Cenazeyên HPG'iyan ber bi bajarên wan ve hatin oxirkirin
Cenazeyên endamên HPG'ê yên di encama operasyona azadkirina Şengalê de jiyana xwe ji dest dan...
AMED (DÎHA) - Cenazeyên endamên HPG'ê Kazim Bahadir (Xebat Azad), Abdulvahap Kascî (Dijwar Ercîş), Mustafa Kurt (Nûrhak Firat) û Serdar Sansak (Çekdar Cifaneyî) piştî karê otopsiyê ber bi bajarên wan ve werin oxirkirin.
Endamên HPG'ê Kazim Bahadir (Xebat Azad), Abdulvahap Kascî (Dijwar Ercîş), Mustafa Kurt (Nûrhak Firat) û Serdar Sansak (Çekdar Cifaneyî) yên di encama operasyona azadkirina Şengalê de jiyana xwe ji dest dan. Piştî ku cenazeyên endamên HPG'ê ji deriyê sînor yê Xabûrê hat bakurê Kurdistanê ji bo karê otopsiyê anîn Amedê. Di nav de Parlamenterê HDP'ê yê Şirnexê Faysal Sariyildiz, endamên MEYA-DER, TUHAD-DER, Meclîsa Dayikên Aştiyê, Hevserokê Rêxistina DBP'ê yê Amedê Elî Şîmşek, hevşaredarên Rezanê Bîrsen Kaya, Eşref Guler û bi sedan welatî li ber Petrola Sayarê bi dirûşmên ,"Şehîd namirin" cenazeyê her çar HPG'iyan pêşwazî kirin. Piştî cenazeyên HGP'iyan hatin girtin bi konvoyek ber bi Amedê ve hatin oxirkirin. Dema cenazeyê HPG'iyan ketin navçeya Çinarê ciwanan bi dirûşmên "Şehîd namirin" ,"Bijî Serok Apo" , "Kurdistan dê ji DAIŞ'ê re bibe goristan" û "HPG tolhildan" hatin pêşwazîkirin.
Li ser gotina Waliyê Amedê ku gotibû, "Li Nexweşxaneya Selahedîn Eyûbî xebat heye" welatiyên cenazeyên 4 endamên HPG'ê ji bo karê otopsî were pêk anîn, birin Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Amedê. Dema ku caneze gihÎşt nexweşxaneyê polîsê peywirdar ê nexweşxaneyê bi hinceta "Li vir karê otopsiyê nabe, cenazeyên xwe bibin Nexweşxaneya Selahedîn Eyûbi" li hember vê nêzîkatiya Waliyê Amedê û polîsan girseya ku bi cenazeyan re nerazînbûnên xwe nîşan dan û konvoya cenazeyan ber bi Nexweşxaneya Selahedîn Eyûbi ve bi rêkirin. Li vir jî polîsan xwest carek din cenazeyan bişîne Nexweşxaneya Lêkolînê lê li ser van lîstokên Waliyê Amedê û polîsên girse bi hêrs û guh neda wan. Li ser bertekên welatiyan polîs neçar man ku cenazeyan li Nexweşxaneya Selahedîn Eyûbi otopsî bikin. Dema welatiyan cenazeyên 4 endamên HPG'ê birin hundirê nexweşxaneyê hat ditîn ku li nexweşxaneyê tu xebat tuneye û cenazeyek din ku ji bo otopsiyê anîbûn li wir hatibû rawestandin.
Piştî karê otopsiyê ji bo definkirina cenazeyên endamê HPG'ê Kazim Bahadir (Xebat Azad) ber bi Edeneyê, Abdulvahap Kascî (Dijwar Ercîş) ber bi Wanê, Mustafa Kurt (Nûrhak Firat) Riha û Serdar Sansak (Çekdar Cifaneyî) Cizîrê ve hatin oxirkirin.
(nak-ozp/oî/wk)