1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Cenazeyê Rojnameger Firat şandin Wanê
Cenazeyê Rojnameger Firat şandin Wanê,cenazeyê,rojnameger,firat,şandin,wanê

Cenazeyê Rojnameger Firat şandin Wanê

A+ A-

AMED (DÎHA) - Cenazeyê Rojnamegera Kurd Denîz Firat a ku di êrîşa çeteyên DAIŞ'ê yên li dijî Qampa Mexmûrê de jiyana xwe ji dest dan şevê din anîn Amedê û piştî otopsiyê ber bi Wanê ve derxistin rê.

Cenazeyê Rojnamegera Kurd Denîz Firat a ku di dema li nêzî Qampa Mexmûrê nûçe dişopand di êrîşa çeteyên DAIŞ'ê de jiyana xwe ji dest da ji bo otopsiyê şevê din anîn Amedê. Cenazeyê Firat li Saziya Tipa Edlî ya li Nexweşxaneya Dewletê ya Selahattîn Eyyubî ji gelek kesan ve bi slogana "Şehîd namirin" hate pêşwazîkirin. Cenazeyê Firat li nexweşxaneyê otopsiya wê hate kirin û seat di derdora 03.00'an de careke din cenaze ji aliyê jinan ve hate wergirtin. Cenazeyê Firat ji bo definkirinê ber bi Wanê ve derxistin rê.

Cenazeyê Firat dê sibê li navçeya Ebexê ya Wanê bê definkirin.

(bd)