1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Cerdevanan kesên diçûn mizgeftê gullebaran kirin: 4 mirî, 27 birîndar
Cerdevanan kesên diçûn mizgeftê gullebaran kirin: 4 mirî, 27 birîndar,cerdevanan,kesên,diçûn,mizgeftê,gullebaran,kirin,4,mirî,27,birîndar

Cerdevanan kesên diçûn mizgeftê gullebaran kirin: 4 mirî, 27 birîndar

A+ A-

MÊRDÎN 04.07.2014 09:11:13 Li gundê Bafa yê girêdayî navçeya Mehsertê ya Mêrdînê nîqaşa di navbera malbatên ku berê xisûmet di navbera wan de heye veguherî pevçûnê, cerdevanan kesên diçûn mizgeftê gullebaran kirin. Di êrîşê de 4 kesan jiyana xwe ji dest da, 27 kes birîndar bûn.

Li gor îdîayan, li gundê Bafa yê girêdayî navçeyê xisûmeta di navbera du malbatan de ya ji hilbijartinên 30’ê Adarê heta niha heye, veguherî pevçûnê. Duh êvarê cerdevanan ji şaneşîneke malekê kesên diçûn nimêja terawîhan gullebaran kirin. Di encama gullebaranê de bi Ahmet, Fîdan û Îzzettîn Budak re Celîl Demîrkiran jiyana xwe ji dest dan.

Kesên bi navê Mehmet Hafîf Yuksel, Cezayîr, Nezîr û Lokman Budak, Fîkrî Azboy, Gokhan û Cîhan Akyol, Mehmet Nurî, Umran û Şeyhmus Pektaş, Îsa û Gulperî Aykal, Sabrî, Aydin, Kenan, Munîr, Lokman, Nusret, Mahsun, Yalçin, Azîz, Sînan û Songul Akgul, Medenî, Şeyhmus, Alî Guven û Edîp Guven jî birîndar bûn. Birîndar rakirin nexweşxaneyên li Mêrdîn û Qoserê, 3 jê cerdevan 5 kes hatin binçavkirin.