1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Cerdevan jî dengê xwe didin HDPê
Cerdevan jî dengê xwe didin HDPê,cerdevan,jî,dengê,xwe,didin,hdpê

Cerdevan jî dengê xwe didin HDPê

A+ A-

OMER ÎKE / ÊLIH Bi nêzîkbûna hilbijartinên 7'ê hezîranê re partiyên siyasî lez dan xebatên xwe yên hilbijartinê. Welatiyên Sasona Êlihê yên bi salan e cerdevaniyê dikin û dengê xwe li herêmê didin AKP’ê û CHP’ê; diyar kirin ku ew ê ji niha û pêde ji bo jiyanek azad û domokratîk dengê xwe bidin HDP’ê.

Dîroka navçeya Sasona Êlihê ji ya Kurdistanê ne cudatir e. Bi belavbûna ola Îslamê û hatina artêşên ereban re navê navçeyê bûye Qabilcewz, ango "wargehê gûzan". Navê navçeyê di qeydên dîrokî de wekî Sason derbas dibe û bingeha vê navê ji dema Ûrartûyan tê. Di dema Osmaniyan de bi Amedê ve, bi avabûna Komara Tirkiyeyê re bi Sêrtê û di sala 1990'î de jî bi Êlihê ve hatiye girêdan. Welatiyên Sasonê jî kurmanc û ereb in. Ji ber zext û êrîşên Dewleta Tirkiyê li herêmê cerdevanî tê ferzkirin. Welatiyê bi navê Mehmet Siddik yê ji gundê Kêrgisê yê girêdayî Sasonê ji RojNewsê re axivî û diyar kir ku wî jî beriya niha cerdevanî dikir û anî ziman ku wan her tim tercîha xwe li hemberî partiyên pergalê bikaranîn, lê ligel vê yekê her tim kêm hatin dîtin.

‘Em êdî dengê xwe nadin AKP’ê’

Siddik anî ziman ku her tim ji aliyê dewletê ve paşde hatine hiştin û wiha got: “Ji avakirina AKP’ê heya niha, min piştgiriya AKP’ê dikir. Lê piştî min rûyê AKP’ê yê qirêj dît, ez êdî dengê xwe nadim AKP’ê. Ez ê dengê xwe bidim HDP’ê. Niha hemû partiyên sîstemê ji hêza HDP’ê ditirsin. Lê partiya muxalefet ya ku aştî û biratiyê bîne herêmê ji HDP ye.”

‘CHP’ê berdîla pereyan den dengê me xwest’

Siddik derbirî ku rayedarên CHP’a Êlihê di çarçoveya xebatên hilbijartinê de hatine gundê wan û ji gundiyan di berdîla pereyan de daxwaza dengê wan kirine. Siddik bal kişand ser zextên li ser herêma Sasonê û wiha got: “Bi salan e dewlet welatiyên herêmê neçarî cerdevaniyê dike. Bi destê kurdan êrîşî kurdan dike. Bi taybet li herêma Sasonê gelê ereb û kurd dijîn. Êdî gelê herêmê partiyên sîstemê baş nas dike û dizane wê dengê xwe bide kê.”

‘AKP hesreta gelê Tirkiyê ya aştiyê dike qurbanê armancên xwe yên qirêj’

Welatiyê bi navê Îsa Aslan jî ji RojNewsê diyar kir ku ji ber polîtîkayên qirêj yên dewletê bi salan e li axa xwe rastî zorî û zehmetiyan tên û wiha got: “Desthilatdariya AKP'ê, kurd, tirk, elewî, sûnî, ermenî, suryanî, çeçen û ereban li hemberî hev sor dike û rê li ber aloziya civakî vedike. Desthilatdariya AKP’ê, kurd, tirk, elewî, sûnî, ermenî, suryanî, çeçen û ereb li hemberî hev sor dike û rê li ber aloziya civakê vedike. AKP hesreta gelê Tirkiyê ya aştiyê, dike qurbanê armancên xwe yên qirêj. Êdî gelê Tirkiyê ne gelê berê ye. Êdî em hemû lîstikên li ser gelan dibin. Em ê ji bo rojên azad em ê dengê xwe bidin HDP’ê’.”

‘Werin vegerin mala xwe’

Welatiyek din yê Sosonê yê ku 20 sale cerdevanî dike û nexwest navê xwe eşkere bike jî diyar kir ku ji ber zext û êrîşên dewletê ew neçarmane ku bibin cerdevan û ev tişt got: “Bi salane ez cerdevaniyê dikim û niha jî cerdevanim. Me li herêmê gelek bê mafî li birayên xwe yên kurd kirin. Êdî bese em li xwe vegeriyane. Em ê ji niha û şûnde ji bo azadiyan gelan bixebitin. Em ê weke malbat jî bi giştî dengê xwe bidin HDP’ê.” Cerdevan di dawiya axaftina xwe de bang li hemû cerdevanan kir ku vegerin mala xwe û ji bo aştî û biratiya gelan têkevin nava xebatê.

(oî/