Cenazeyê HPG’î Çaçan nedan malbatê
Cenazeyê endamê HPG'ê Erdal Çaçan ku li navçeya Norşînê ya Bedlisê di pevçûnê de jiyana xwe ji dest da û duh birin Nexweşxaneya Dewletê ya Bedlîsê, bi hinceta dê testa DNA bikin nedan malbatê.
Cenazeyê endamê HPG'ê Erdal Çaçan (Serxwebûn Amed) ku di 1'ê Cotmehê de li gundên Mistak, Sez û Mizorî yên navçeya Norşîna Bedlîsê di şer de jiyana xwe ji dest da û li çoltarê hatibû hiştin, duh ji aliye heyeta BDP'ê ve hate wergirtin. Heyetê cenaze li herêma Gundê Sewkê dit, wergirtin û anîn Nexweşxaneya Dewletê ya Betlîsê. Koma ku Parlementerê BDP'e Husamettin Zenderlîoglu, Şaredarê Tetwanê Abdullah Ok, Şaredarê Norşînê Mehmet Emin Ozkan, Hevserokê BDP'a Bedlîse Şahin Çoban jî di navde cenaze wergirtin û anîn Nexweşxaneya Dewletê ya Bedlîsê. Cenazeyê Çaçan ku duh anîn nexweşxaneyê bi hinceta dêtesta DNA'yê bikin nedan malbatê. Li gel ku malbatê cenazeyê HPG’î Çaçan nas kir jî nehat dayîn. Rayedaran diyar kirin ku piştî testa DNA'yê dê cenaze bidin malbatê. Cenaze li nexweşxaneyê tê rawestandin.
(mae)