Cenazeyên siyasetmedarên jin ji saziya tiba edlî hatin wergirtin
Cenazeyên sê siyasetmedarên jin yên Kurd yên li Parîsê hatin qetilkirin ji saziya tiba edlî hatin wergirtin.
9’ê Çileyê li paytextê Fransa Parîsê ji sazûmankarên PKK’ê Sakîne Cansiz, Nûnera KNK’ê ya Parîsê Fîdan Dogan û endama Tevgera Ciwana Leyla Şaylemez ku bi sûîqestê hatin qetilkirin, cenazeyên wan piştî otopsiyê vê sibehê ji Saziya Tiba Edlî hatin wergirtin.
Cenaze di demjimêrên sibehê de ji aliyê nûnerên saziyên Kurdan ve hatin wergirtin. Cenazeyên bi alên PKK’ê hatine pêçan, ku îro dê bi karwanekî dê li herêma Villiers-le Bely a Parîsê bi merasimekê werin oxir kirin, cenaze birin navnîşana 12 Bis Avenues des Entrepreneurs. Li gel malbatên Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez, partiyên siyasî yên Kurd, nûnerên sazî, tevger û rêxistinên jinan yên ji çar aliyê Ewropayê hatine, dê merasim di demjimêr 11.00’an de destpê bike. Çav lê ye ku ji gelek welatên Ewropayê bi deh hezaran kes tevlî merasimê bibin. Ji ber sedema dê tevlîbûnek mezin çêbibe, dê merasim heya demjimêrên şevê berdewam bike.
ANF NEWS AGENCY