1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Cenazeyê Murat Îzol hate definkirin
Cenazeyê Murat Îzol hate definkirin,cenazeyê,murat,îzol,hate,definkirin

Cenazeyê Murat Îzol hate definkirin

A+ A-

Cenazeyê Murat Îzol ê ku polîsan berdayê û xwe avêt Çemê Dîcleyê piştî 12 rojan şunda hate dîtin û li gundê Entêrtê hate definkirin.

Cenazeyê Murat Îzol ê 19 salî yê ku li semta Fîskaya ya navçeya Yenîşehîrê ya Amedê polîsan berdeayê û xwe avêt Çemê Dîcleyê piştî 12 roj şunda duh li derdora Pira Dehderî ya Amedê di çem de hate dîtin. Cenazeyê Îzol piştî otopsiya li Nexweşxaneya Dewletê ya Amedê hate wergirtin û şevê din birin tundê Entêrtê ya naçveya Gilê ya Amedê û hate definkirin. Endamê Meclîsa BDP'ê Înan Kizilkaya, rêveberên BDP, MEYA-DER'ê û hevalên Îzol tevlî merasîma cenaze bûn. Cenazeyê Îzol li goristana gund ji aliyê sedan kesan ve bi duayan hate definkirin. Di merasîma cenaze de jinan bi kurdî lorîk barandin.

Alîkarê Hevserokên Rêxistina BDP'ê yê Amedê Eşref Mamedoglu piştî karên definkirinê axaftinek kin kir û diyar kir ku divê piştî vê bûyerê Waliyê Amedê û Midûrê Polîsan ê Amedê demildest îstîfa bikin. Mamedoglu, anî ziman ku rewşa Îzol birin Meclîsê jî lê bi gotina "Murat xilas bû" baldarî nîşan nedan û xebatên xilaskirinê bi awayekî rêk û pêk nehatin maşandin. Mamedoglu, da zanîn ku ew weke BDP dê bûyerê bişopînin û bang li rêxistinên sivîl ên civakî kir ku bûyerê bişopînin.

Piştî axaftinan welatî ji goristanê veqetiyan û taziyeya Îzol dê li gundê Uçkuyularê berdewam bike.

(bd)