Cenazeyê Elçî hat wergirtin û dest bi meşê kirin
AMED (DÎHA) - Cenazeyê Serokê Baroya Amedê Tahir Elçî ji morga nexweşxaneyê hat wergirtin û bi bi pankarta "Em te ji bîr nakin" û bi brzkirina dirûşmên "Kujer Erdogan dê hesap bide" û "Kujer dewlet dê hesab bide" dest bi meşê kirin.
Serokê Baroya Amedê Tahir Elçî yê ku duh piştî daxuyaniyê li ber Mînareya Çar Ling a Sûra Amedê hat kuştin, cenazeyê wî ji hêla hempîşe û hevalên wî ve ji morga Nexweşxaneya Dewletê ya Selahaddîn Eyyubî ya Amedê hat wergirtin. Dema cenazeyê Elçî ji morgê derxistin feryad bilind bû û keça wî bi rakirina darbeta bavê xwe bi gotina "Bavo neçe" qêriya. Di heman demê de welatiyan bi lêdana çepkan û berzkirina dirûşmên ""Kujer Erdogan dê hesap bide" û "Kujer dewlet dê hesab bide" dest bi meşê kirin. Welatiyan cenazeyê Elçî li ser milê xwe kirin û ber bi Bîrdariya Mafên Mirovan a Parka Koşuyoluyê meşiyan.
Welatî dest bi meşê kirin
Parlamenterên HDP'ê, serokên baroyan, rêveberên saziyan bi pankarta "Em te ji bîr nakin" hilgirtin û bênavber dirûşma "Şehîd namirin" berz kirin. Her wiha welatiyan posterên Elçî jî hilgirtin û li ser darbesta wî flamaya Baroya Amedê hat danîn.
Gelek rojnamegerên biyanî û yên heremî cenazeyê dişopînin. Meşa welatiyan a ber bi Parka Koşuyoluyê ve didome.
(wk)