHP û MHP nîşan dane di nava pêşbaziya bişibin hev de ne. Di reklamekê de wekî gotina ‘Tu cudatiya me ji hev nîne, em bankaya Osmaniyan e’ tenê navê wan guherine. Cudatiya wan tenê ev e. Ji bilî vê yekê ger ku cudahiyek hebe bila deynin holê. Erdogan dibêje ‘li cihê ku eslê wê hebe ji teqlîdê wê dû bikevin’. Wisa xuya ye ku propagandaya xwe li ser vê yekê bike. Ekmeleddîn Îhsanoglu jî dê bibêje misilman û nîjadperest ez im. Her du alî jî dê têkevin nava pêşbaziya herî zêde ez misilman û nîjadperest im. Bi vî awayî hestên civakê yên millî û olî bi kar bînin.
Li Tirkiyeyê ne ol ji dest diçe û he jî millet. Li ser van nirxana ketina hilbijartinê bêhurmetiya li hemberî gel e. Li Tirkiyeyê pirsgirêka bingehîn a bi hev re nejiyîna nasname û baweriyên cuda ye. Heta ku projeyeke di vê der barê de daneynin holê, bangewaziya hestên olî û millî yê civakê ji ser nixumandina hêviyên civakê yên çareserkirina pirsgirêkan e. Di vê hilbijartinê em ê bibn şahidê lafbazî û dest nedin pirsgirêkên bingehîn ên civakê.
Ev dijberî û rewşa ku civak nikare jê derkeve ku ji hêla AKP û CHP’ê hatiye derxistin, tenê namzedê HDP’ê dikare vê rewşê ji holê rake. Li Tirkiyeya ku hişmendiya di welatê hevpar de neteweya demokratîk pêş bikeve hemû pirsgirêk dê yek bi yek çareser bibin. Tu pirsgirêkên derve û hundir ên ku neyên çareserkirin dê nemînin. Ne tenê feqîriya aborî, feqîriya siyasî, civakî û çandî jî bi dawî bibin. Tirkiye di nava dewlemendiyê de feqîrî; di aliyê civakî û çandî ev erdnîgariya berhemdar e dê zuwabûnê nejî. Hemû projeyên HDP’ê ji bo gelên Tirkiye û Rojhilata Navîn dê bibe model. Wê demê Tirkiye dê di navbera Rojava û Rojhilat de di aliyê erênî de rola pirê bilîze.
Namzedê HDP’ê; namzetê Kurdan, Tirkan, elewiyan, suniyan, hemû beşên etnîkî û olî yên civakê, jinan, ciwanan û kedkaran e. Bi gotineke din ji bilî çengek zumreyên kêfxweş namzedê hemû gelan e. Hilbijartina ku di navbera AKP, CHP û MHP’ê de derbas bibe; bibe hilbijartina ku hemû jinan, kedkaran, ciwanan beşên etnîk û olî yên ciwakê wêde dike. Di nava van her du namzedên pergala hegemon de muxtacî vebijerekî kirin ji bo Tirkiyeyê tê wateya mehkûmkirina pegala ku mirov nükaribe lê bijî. Heta ku ev zincîra mehkûmiyetê neyê şikandin, Tirkiyeke demokratîk û jiyana azad nikare bê avakirin.
Dixwaze bila Tayyîp an jî Ekmeleddîn bê hilbijartin ev tê wateya ku Kenan Evrenek nû hatiye hilbijartin. Her du kes jî bi hêsanî dikarin bi Destûra Bingehîn a Kenan Evren bi rê ve bibin. Ji ber vê yekê li Tirkiyeyê serokwezîr û serokkomar tên guhertin lê hişmendî û Destûra Bingehîn a 12’ê îlonê naguhere; ji tiştên Kenan Evren re jî dibêjin ne baş e. Lê belê ev Destûra Bingehîn a di encama vê nebaşiyê de derketiye holê hê jî bi awayekî esasî cihê xwe dimîne. Ev Destûra Bingehîn a ku van nebaşiyan armanc dike nabe ku mirov rêvebirina Tirkiyeyê ji vê re bihêle. Ew qas zilm, îşkence û çewisandin pêk nehatibana nikarîbûn Destûra Bingehîn a 12’ê îlonê derxînin. Gotina ‘12’ê Îlonê nebaş e’ û jiyana bi wê re bêrûmetî û şerm e. Demekê Turkeş digot ‘Ez di hundir de me, lê fikra min li desthilatdariyê ye’. Niha jî Kenan Evrenê tê darizandin dibêje ku Tirkiye bi Destûra Bingehîn a ku min amade kiriye tê birêve birin. Fikra Erdogan jî Îhsanoglu jî hişmendiya Kenan Evrenê ku li gorî şertên niha hatiye çêkirin.
Erdogan jî Îhsanoglu jî kesên yek dewlet, yek millet, yek welat, yek al, yek ol û yek ziman in. Kesên ji vê hişmendiyê ne heta niha çi xêra wan gihîştiye Tirkiyeyê wê xêra van bigihêjê! Tenê xêra ku ji van re bê kirin ‘Na’ ye.
Çavkanî: Azadiya Welat