Cenazeyê endama HPG'ê Basutçu anîn Êlihê
Malbata Endama HPG'ê Gulistan Basutçu (Yerivan Ararat) ya li herêma di navbera Bedlîs û Sêrtê de di nava endamên HPG'ê de jiyana xwe ji dest da, piştî cenazeyê wê li Saziya Tipa Edlî ya Meletiyê teşhîs kirin, anîn Êlihê
Malbata Endama HPG'ê Gulistan Basutçu (Yerivan Ararat) ya li herêma di navbera Bedlîs û Sêrtê de di nava endamên HPG'ê de jiyana xwe ji dest da, piştî cenazeyê wê li Saziya Tipa Edlî ya Meletiyê teşhîs kirin, anîn Êlihê.
Di 24'ê Adarê de di navbera Sêrt û Bedlîsê de li guhdê Çeltîklî nêzî daristana Sehiyê operasyon pêk hatibû. Di operasyonê de hate diyarkirin ku 15 endamên HPG'ê jiyana xwe ji dest dane. Malbata endama HPG'ê Gulistan Basutçu (Yerivan Ararat) ji bo cenazeyê keça xwe wergire ji Stenbolê hatin Meletiyê. Malbatê piştî teşhîs kirin cenazeyê keça xwe Gulistan Basutçu (Yerivan Ararat) ji morgê wergirtin û anîn Êlihê. Cenazeyê Basutçu bi girseyî hate pêşwazîkirin. Li aliyê din polîsan bi TOMA û maşîneyên zirxî tedbîrên mezin girt. Di pêşwaziya cenazeyê Basutçu de endam û rêveberên BDP'ê, endamêm meclisa Şaredariya Êlihê, MEYA-DER û gelek welatî amade bûn. Girsê piştî cenaze pêşwazî kir, cenaze birin Mizgefta Selimiyeyê. Cenazeyê Basutçu bi dirûşmeyên "Bijî Serok Apo", "Şehît namirin", "Êlih ranezê li şehîdê xwe xwedî derkeve" û "PKK gel e, gel li vir e" berz kirin.
Hate zanîn ku piştî vecîbeyên olî dê cenaze saet di 11.00'an de li gundê Gilbereşe bi girseyî bê definkirin.
(mae)