1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Cenazeyê Endamê HPG'ê Yalçin bi girseyî hate oxurkirin
Cenazeyê Endamê HPG'ê Yalçin bi girseyî hate oxurkirin,cenazeyê,endamê,hpg,ê,yalçin,bi,girseyî,hate,oxurkirin

Cenazeyê Endamê HPG'ê Yalçin bi girseyî hate oxurkirin

Cenazeyê Endama HPG'ê Îran Yalçin (Şevîn Başkale) a k li herêmê Akdag ya navçeya Dara Henê ya Çewlîkê bi 6 hevalên xwe re jiyana xwe ji dest da li Wanê bi girseyî hate oxurkirin.

A+ A-

Cenazeyê Endama HGP'ê Îran Yalçin (Şevîn Başkale) a ku di 22'yê kanunê de li herêma Akdag ya navçeya Dara Henê ya Çewlîkê bi 6 hevalên xwe re jiyana xwe ji dest da duh ji aliyê malbatê ve ji Meletiyê hate wergirtin û anîn Wanê. Piştî cenazeyê Yalçin li duryana Westanê hate pêşwazîkirin birin Mizgefta Baglarbaşi ya taxa Yenî ya Wanê. Piştî vecîbeyên olî cenaze, be bi goristana taxa Yenî ve derxistin rê. Cenazeyê Yalçin li mizgeftê ji aliyê jinan ve hate wergirtin û ber bi goristanê ve dest bi meşê kirin. Di meşê de alên Konfederalîzmê, posterên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û 7 endamên HPG'ê hatin vekirin. Di meşê de sloganên "şehîd namirin", "Bijî Serok Apo" û "Ey Şehit xwina te li erdê namine" berz kirin. Parlementerên BDP'ê Ozdal Uçer, Nazmî Gur, Wekîlê Şaredarê Wanê Sabrî Abî, Şaredara Sixkê Nezahat Erguneş, Endama MYK'ê ya BDP'ê Necla Yildirim, Dayîkên Aştiyê, TUYAD-DER, MEYA-DER, GOÇ-DER û bi hezaran welatî tevlî merasîmê bûn.

‘Polîsan di rê de gef xwarin'

Cenazeyê Yalçin li goristanê ji aliyê jinan ve hate definkirin. Birayê Endama HPG'ê Yalçin Mîkaîl Yalçin piştî karên definkirinê axivî û diyar kir ku polîsên Midûriyeta Polîsan a Wanê di rê de her tim li wî geriyan gef li wî xwarin. Yalçin, anî ziman ku her tim polîsên di telefonê de ji wî re digotin, "Merasîma cenaze bila qelebalik nebe û bêdeng defin bikin" Yalçin, da zanîn ku teqeze ew serî li hemberî zextan natewînin.

Uçer: Roj roja têkoşînê ye

Parlementerê BDP'ê yê Wanê Ozdal Uçar jî axivî û wiha got: "Em bi mîlyonan kurd dê di rêya wan de bimeşîn. Têkoşîna gel dê vê xwînê bide rewastandin. Divê hemû kesên dixwazin xwîn bê rawestandin derbikevin qadan û têkoşînê bidin meşandin. Divê gel li her derê Kurdistanê xwedî li şehîdên xwe derbikeve û têkoşîna xwe bilind bike. Divê xwedî li berxwedana Birêz Ocalan û girtîgehan bê derketin. Heke em li hemberî van bêdeng bimînin ev tarîtî dê bidome. Lê berxwedana me dê vê xwînê bide rawestandin. Hêviya me ew e ku ev şehîdê dawî be. Ez bang li gelê Wanê dikim ku xwedî li nirxê xwe derbikevin. Roja roja rûniştinê nîn e roja têkoşînê ye. Roj roja xwedî li nirxên xwe xwedî derketinê ye." Uçer, ser saxî li malbatê da û xwest ku têkoşîna wê bilind bikin.

Piştî re girse bi meşê çû taxa Esenler ya bajaroka Sixkê û konê şînê ziyaret kir.

DİHA