Cerdevan li xwe mukur hatin!
Înfaza 7 kesên ku wekî xwîndarî hat nîşandan malbat xistin nava tevgerê
SAMÎ YILMAZ Darizandina kujerên mamoste Kerem Olmez ê di 2007'an de li navçeya Geverê ya Colemêrgê di êrişa çekdarî de hatibû kuştin; kujerên 7 welatiyên di sala 1990'an de li gundê Tilorana Jêrîn a navçeya Qilebanê ji aliyê cerdevanan ve hatin kuştin û xistin situyê PKK’iyan jî ronî kir.
Di sala 2007'an de li navçeya Geverê ya Colemêrgê mamoste Kerem Olmez ji aliyê cerdevanan ve bi sedema xwînîtiyê di êrîşa çekdarî ve hatibû qetilkirin. Kujerê Olmez Naîf Çakmak pişti hate girtin li Dadgeha Cezayê Giran a Colemêrgê hate darizandin û bi îdîaya ''Bi zanebûn mirov kuşt" û 'Bi zanebûn û armanca tolhildanê mirov kuşt" di 24'e tebaxa 2010'an de rastî 47 sal cezayê girtîgehê hat. Dadgehê li Cengiz Çakmak û Faruk Çakmak jî ji bo her kesekî 24 sal cezayê girtîgehê birî. Dadgehê dosyaya Îsmaîl Çakmak jî cuda girt. Parêzerên bersûcan jî bi sedema muwekîlên wî baş bi tirkî nizanin, bi daxwaza parastina kurdî bê kirin îtîraz kiribû. Heyeta dadgeha bilind jî biryara dadgeha Colemêrgê xera kir û dîsa dosya bi paşve şand.
'Xwest xwe bi dewletê şîrîn bikin, kêr dan hûr'
Heyetê piştî biryara dadgeha herêmî xera kir û disa dosya li Dadgeha Colemêrgê vegerand, rastiya qetilkirina 7 welatiyên di sala 1990'an de ji aliyê cerdevanan ve hate kuştin ronî bû. Malbata Çakmak, ji bo xwe bi dewletê şîrîn bike rastiya kuştina 7 welatiyên bi navê Omer Urun, Mehmet Urun, Mahmut Urun, Salîh Urun, Omer Kaçan, Siddik Aykut û Mehmet Aykut ên ji gundê Tilorana Jêrî ya Qilebanê mikur hat. Girtî Çakmak di daxwaznameya xwe de wiha got: "Me wekî malbata Çakmak, tu carî sinor nexist nava xwe û dewletê. Pismamê min Ethem Çakmak li gundê me Sercerdevan bû. Di vê demê de tev li operasyonên mezin bû. Me di sala 1990'an de 7 endamên PKK’ê kuştin û peyvira xwe herî baş pêk anî. Pismamê min Sercerdevan Ethem Çakmak pişt re ji aliyê endamên PKK'ê ve şehît bû. Belge û daneyên pêwist hene."
Malbat dibin mudaxîlê dozê
Piştî mikurhatina bersûcan di çapemeniyê de aşkere bû, malbata mexdûr û 7 kuştiyan li ser vê îfadeyê ketin nava liv û tevgerê. Xizmê 7 kuştiyan Mehmet Urun, ani ziman ku êdî kujer ronî bûne û divê der barê van kujeran de lêpirsîn bê destpêkirin. Urun, anî zima ku wê demê ji bo cenazeyên zarokên xwe bigirin têkoşînek mezin dan û wiha got: "Wê demê hemû kesan dizanî ku 7 kesên hatin kuştin sivîl in. Hemû kesan dizanîbû ku ji aliyê çeteyan ve hatine qetilkirin. Lê ji ber zextan kesî dengê xwe dernedixist. Dewletê cenaze nedan me. Lê niha kujer bi xwe mikur hatin. Divê êdî dadgeh û daraz li ser vê mijarê raweste û berpirsiyaran darizîne. Me heta niha têkoyîna vê yekê da. Em dê ji niha û şûnde jî ji bo hesap pirsînê têkoşînê bidin.
'Bi sivîlî hatin girtin û kuştin'
Birayê Salih Urun Kerem Urun jî anî ziman ku 6 kes bi sivîlî hatin binçavkirin û piştî ku hatin kuştin wekî "Terorîst" îlan kirin. Urun, anî ziman ku li gel birayê wî 7 kes bi îşkenceyê kuştin û wiha got: "Piştî ku 7 kes kuştin cenazeyên wan jî nedan me. Êdî kujer û berpirsiyar derketin holê. Divê dadgeh hesabê vê yekê bipirse û pişt bûyerê ronî bike."
Nûnerê MEYA-DER'ê Sadullah Duzen jî anî ziman ku di sala 1990'an de 7 sivîl hatin qetilkirin û wiha got: "Divê êdî dadgeh vê mijarê ronî bikin û hesep bipirsin.
Ajansa me jî berî nûçeya 7 kesên ku wekî PKK'î hatibûn nasîn weşandibû. Nûnerê ÎHD'ê yê Geverê Bahattin Keremoglu yê berê, di 19'ê çileyê 2010'an de agahî dabû ajansa me DÎHA'yê û anîbû ziman ku di sala 1990'an de Casim ê bi kodê Azad û Sercerdevan Hetem Çakmak û Kadrî Oren, li gel Fermandarê Alayê Ali Kîraz 7 qaçaxvanên Qilemanê qetil kirin û wekî PKK'î nîşan dabûn.
(mae)