Cenazeyên hemwelatiyên Rojavayî hatin radestkirin
RIHA (DÎHA) - Cenazeyên 2 kurdên ji Rojava yên di êrîşa çeteyên El Nusra de li Serêkanîye birîndar bibûn û li Riha di nexweşxaneya dihatin tedawîkirin de jiyana xwe ji dest dan li Deriyê Sînor ê Şenyurt radestî malbatên wan hatin kirin.
3 kurdên ji Rojava yên di encama êrîşên çeteyên El Nusra de yên li hemberî gundên Cafa û Neddas ên girêdayî Serêkaniyê de birîndar bibûn û ji bo tedawîkirinê anîbûn Nexweşxaneya Dewletê ya Mehmet Akîf Ersoy 2 ji wan jiyana xwe ji dest dan. Cenazeyên her du kurdên Rojavayî yên jiyana xwe ji dest dan ku hat diyarkirin navê wan Mîthat Zayît û Azad Amed e ji aliyê heyeteke ji rêxistinên Riha, Wêranşar, Serêkaniyê û Qoserê pêk dihat ji morga nexweşxaneyê hatin wergirtin. Cenaze di derengiya şevê de di deriyê sînor ê Şenyurt ê Qoserê re bi dirûşmayên "Bijî berxwedana Rojava", "Bê Serok jiyan nabe", "Bijî YPG" hatin derbaskirin û radestî malbatan hatin kirin.
Ligel wê pevçûnên ku li Serêkaniyê cih bi cih berdewam dikirin, danê sibehê dijwar bûn. Pevçûnên dijwar heta roj derket jî berdewam kirin.
(yş/mae)