1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Cenazeyê Temel ji aliyê hezaran ve hat pêşwazîkirin
Cenazeyê Temel ji aliyê hezaran ve hat pêşwazîkirin,cenazeyê,temel,ji,aliyê,hezaran,ve,hat,pêşwazîkirin

Cenazeyê Temel ji aliyê hezaran ve hat pêşwazîkirin

A+ A-

10:46 03.11.2013 ÊLIH (DÎHA) - Cenazeyê Ozcan Temel ku duh hat îdîakirin ji aliyê koma endamên HUDA-PAR'ê ne ve hat kuştin, piştî otopsiyê ji Êlihê ji aliyê hezaran ve hat definkirin.

Duh êvarî li dijî ciwanên BDP'î yên Êlihê êrîşa çektarî pêk hat. Hat diyarkirin ku êrîş ji aliyê koma endamên HUDA-PAR'ê ve pêk hatiye. Di êrişa çekdarî de ciwanê 26 salî Ozcan Temel jiyana xwe ji dest dabû û rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Amedê. Piştî otopsiyê cenazeyê Temel şandin Êlihê. Cenazeyê Temel ji aliyê hezaran kesan ve li Êlihê hat pêşwazîkirn. Bi hezaran kesên li Tesîsên Bardakçilarê kom bûn bi siloganên "Şehid namirin" cneza pêşwazî kirin. Karwanê cenaze, çû Goristana Bajar a Êlihê û li ser kolana Cizîrê ya taxa Yavuz Selimê. Bi hezaran kes ji bo cenazeyê Temel defin bikin bi siloganên "Şehid namirin" li kolana Cizîrê rawestiyane. Cenazeyê Temel dê piştî nimêja nîvor li Goristana Taxa Petrolê bi girseyî bê definkirin.

(mae)