1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Cenazeyê Endamê YPG'ê Çeçan derxistin rê
Cenazeyê Endamê YPG'ê Çeçan derxistin rê,cenazeyê,endamê,ypg,ê,çeçan,derxistin,rê

Cenazeyê Endamê YPG'ê Çeçan derxistin rê

A+ A-

26 Gulan 2014 STENBOL (DÎHA) - Cenazeyê Endamê YPG'ê Osman Çeçan ê ku li Rojava jiyana xwe ji dest da ji aliyê malbatê ji Saziya Tipa Edlî ya Stenbolê hat wergirtin û ber bi Rihayê ve derxistin rê.

Cenazeyê Endamê YPG'ê Osman Çeçan (Cûdî) ê ku li bajarê Dirbêsiyê yê Rojava dik şerê li dijî çeteyên IŞÎD'ê de jiyana xwe ji dest da ji bo otopsiyê biribûn Saziya Tipa Edlî ya Stenbolê û piştî karên otopsiyê ji aliyê malbatê ve hat wergirtin. Malbata Çeçan, BDP, YAKAY-DER, DÎAY-DER, TUAD û Dayîkên Aştiyê cenaz pêşwazî kirin û sloganên "Bijî Serok Apo" û "Şehîd namirin" berz kirin û pişt re rêzgirtin girtin.

'Em soz dikin em dê alan wan hêj bilid bikin'

Piştî rêzgirtinê Serokê YAKAY-DER'ê Velat Demîr axaftinekî kin kir û diyar kir ku di dema Şoreşa Rojava de hikûmeta AKP'ê ji bo gelê kurd bitepisîne piştgirî dan çeteyan û ligel vê yêkê gelê kurd dest ji têkoşîna xwe bernedan. Demîr, anî ziman ku divê demildest hikûmeta APK'ê dest ji vê yekê berbide û wiha got: "Şoreşa Rojava tenê ya kurdan nîn e ya hemû gelên li pey edalet û heqîqatê dimeşin e. Têkoşîna hevalên me ji bo me gelek girîng e. Em soz didin wan em dê ala wan hilgirtî hêj bilind bikin."

Bavê Çeçan Cemal Çeçan jî got, "Serê gelê kurd û Serokê me sax be" û diyar kir ku ew dê di riya kurê xwe de bin.

Piştî axaftinan cenazeyê Çeçan ji bo bê definkirin ber bi Rihayê ve derxistin rê.

(bd)