Cenazeyên HPG'iyan bi malbatan re birin Meletiyê
Cenazeyên 5 endamên HPG'ê yên di 5'ê mijdarê de li Çiyayê Cudî di pevçûnekê de jiyana xwe ji dest dan ji aliyê welatiyan ve ji herêma pevçûnê hatin wergirtin.
Cenazeyên 5 endamên HPG'ê yên di 5'ê mijdarê de li Çiyayê Cudî di pevçûnekê de jiyana xwe ji dest dan ji aliyê welatiyan ve ji herêma pevçûnê hatin wergirtin. Bi fermana dozgeriyê cenazeyên HPG'iyan bi malbatan re bi helîkopteran şandin Saziya Tipa Edlî ya Meletiyê.
Bi sedan welatiyên di nav de rêveberên Rêxistina BDP'ê yên Şirnexê û nûnerên rêxistinên sivîl ên civakî serê sibê ji bo cenazeyên 5 endamên HPG'ê yên di 5'ê mijdarê de li Çiyayê Cudî jiyana xwe ji dest dan li herêma werbigirin çûn herêma pevçûnê. Ligel hemû astengiyên leşkeran welatiyan li herêma pevçûnê piştî lêgerînê cenaze peyda kirin û birin herêma Newala Meruya. Li vir leşkeran welatî û cenaze dorpêçkirin. Li herêmê sekna welatiyan didom û bi helîkopteran leşker sewqî herêmê hatin kirin. Welatiyan cenaze ji wesayîtê anîn xwarê û bi çepik û tîlîliyan kesk, sor û zer xemilandin. Pişt re welatiyan rêzgirtin girt û sruda "Çerxa şoreşê" xwendin.
Malbat û cenaze bi helîkopteran birin Meletiyê
Rêveberên BDP'ê û malbatên HPG'iyan piştî bi rayedarên leşkeran re hevdîtin kirin Dozgerê Komarê yê Şirnexê hate cihê bûyerê. Pişt re bi fermana dozgeriyê cenazeyên HPG'iyan û malbatên wan bi helîkopteran xwestin bibin Meletiyê. Li ser vê yekê cenazeyê 5 HPG'iyan û malbatên wan bi 2 helîkopteran bibin Meletiyê.
Piştî cenaze birin Meletiyê bi hezaran Şirnexiyên li quntara Çiyayê Cudî ber bi Şirnexê ve dest bi meşê kirin. Serokê Rêxistina BDP'ê yê Şirnexê Bakî Katat li vir daxuyaniyek kin da û diyar kir ku cenaze hatibûn taxrîpkirin û wiha got: "Me bi zorê cenaze kom kirin. Gelê me bi fidekariyekî mezin xwedî li cenazeyên xwe derket. Di serî de gelê Botanê û serê gelê kurd sax be."
DİHA