Cenazeyê rojnamevan Şoreş Mistefa bi merasîmek girseyî hat definkirin
SORAN MIHEMED/ SILÊMANÎ / ROJNEWS
Îro cenazeyê hevalê me yê rojnamevan Şoreş Mistefa Elî bi merasîmek girseyî li Goristana Kelekin a bajarê Silêmaniyê hat definkirin.
Sernûserê berê yê rojnameya Çetir û endamê desteya rêveber ê RojNews’ê rojnamevan Şoreş Mistefa Elî ku 10 roj bûn li Nexweşxaneya Şoreş a Silêmaniyê ji ber xwîna riştî ser mijiyê wî di beşa lezgîn de dihat dermankirin. Duh saet 19.00’ê li Nexweşxaneyê li rexmê hemû hewldanan jî jiyana xwe ji dest da.
Cenazeyê hevalê me yê rojnamevan Şoreş Mistefa Elî îro saet 08.00’ê bi merasîmek girseyî ku gelek heval û dost, rojnamevan, rewşenbîr, kesayetên siyasetmedar, malbat û xizmên rojnamevan Şoreş Mistefa amadebûn ji Mizgefta Kurdsat ber bi Goristana Kelekin a bajarê Silêmaniyê ve birin û piştî merasîma li vir hat definkirin.
Piştî definkirinê axaftina yekem ji aliyê Hevserokê Tevgera Azadî Mihemed Ebdullah ve hat kirin, wiha got; “Wefata rojnamevan û Kurdperwer Şoreş Mistefa Elî em hemû hiştin nava xemgînî û êşek mezin de. Em ji bo malbata xwe ya hêja û hemû kes û karên heval Şoreş re sersaxî dixwazin.” Piştre li ser navê RojNews ku Selah Xidir axivî, wiha got; “Şoreş Mistefa kesayetek rojnamevan û şoreşger bû. Wefata wî em hemû ji dil da xemgîn kirin. Heval Şoreş timî li ser xeta neteweyî û rastiyan xebat dikir. Rojnamevan û karê nû yê dinyaya çapemeniya Kurdî bû. Bi wefata Şoreş Mistefa windahiyek mezin dinava çapemeniya Kurdî de çêbû.”
Her wiha di merasîmê de li ser navê malbatê jî mamê rojnamevan Şoreş Mistefa Elî, Eskender Mihemed ku axivî, wiha got; “Em jî weke malbata rojnamevan Şoreş Mistefa xêrhatina we hemûyan dikin. Şoreş timî bi dilsozane dixebitî û di kare xwe de rastî û hestên neteweyî û mirovane dixebitî. Bi oxirkirina Şoreş ji bo me û hemû hevrêyên wî pir zehmete.”
Piştî axaftinan li ser gora rojnamevan Şoreş Mistefa Elî ji aliyê Rojnews, Tevgera Azadî, Çetir karanfîl hatin danîn. Şoreş Mistefa Elî kî bû?
Şoreş Mistefa Elî di sala 1984’ê de li bajarê Serdeşt ê Rojhilatê Kurdistanê hat dinê. Malbata wî eslê xwe ji gundê Genaw ê Başûrê Kurdistanê ye. Ji ber zilm û zordariya rejîma Baas ji neçarî koçî bû şarî Serdeştî Rojhilatê Kurdistanê bûn.
Rojnamevan Şoreş Mistefa Elî bi malbata xwe re li ser xaka xwe koçber bûne. Ji parçeyek Kurdistanê ji bo parçeyek din ê Kurdistanê koçber bûne. Li Rojhilatê Kurdistanê di heman demê de şahidi ji komkujiyek din a li ser gelê Kurd a kîmyabarana bajarê Serdeştre kir.
Rojnamevan Şoreş Mistefa Elî dibistana seretayî, navendî û li Rojhilatê Kurdistanê bi dawî kir, di sala 2005’ê li gel malbata xwe vegeriya Başûrê Kurdistanê ku li bajarê Silêmaniyê bicih bû, dibistana amadeyi jî li vir bidawî kir.
Yekem karê rojnamevanî li gel rojnameya Rêxistina Sosyala Demokratîk a Kurdistanê destpê kir. Piştre weke sernûserê rojnameya Çetir karê rojnamevaniyê dewam kir. Her wiha ji bo televizyona Roj jî bernameya Serinc amade dikir.
Her wiha sala 2014’ê piştî ku Ajansa RojNews hat vekirin, weke yek ji damezrênerên ajansê û endamê desteya rêveber a ajansê kar û xebata xwe ya rojnamevaniyê berdewam kir. Û li ser rêya heqîqetê karê xwe berdewam kir. Pêş 11 rojan di 17’ê Sibatê rojnamevan Şoreş Mistefa Elî ku xwîn rijte ser mejiyê wî, li beşe lezgîn a Nexweşxaneya Şoreş dihat dermankirin, duh li rexmê hemû hewldanan jî jiyana xwe ji dest da.
(sk)