Cenazeyê Yalçin hate definkirin
Cenazeyê Yalçin ê ku bedana xwe de ber agir hate definkirin
Cenazeyê Mehmet Yalçin ê ku bi armanca şermezarkirina tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan li navçeya Qoserê bedena xwe da ber agir ji aliyê hezaran kesan ve hate definkirin.
Cenazeyê Mehmet Yalçin ê ku di 1'ê tebaxê de li navçeya Qoserê ya Mêrdînê li ber avahiya Edliyeya Qoserê bedena xwe da ber agir û 28'ê tebaxê de jiyana xwe ji dest da hate definkirin. Cenazeyê Yalçin li Tesîsên Ademhan a Mêrdînê ji aliyê sedan wesayîtan ve hate pêşwazîkirin û pişt re birin Goristana Sanayî ya Qoserê. Polîsan ji bo konvoya cenaze di navanda navçeyê re derbas nebe hemû riyên sereke bi barîkantan girtin. Hevdîtinên ji bo konvoya cenaze di navenda navçeyê re rebas bibe hatin kirin tu encam nedan di navbera polîs û welatiyan de rageşî derket. Li ser vê yekê bi sedan wesayîtan nêzî nîvsaetê rê li trafîkê girt. Pişt re li ser daxwaza bavê Yalçin Mehmet Alî Yalçin konvoya cenaze bêyî bikeve navenda bajar û ber bi goristanê ve derket rê.
Yalçin ji aliyê hezaran kesan ve hate pêşwazîkirin
Dema konvoya cenaze ket nava tax ji aliyê hezaran kesan ve bi sloganên "Bijî Serok Apo", "Şehîd namirin", "Li çiyayan negerin Apocu li her derê ne", "Be Serok jiyan na be", "Ey şehid xwîna te li erde namîne" û "Tolhildan" hate pêşwazîkirin. Di pêşwazîkirinê de pankrata "Heval Mehmet bi meşaleya te bi agirê bedenê xwe hilkir em dê bi azadiya Rêberê Apo bilind bikin" hate vekirin. Piştî vecîbeyên olî hatin bicihanîn rêzgirtin pêk hat û bi hezaran kesan sruda "Çerxa Şoreşe" xwed.
'Agirê bedena Yalçin dê çiyayan ronî bike'
Piştî merasîma cenazes Nûnerê MEYA-DER'ê yê Mêrdînê Mahmut Erdem axaftine kir û diyar kir ku berî Yalçin çalakiyê li dar bixe her tim ji malbata xwe re digot ew ji ber komkujiya Roboskiyê gelek xemgîn e û nikare vê yekê rabigire. Erdem, anî ziman ku pişt re hînbûn ku Yalçin ji bo tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan şermezar bikin dest bi çalakiyeke wisa kir. Erdem, da zanîn ku Yalçin xwe ji gelê kurd û rêbertiya gelê kurd re fida kir û wiha got: "Çiruskên agirê bedena Yalçin dê çiyayan ronî bike"
'Kurê min şehîdê hemû kurdan e'
Hevseroka Rêxistina BDP'ê ya Mêrdînê Sîhem Elveren Alp jî diyar kir ku ew hurmetê nîşanî çalakiya Yalçin didin û gotinên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ên çalakiyên wisa napejirîne bîrxistin. Alp, anî ziman ku zext û zordariyên hikûmeta AKP'ê yên li ser kurdan berdewam dikin û wiha got: "Em dê xwedî li mîrateyê şehîdên xwe yên ji me re hiştin derbikevin. Em dê heta dawiyê têkoşîna wan bidomînin." Dayîka Yalçin Fatîme Yalçin jî wiha got: "Kurê min şehîdê hemû kurdan e." Fatîma Yalçin ji ber giriyê nekarî axaftina xwe bi temam bike. Piştî axaftinan merasîma cenaze bi dawî bû. Pişt re bi hezaran kes çûn konê şînê ziyaret kirin.
Konê şînê saet di 13.00'an de dê ji aliyê BDP'î û gel ve bi meşeke girseyî bê ziyaretkirin.
(bd)