Cerdevan: Gelek leşker hatin kuştin
Cerdevan: Di êrîşa Çelê de gelek leşker hatin kuştin
Li navçeya Çelê ya Colemêrgê, hate zanîn ku di êrîşa ji aliye HPG'ê ve li dijî Qereqola Cendirmeya Geçîmliyê pêk hat li gorî agahiyên yekemîn 6 leşker, 2 cerdevan jiyana xwe dest dan de, gelek leşker ketin şokê . Cerdevanê di êrîşê de li qereqolê da bû nexwest navê xwe bide ji DÎHA'ye re axivî.
Li navçeya Çelê ya Colemêrgê ji aliye HPG'ê ve li dijî Qereqola Karataş, barageha leşkerî a giredariyê Tugaya sînor a 20'yemîn a tepeyê Darsînkî û Qereqola Geçîmliyê yên li sînorê Herêma Federal a Kurdîstanê de şevê din seat 22.45 êrîş pêk hat. Pevçûnên piştî êrîşê cih bi cih berdewam dike û li ser Çelê balafirên şer, helîkopter difirin. Waliyê Colemêrgê daxuyand ku 6 leşker û 2 cerdevan jiyana xwe dest da lê çavkaniyên herêmê dibejin hêjmara leşkerên jiyana xwe dest da zedêtirin.
Sekinandina bi sedan leşkerên piştî êrîşê li baxçeyê Qereqola Geçîmliyê berdewam dike, çavkaniyên herêmê diyar kirin ku gelek leşker jiyana xwe dest dane. Cerdevanê di pevçûnê li qereqolê bû û nexwest navê xwe bide ji DÎHA'ye re axivî. Cerdevan, da zanîn ku di pevçûnê de 2 gundî û cerdevaneke li qereqolê bûn û birîndar bûn, ranekirin nexeşxaneyê. Cerdevan, diyar kir ku gelek leşker jiyana xwe dest dane û 15 leşker birîndar bûne. Cerdevan da zanîn ku leşekrên birîndar rakirine nexeşxaneyê û wiha axivî: "Pevçûn bi seatan bi dijwarî berdewam kir. Di pevçûnê de gelek leşker ketin şokê. Gelek leşker hejî nehatina ser xwe. Ji ber ku qereqol ji gund durê welatiyên sivîl tesîr negirtin. Lê ketin nava şirt û şoqek mezin. Hejî sekinandina bi sedan leşkerên piştî êrîşê hatin li baxçeyê Qereqola Geçîmliyê berdewam dike."
Piştî pevçûnê li Çelê û Colemêrgê tevgera leşkerî berdewamdike û riya Colemêrgê-Çelê jî hate girtin.
(dt/mae)